ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê, ji bo nîqaşkirina serdema nû civiya. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê diyar kir ku aştiyeke mayinde bi polîtîkayên her kesî digirin nav xwe pêkan e.
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda giştî ya partiyê civiya. Berdevka Meclisê Halîde Turkoglû beriya civînê daxuyanî da. Halîde Turkoglûyê got ku dê li ser rojeva welat, mijarên jinan, xebatên hatine kirin û serdema pêş nîqaşan bikin.
Halîde Turkoglûyê îşaret bi şerê li Îranê kir û got ku hêzên girêdayî rejîmê qereqol ava kirine, sûcê îşkenceyê dikin û bi rêya qutkirina înternetê nahêlin ev sûc bên teşhîrkirin. Halîde Turkoglûyê got ku aqûbeta jinên ji be protestoyan hatin binçavkirin nayê zanîn û got xetereya darvekirina jinên girtî heye.
Bi domdarî Halîde Turkoglûyê îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û axaftina xwe wiha qedand: “Me tu caran aştî tenê di navbera du aliyan de nedît. Ji bo aştiyeke mayinde, di serî de jin divê siyaseteke hemû derdorên cuda yên civakê digire nav xwe bê meşandin. Bi bidawîkirina êrişên ser jin, xweza û hemû qadên jiyanê pêkan e. Binêrin, di 2025’an de 294 cînayetên jinan hatin kirin. Mirina 297 jinan weke ‘mirina biguman’ hate tomarkirin. Di Adara îsal de 29 jin hatin qetilkirin. Mirina 22 jinan jî weke ‘mirina biguman’ hat qeydkirin. Du roj berê li vî welatî 4 jin hatin qetilkirin. Ev cînayet, ne şexsî ne.”