Li Colemêrgê ji ber berfê rêyên 23 gundan hatin girtin

Parve bike:

COLEMÊRG - Li navenda Colemêrgê û navçeyên wê berf dibare. Ji ber berfê, rêyên 23 gund û mezrayan hatin girtin. 

 
Li navenda Colemêrgê û navçeyên wê ji saetên serê sibehê heta piştî nîvro berf bariya. Ji ber berfê, li gelek cihan hezaz çêbû. Ji ber barîna zêde ya berfê, li seranserî Colemêrgê rêyên 23 gund û mezrayan hatin girtin. 
 
Ji bo vekirina rêyên hatine girtin xebat hatin destpêkirin. Hat zanîn ku dê berfa li herêmê didome.