Li Wanê ji ber berfê rêyên 93 gundan hatin girtin

Parve bike:

WAN - Ji şevên din ve li Wanê berf dibare û ji ber berfa zêde rêyên 93 gundan hatin girtin. 

 
Duh ji saetên şevê heta niha li Wanê berf dibare. Barîna berfê bandoreke neyînî li ser jiyana gel kir. Ji ber berfê, trafîk li hatin û çûnê hate girtin û rêyên bajar veguherîn golên avê. 
 
Li hêla din, rêyên 93 gundên navendê û navçeyên wê hatin girtin. Hat zanîn ku li navçeya Miksê rêyên 14 gundan, li Elbakê rêyên 9 gundan, li Şaxê rêyên 21 gundan, li Erdîşê rêyên 9 gundan, li Westanê rêyên 4 gundan, li Payîzavayê rêyên 28 gundan, li Begiriyê rêyên 7 gundan û li Serayê jî rêya gundekî ji ber berfê hatin girtin.