Hunermend Elî Mensûr wefat kir
- Çand û Huner
- |
- 10 Nîsan 2026 15:26
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendê Kurd ê ji rojavayê Kurdistanê Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da.
Hunermendê Kurd Elî Mensûr ku ji bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê ye, di 60 saliya xwe de wefat kir. Hat zanîn ku Elî Mensûr demekî dirêj bû nexweş bû û îro jiyana xwe ji dest da. Rêwîtiya Elî Mensûr a hunerê hêj di zarokatiyê de dest pê kir. Di sala 1982’yan de tevî hevalên xwe yên hunermend Koma Mehabadê ava kir. Di nava vê komê de gotinên gelek stranan nivîsand û striya.
Di sala 1986’an de li Helebê tevî hevalên xwe Koma Agirî ava kir. Gelek stranên gotin û awaz aydê wî, li her çar aliyên kurdistanê belav bûn û rastî eleqeyeke mezin hatin.
Elî Mensûr ku dilsozekî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bû, ji ber sedemên siyasî bû ji hêla rejîma Baasê ve hate girtin. Lê tevî her cureyên zextê jî tu caran dev ji têkoşîna xwe berneda.
Hunermend Elî Mensûr dê li Amûdê bê definkirin.