DÊRSIM - Şaxa ÎHD’a Dêrsimê ji bo tevlibûna danişîna doza rojnameger Cîhan Berk banga tevlibûnê kir.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê, têkildarî zext, binçavkirin û girtinên li dijî rojnamegeran daxuyanî da. Daxuyanî li Kolana Hunerê hate dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Rojnamegerî sûc nîne, rojnamegeran berdin” hate hilgirtin.
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Dêrsimê Ozgur Ateş daxuyanî xwend û got ku zextên li ser çapemenî û azadiya xweîfadekirinê li Tirkiyeyê her ku diçe girantir dibin û got: “Karê rojnamegeriyê bi awayekî sîstematîk tê krîmînalîzekirin. Rojnamegerên raya giştî agahdar dikin, bi girtin, binçavkirin û darizandinê rû bi rû dimînin. Şopandina nûçeyan û nivîsandina rastiyan êdî wek sûc tê nîşandan.”
‘MAFÊ AGAHÎGIRTINÊ YÊ CIVAKÊ TÊ DARIZANDIN’
Ateş, da zanîn ku di demên dawî de li dijî rojnamegeran operasyon tên kirin, amûrên wan ên teknîkê tên desteserkirin û rojnameger demekî dirêj binçavkirî dimînin. Ateş, wiha domand: “Mekanîzmaya darazê êdî weke amûra zextê tê bikaranîn. Hewl didin rojnamegeran bêzar bikin. Ev yek gefeke yekser ê li dijî mafê agahîgirtinê yê civakî û jiyana demokratîk e.”
BANGA PIŞTEVANIYÊ
Ateş, axaftina xwe wiha qedand: “Doza nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk yek ji vê zexta şênber e. Ji ber xebatên rojnamegeriyê girtî ye û ji azadiya xwe bêpar e. Danişîna rojnameger Berk, veguheriye darizandina mafê agahîgirtinê yê gel. Li hêla din rojnameger Ertan Çitan jî ji ber tev li çalakiyên protestoyî yên tayînkirina qeyûm bûye tê darizandin. Ev mînak nîşan didin ka azadiya xweîfadekirinê çawa hatiye tengkirin û rojnameger çawa hedef tên girtin. Danişîna rojnameger Berk di 15’ê Nîsanê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dêrsimê ye. Rojnamegerî sûc nîne. Weke ÎHD’ê em banga berdana Berk û hemû rojnamegeran dikin. Em bang li her kesî dikin ku piştevaniya bi Berk re mezin bikin.”