Parêzerê dosyaya ESP’ê: Lêpirsîn bi zexta hiqûqî û tacîza darazê ve berdewan dike

Parve bike:

STENBOL - Parêzerên dosyaya ESP’ê, têkildarî rewşa 83 girtiyên ku Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî jî di nav de ye, daxuyanî dan û diyar kirin ku lêpirsîn bi zexta hiqûqî û tacîza darê ve didome û daxwaza dayîna biryarê kirin.

Parêzerên dosyaya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), têkildarî dosyaya ku Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî jî di nav de 83 kesan li Navenda Çandê ya Galata ya Baroya Stenbolê daxuyanî dan. Gelek kes beşdarî daxuyaniya ku bi sernava “Bila girtiyên ESP’î bên berdan” hata lidarxistin bûn. 
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Dogukan Taştan ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku lêpirsîn bi zexta hiqûqî, tacîza darazê û bi hiqûqa dijminatiyê di roja 67’emîn de berdewam dike û divê tavilê biryar bê dayîn. 
 
‘SÎXURTÎ TÊ ARMANCKIRIN’
 
Taştan anî ziman ku bi êrişa li dijî nasname û polîtîkayên ESP’ê sîxûrtî û îtîrafkarêi tê armanckirin û ev tişt got: “Di vê pêvajoyê de li dijî endam, rêveber û malbatên wan gef tên xwarin, tundî û îşkence tên kirin. Di mercên girtîgehê de li ser muwekîlên me îtîrafkarî tê ferzkirin. Di 19.08.2025’an de ESP’îyan bi sernava ‘Li dijî îtîrafkariyê û bêrûmetiyê têkoşîna rêxistinkirî” daxuyanî dabû û ji raya giştî re ragihandibû ku xebatên wan ên siyasî ji aliyê polîsan ve tê astengkirin. Piştî demekî du caran serdegirtinên polîsan pêk hat û 19 kes hatin girtin. Di her du sedegirtinan de jî îtîrafkarî hate ferzkirin û di pêvajoya emniyetê heta girtîgehê îşkence li wan hate kirin. Der heqê muwekîlan de rexmê nebûna tu biryarekî, Wezîrê Karên Hundir bi rêya medyayê ew wek hedef nîşan dane. Herwiha dosyaya ku parêzer û muwekîl naveroka wê nizan, di kanalên televîzyonê yên alîgirên desthilatê de hatine nîqaşkirin. Daxwaza me ew e ku tavilê têkildarî lêpirsînê biryarek bê dayîn û girtiyên nexweş bên berdan.” 
 
HEVSEROKÊ OHD’Ê ÇAKMAK: KEVNEŞOPIYA DEWLETÊ YA 100 SALÎ
 
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak, diyar ki ku ew xwedî li dosyayê derdikevin û wiha axivî: “Ger parêzer, nikaribinn xwe bighînin dosyayê û muwekîlên xwe û parastinek xurt bikin, ev yek bandora darazê li ser meqamê parastinê nîşan dide. Ev 15 salên dosyayên dubare der heqê ESP’ê de tên vekirin, bêyî îdîayên têkildarî kombûnên li ser navê partiyê tu îdîayek nîn e. Tundî û girtin kevneşopiya dewletê ya 100 salî ye. Heta darazek serbixwe nebe em ê her tim bi tundiyan re rû bi rû bimînin. Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nemînin, em ê bi paşve gav neavêjin.”
 
‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI VÊ DOZÊ DERKEVIN’
 
Endama MYK’ê ya ÎHD’ê Eren Keskînê diyar kir ku ESP di çarçoveyek rewa de xebatên siaysetê dike û wih axivî: “Di vê erdnîgariya ku bi tirsê tê rêvebirin de kesên bîatê nekin, nayên hezkirin. Armanca van operasyonan jî ev e. Daraz tu carî serbixwe nebû. Derket holê ku dozgerê ku der heqê me de biryara girtinê dabû, miqabilê dosyayê wesayîtek girtiye, lêbelê kesê tiştek negot. Jiyana me di destê van kesan de ye. Dema min bi Pinar Gayibê re hevdîtin kir, gotibû ku peymanên ku îmze kirine binpê dikin û tundî li wan hatiye kirin. Xwestine bi Pinarê re biçin tuwaletê. Pinarê destûra nedaye. Bêhiqûqiyek mezin heye. Divê hemû parêzvanên maf û demokrat xwedî li vê dozê derkevin.”