NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim, li ser gora xwe ya li Kobanê hate bibîranîn.
Bi boneya 40 rojiya wefata siyasetmedar û endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, merasîmek li ser gora wî li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê hat lidarxistin. Malbat û hevrêyên Salih Muslim, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, fermandarên HSD û Hêzên Asayîşê beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclisa Giştî ya PYD’ê ê Xerîb Xiso sersaxî ji malabat, rêheval û hemû kesên azadîxwaz re xwest û got: "Di kesayeta şehîd Salih Muslim (Bavê Welat) de em hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin. Em çiqasî li ser şehîd Salih Muslim biaxivin jî, lê gorî têkoşîn û berxwedana ku wî dida meşandin, gotin têrê nake. Şehîd Salih Muslim ji bo doza gelê Kurd her tim di nava têkoşînê de bû, heta kêliya dawiyê dest ji berxwedanê berneda. Divê em jî xwedî li têkoşîna şehîd Salih Muslim derkevin û şopdarên rêya wî bin."
Hevjîna Salih Muslim Eyşe Efendî jî di merasîmê de axivî û got: "Em bi xêrhatina hemû kesên ku di vê merasîmê de amade bûne, dikin. Em wek malbata şehîd Salih Muslim bi sehadetê serbilind in. Em ê her tim ji bo doza gelê Kurd di nava têkoşînê de bin û şopdarên rêya şehîdên xwe bin."
Ji fermandarên YPJ’ê Rohilat Efrîn sersaxî ji malbata Salih Muslim re xwest û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Rohilat Efrîn di dewama axaftina xwe de anî ziman ku Salih Muslim ji bo doza azadiya gelê Kurd di nava têkoşîn de bû. Rohilat Efrîn da zanîn ku ew xwedî hêz in û ji hêza xwe bawer in û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Em ê bi hemû hêza xwe têkoşîn bikin heya mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin mîsogerkirin. Em bi saya şehîdên xwe gihiştin vê astê, em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin."
Piştî axaftinan beşdaran gul danîn ser gora Salih Muslim.
Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.