Qurbaniyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
- Rojane
- |
- 10 Nîsan 2026 13:04
- |
ENQERE - Di merasîma bibîranîna bi wesîleya meha 126’emîn a Komkujiya Garê de peyama berdewamiya têkoşîna ji bo edaletê hate dayîn.
Kesên ku di êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Enqereyê hat lidarxistin, jiyana xwe ji dest dan, di meha 126’emîn a komkujiyê de hatin bibîranîn. Tevî malbatên qurbaniyan nûnerên saziyên civakî beşdarî merasîma ku li qada komkujiyê pêk hat, bûn. Merasîma ku bi rêzgirtinê dest pê kir, dirûşma “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin” hate berzkirin.
Hevserokê Komeleya 10 Cotmehê ya Aştiyê Îshak Kocabiyik, diyar kir ku soza dane hevalên xwe dê ji bîr neke û ev tişt got: “Em, ji bo 104 kesên hatine qetilkirin edalet pêk were kedê didin. Em ê bi paşve gav neavêjin.”
Merasîm, bi serdana bîrdariya qurbaniyan bi dawî bû.