NAVENDA NÛÇEYAN – Aqûbeta Hedîs Heqîqî û Sara Spêhrî yên ji hêla rejîma Îranê ve hatine binçavkirin nayê zanîn. Hat zanîn ku der heqê Sîma Îbay Ferîman a li Girtîgeha Wekîl Abadê tê ragirtin jî tu agahî bi malbata wê re nayên parvekirin.
Tevî şer û nakokiyên Îranê li gel DYA-Îsraîlê jî gef û zextên rejîma Îranê yên li ser welatî, çalakvan, jin û welatparêzan hem li kolanan hem jî li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Li gorî nûçeya Rojnews’ê ya xwe spartî çavkaniyên xwecihî yên rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi destpêkirina şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, jineke Kurd a bi navê Hedîs Heqîqî ku ji bajarê Urmiyeyê ye, tevî bavê xwe ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbarata Îranê ve bêyî fermana dadwer hatin binçavkirin û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.
Her wiha ev jina Kurd û bavê wê ji mafê dîtina parêzer û têkiliya bi malbata xwe re hatine bêparkirin. Hewldanên malbatê yên ji bo bidestxistina agahiyan li ser rewşa her duyan bê encam mane. Li gel vê yekê, rûpela taybet a Hedîs Heqîqî ya medya dijîtal a Instagramê hatiye blokkirin.
Nêzî mehekê di ser girtina jina şanoger a bi navê Sîma Înbay Ferîmanî ya 34 salî û xelka Ferîmanê re derbas dibe. Sîma Înbay di Girtîgeha Wekîl Abad a bajarê Meşhedê de bêyî wergirtina mafên seretayî tê ragirtin. Ji dema girtina xwe ve, ew ji mafê peywendiya telefon û dîtina malbata xwe hatiye bêparkirin. Her wiha tedbîrên ewlehiyê yên tund li cihê girtina wê têne meşandin ku ev yek bûye sedema fikarên cidî li ser rewşa wê ya fîzîkî û derûnî.
Sîma Înbay bi tometên “civîn û têkdana ewlehiya neteweyî û heqareta hember rêberên berê û niha” tê sûcdarkirin. Lê li gorî gotina kesên nêzîkî wê, pêvajoya dadwerî ya dosyayê di nav nezelaliyekê de ye û tu agahiyeke zelal li ser delîlên van tometan nehatiye pêşkêşkirin.
Dîsa li gorî çavkaniyên herêmî yên rojhilatê Kurdistanê û Îranê, hêzên ewlehiyê yên Îranê bi şikandina derî û pencereyan bi ser mala Sara Spêhrî ya Behayî û nişteciha bajarê Şîrazê de girtine û ew binçav kirine. Her wiha hêzan dest danîne ser kelupelên wê yên şexsî.
Rêxistinên mafên mirovan ên Îranê bal kişandin ser xirabiya rewşa girtiyan û girtîgehan. Çalakvanên mafên mirovan gelek caran li ser kêmbûn û sînordarbûna xizmetguzariyên pizîşkî, qedexeya dîtina malbat û parêzeran û zextên ewlehiyê di dema girtinê de, hişyarî dane.