NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevka Komîteya Navneteweyî ya Azadî ji Abdullah Ocalan re Maryam Ebrahîmî diyar kir ku ji têkoşîna “Jin, jiyan, azadî” bandor bûye û diyar kir ku hewceye ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bêhtir bixebitin.
Di nîqaşên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li welat de verastkirinên zagonî yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyarkirina statuya Abdullah Ocalan çendek mijarên tên nîqaşkirin e. Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û statuya wî, ji hêla gelek siyasetmedar, akademîsyen û parastvanên mafên mirovan ve bi bangawaziyên cuda her tim di rojeva raya giştî ya navneteweyî de ye. Yek ji van bangan jî nameya ji hêla herî kêm 580 kesan ve hatiye îmzekirin û di 7’ê Nîsanê de pêşkeşî saziyên navneteweyî hatiye kirine.
Metna daxuyaniyê ji hêla Komîteya Navneteweyî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan (The International Committee for Freedom of Abdullah Ocalan) ve hatibû amadekirin. Di metnê de hate gotin ku hewceye “mafê hêviyê” bê cîbicîkirin. Hevberdevka Komîteyê Maryam Ebrahîmî têkildarî mijarên di rojevê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
DER HEQÊ MARYAM EBRAHÎMÎ DE
Maryam Ebrahîmî ji welatiyan Îranê ye û li Swêdê dijî. Di belgefîlmên polîtîk û xebatên mafên mirovan ên navneteweyî de bi roleke çalak radibe. Di sala 2012’an de bi fîlmê xwe yê No Burqas Behind Bars ku girtîgehên Efxanistanê vedibêje re Xelata Emmy’ê û di Mihrîcana Belgefîlman a Kopenhagê ya di navbera 11-12’ê Adara 2026’an de jî bi fîlmê xwe yê “Êşa Xeyalet a Rojava” ku civaka gazî ya li Rojava vedibêje jî Xelata Mafên Mirovan wergirt. Maryam Ebrahîmî ku bi xebatên xwe yên têkildarî şer, medya û nûnertiyê tê naskirin û gelek caran xelatên navneteweyî wergirtiye, sedema hevberdevkiya xwe ya komîteya ji bo Abdullah Ocalan hatiye avakirin jî wiha vedibêje: “Ma çima mirovek 28 salan li girtîgehê di tecrîdê tê ragirtin? Ev yek ji bo min, li derveyî hemû îdeolojî û tiştên din bû û yek ji bingehên motîvasyona min bû. Ragirtina kesekî ya di girtîgehê de ku ji hêla gelek kesan ve tê hezkirin, tecrîdkirina wî bi rastî jî ji bo min gelek bêrehm û dermirovî hat.”
‘TECRÎD TIŞTEKÎ DERMIROVÎ YE’
Maryam Ebrahîmî, diyar kir ku dema Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê wê ev kêlî li ser televîzyonên Îranê dîtibû lêbelê ji ber ku ciwan bû, wê Abdullah Ocalan û tevgera Kurd nas nedkir. Maryam Ebrahîmî, da zanîn ku demekî pir piştre pirsa sedema ragirtina Abdullah Ocalan kiriye û bi taybet jî di dema Rojava de bi mirovan re li ser vê mijarê axiviye. Maryam Ebrahîmî, destnîşan kir ku weke rêgezeke pîşeya xwe hewl dide alîgiriyê neke û di fîlmên xwe de zêdetir cih dide mafên mirovan û sedema cihgirtina xwe ya di komîteyê de jî wiha vedibêje: “Pirsa ewil a hatiye hişê min ev bû; mirovek çima 28 salan li girtîgehê di tecrîdê de bimîne? Ev yek, ji bo min ji hemû îdeolojî û tiştên din wêdetir bû. Yek ji bingehên motîvasyona min bû. Ragirtin û tecrîdkirina kesekî ji hêla gelek kesan ve tê hezkirin, bi rastî jî tiştekî bêrehm û dermirovî ye. Ev ne tenê li hemberî wî kesî lê di heman demê de li dijî gelê wî, hezkiriyên wî jî tiştekî dermirovî ye. Ev rewş bi xwe re bêhtir nefretê diafirîne. Ev tişt divê were sekinandin û divê niha were sekinandin. Piştre jî min weke kes, weke derhênera fîlman, di çarçoveya mafên mirovan de kir rojev.”
Di berdewama axaftina xwe de Maryam Ebrahîmî diyar kir ku mafê her girtiyekî ye ku di hemû şertan de bikare pêwendiyan deyne û wiha pê de çû: “Ez gelek şaş dimînim ku ev tecrîd 28 sal in didome. Bêguman bertek hatin nîşandan lêbelê bandoreke ku hikûmeta Tirk bikare polîtîkaya xwe biguherîne ava nekir. Ev nayê qebûlkirin. Hûn nikarin kesên dixwazin pirsan bikin îzole bikin. Ev ne tenê mijara piştgiriyê ye; her wiha meseleya zanîn, fêmkirin û zanîna fikra wî ye. Ev nayê qebûlkirin û divê hêj dereng nemayî em bertekê nîşan bidin. Tecrîd gelek dirêj ajot û ev ne tenê ji bo wî, ji bo mirovan jî zirareke mezin a psîkolojîk da.”
HELWESTA TIRKIYE Û DINYAYÊ
Bi domdarî Maryam Ebrahîmî daxuyand ku gelek piştevanên Abdullah Ocalan hene û Tirkiye vê rewşê weke xetere dibîne. Maryam Ebrahîmî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî biryarên DMME’yê û pêvajoyê jî Tirkiye li pêşiya azadiya fîzîkî dibe astengî. Gelek kes jê hez dikin û rêzê jê re digirin. Lewma hikûmeta Tirk dibêje heke were berdan dê ji bo wan xetere çêbibe. Bêguman ev rewş ji bo wan ne rewşekî hêsan e. Lê li gorî min divê mirov dev jê bernedin. Fikara min ev e; em nikarin wî ewqas dirêj di girtîgehê de bihêlin û ev rewş dê mirovan bêhtir travmatîze bike û di pêşerojê de rê li ber bêhtir pevçûn û nefretê veke. Li gorî min ev meseleya tirsê ye û mixabin Tirkiye endama NATO’yê ye û dewletekî bihêz e. Lewma hinek zehmet e dewletên din piştgiriyê bidin Abdullah Ocalan û ev ne wisa hêsan e. Lêbelê divê em ji bo çareserkirina vê meseleyê bêhtir bixebitin û zextê bikin.”
TÊKOŞÎNA JIN, JIYAN, AZADÎ
Maryam Ebrahîmî, îşaret bi fikrên Abdullah Ocalan kir û got a herî zêde bandor li wê kirî berxwedana “Jin, jiyan, azadî” ya li Rojava dest pê kir û piştre li welatê û hemû Rojhilata Navîn belavbûyî bû. Maryam Ebrahîmî, wiha axivî: “Ev tevger xwe dispêre îdeolojiya Abdullah Ocalan û ji hêla nêrîna li hemberî jinan ve nêzikatiyeke gelek xweş û pêşverû ye. Weke derhênerekê tişta ez dibînim ew e ku vê tevgerê bi rastî jî rewşa jinan a li Rojhilata Navîn guherand, pêşve dibe û baş dike. Lewma divê jin xwe birêxistin bikin û piştgiriyê bidin Adullah Ocalan. Her çend em girêdayî partiyekê yan jî îdeolojiyekê nebin jî, ev tevger ji bo wekheviya jinan mînakeke gelek baş e. Weke jinekê, li gorî min berpirsyartiya mine ku rêzê jê re bigirim û ji bo bilezkirina pêvajoya aştî û azadiyê tiştekî bikim. Hewceye jin jî baş girîngiya vê tevgerê bizanin. Ev tevger, li Rojava di şerê li dijî DAIŞ’ê de, li Kobanê dest pê kir. Divê em ji bîr nekin ku ev zayîna tevgera ‘Jin, jiyan, azadî’ bû. Piştre jî li gelek welatan belav bû û jixwebaweriya têkoşîna jiyanê di jinan de ava kir. Nîşan da ku em ne koleyên kapîtalîzmê ne. Weke jinekê vê bandoreke mezin li ser min kir.”
Maryam Ebrahîmî bi domdarî bal kişand ser nameyê, got ji hemû derdoran zêdetirî 580 îmze kom kirine û wateya her îmzeyekê gelek mezin e. Maryam Ebrahîmî, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo bersivê bidin me hewceye em bêhtir bixebitin. Hewl didim bi kesên nas dikim re bikevin nava pêwendiyan. Bi taybet jî li Ewropayê. Ji wan re peyaman dişînim, li ser telefonê diaxivim û weke şexs ji bo bilezkirina pêvajoyê tişta ji destê min tê dikim. Di vê çarçoveyê de bi rêxistinan û medyayê re dikevin nava pêwendiyan ji ber ku gelek dema me nîne. Bi ser avakirina komîteyê re demekî dirêj derbas nebûye lê ji ber ku em xwediyê vê ne keyfxweş im. Jinên li derdora me gelek piştgiriyê didin û em jî biqasî ji dest tê hewl didin vê mijarê belav bikin.”
MA / Hîvda Çelebî