Karsaz Demîrcî: Pêvajoya birêz Ocalan daye destpêkirin firsende

Parve bike:

DÎLOK - Karsaz Osman Demîrcî, pêvajoya li Tirkiyeyê weke rêya rizgariya ji krîza aborî nirxand û got: “Pêvajoya aştiyêya birêz Ocalan daye destpêkirin û ji bo wê canê xwe daniye holê, di esasê xwe de aborî ye, refah e.” 

 
Karsazê Mêrdînî Osman Demîrcî ku karên lojîstîkî yên pîşesaziyê dike, têkildarî krîza aborî ya li Tirkiyeyê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Demîrcî, di sala 1971’ê de li Midyad a Mêrdînê ji dayik bû, piştî perwerdeya xwe ya li Swîsreyê salên dirêj di qadên pîşesazî û civaka sivîl de (MAREV, GAHÎB) de xebitî û dibêje ku Dîlok deriyê Rojhilata Navîn e lê ji ber astengiyên siyasî ev taybetiya wê tê tunekirin. 
 
Demîrcî, da zanîn ku ji sedî 80’ê pîşesazên Tirkiyeyê bi krediyên bankan xwe li ser pêyan digirin û ji ber faîzên zêdetirî ji sedî 40’ê jî hilberîn mimkûn nabe. Demîrcî, diyar kir ku êdî gihiştiye rêjeya herî bilind a konkordatoyê yên 50 salên dawî û got: “Di demeke li dinyayê hilberîner ji karê xwe dora ji sedî 2’yê jê kar dikin de bi faîza ji sedî 40’ê pîşesazî nameşe. Pîşesaziya Dîlokê, ev 6-7 meh in di rewşeke nebaş de ye. Madeya xam ji derve deigire û bi kedeke erzan hewl didin montaj bikin. Lê tevî vê jî lêçûn û dorpêça faîzê hilberîneran ber bi îflasê ve dibe.” 
 
BUDÇEYA LI KÊMIYÊ DIDE BI BAŞÛR Û IRAQÊ TÊ GIRTIN 
 
Di berdewamê de Demîrcî destnîşan kir ku Dîlok salane dora 12 milyar dolaran îxracatê dike û ji sedî 70’a vê jî ji bo başûrê Kurdistanê û Iraqê tê kirin. Demîrcî, wiha domand: “Budceya Tirkiyeyê ya li kêmiyê dide, bi bazirganiya Başûr û Iraqê tê girtin. Di bazirganiya bi Ewropayê re de budçe li kêmiyê idde lê ji ber qezenca ji bazirganiya bi başûrê Kurdistanê re ev valahî tê dagirtin. Tiştekî em ji Iraqê digirin nîne tenê difiroşin.” 
 
‘DÎWARÊN BERLÎNÊ’ YÊN LI SER SÎNOR DERBÊ LI ABORIYÊ DIXE
 
Demîrcî, destnîşan kir ku girtina deriyên sînor ên Sûriye û Rojava ji bo aboriya Tirkiyeyê windahiyeke gelek mezin e û wiha pê de çû: “Polîtîkayên ewlehîperestiyê pêşiya bazirganiyê digirin. Heke deriyên sînor ên Nisêbîn û Kobanê bên vekirin, dê bandoreke pir erênî li ser aboriya Tirkiyeyê bike. Malên ji Ewropayê derbasî Rojaba dibin, li ser Basrayê tên. Em cîranên hev in û lêçûna navlunê (heqdestê ji bo amûr û alavên bi rêya behr û çeman tê dayin) tune ye. Lê me ambargo daniye ser wan. Ma welatek çim ewqas zirarê dide aboriya xwe? Dîwarên Berlînê hate hilweşandin lê yên me hêj nû Dîwarê Berlînê li Rojava danîn. Kesên li her du aliyên sînor dijîn xizmên hev in. Ticaret, li ser şirîkatî û baweriyê tê avakirin.” 
 
POTANSIYELA 25 MILYAR DOLARAN HEYE 
 
Demîrcî, daxuyand ku potansiyela hilberandinê ya Dîlokê pir bi ser reqemên heyî re ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Demokratîkbûn dê bi xwe re pêşketineke aborî jî bîne. Bi taybet jî Dîlok di mijara hilberandina xalîçeyan de li dinyayê di rêza ewil de ye. Bi Herêmên Pîşesaziya Organîze yên 5 û 6’emîn re binesaziyeke pir mezin a bajar heye. Îro dora 12 milyar dolar îxracatê dikin lê di esasê xwe de ev rêjeyeke pir kêm e. Heke ev pêvajoya aştiyê bi ser keve, potansiyela Dîlokê ya îxracatê dora 20-25 milyar dolar e. Xwegihandina van reqeman ne xeyal e, bi polîtîkayeke rast re ev reqem bi rehetî dikare di nava 5-10 salan de bê bidestxistin. Ev hêza me heye. Lêbelê ji bo vê hewcehî bi rakirina dîwaran û avakirina piran a di navbera gelan de heye.” 
 
'RIZGARBÛNA JI FOBIYA KURD FIRSENDEKÎ DÎROKÎ YE’ 
 
Bi domdarî Demîrcî destnîşan kir ku sedema dîwarên Tirkiyeyê bi cîranên xwe re daniye “fobiya Kurd” e û ev tişt anî ziman: “Çareserî, di hemwelatiya wekhev û guftûgoyê de ye. Tekane daxwaza Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê û mafên wekhev e. Kîjan dewlet bi Kurdan re têkiliyan pêş bixe, ew ê bibe serwerê Rojhilata Navîn. Tu derdekî Kurdan a asîmîlekirina miletekî din nîne. Pêvajoya aştiyêya birêz Ocalan daye destpêkirin û ji bo wê canê xwe daniye holê, di esasê xwe de aborî ye, refah e. Heke ev pêvajo bi hemwelatiya wekhev tacîdar bibe, dê Dîlok Dubaiyê jî derbas bike. Dema wiha bû jî dê perwerde pêş bikeve. Ji ber ku kesekî nekare debara xwe bike nikare zarokên xwe jî perwede bike.” 
 
'PÊVAJOYA BIRÊZ OCALAN DAYE DESTPÊKIRIN FIRSEND E’ 
 
Demîrcî, bi mînaka Hollanda û deşta Konyayê îşaret bi têkiliya demokrasî-aboriyê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Li cihê bêîstiqrarî lê heye aborî jî têk diçe. Hewceye sînorên bi Îran, Ermenistan, Rojava û hemû cîranan re bên rakirin. Yek ji gelên herî birûmet ên cîhanê jî Kurd in. Çavê wan li xaka tu kesekî nîne. Ev pêvajo firsendekî mezin e û divê ji dest neyê dayin. Rêya aştiyê ya birêz Ocalan îşaret pê dike, ji bo hemû gel û baweriyan baş e. Ji bo her kes bikare li xaka xwe azad bijî, divê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Tekane rêya me ya xelasiyê ev e.” 
 
MA / Ekrem Tunçoglû         
 
Nûçeyên Têkildar
Abdullah Ocalan: Divê rê li ber her kesî bê vekirin ku tevlî siyaseta demokratîk bibe
Abdullah Ocalan: Divê rê li ber her kesî bê vekirin ku tevlî siyaseta demokratîk bibe

Abdullah Ocalan, bal kişand ser girîngiya qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk û got: "Eger komîsyona ku li Meclisê hat avakirin dixwaze çareseriya aştî û demokratîk a di navê wê de pêk were, divê gavên ku mafê tevlîbûna siyaseta demokratîk û garantiyên qanûnî ji bo hebûna Kurd peyda dikin, bavêje."

Peyama Newrozê ya Abdullah Ocalan: Di destê me de ye ku em vê salê veguherînin sala azadiyê
Peyama Newrozê ya Abdullah Ocalan: Di destê me de ye ku em vê salê veguherînin sala azadiyê

Di pîrozbahiya Newrozê ya Amedê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin: “Di destê me de ye ku em îsal ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn veguherînin saleke rasteqîn a azadiyê.”

Ji bo rakirina tecrîdê û ‘mafê hêviyê’ kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
Ji bo rakirina tecrîdê û ‘mafê hêviyê’ kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

Komîteya Parastina 'Mafê Hêviyê' û Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya Navneteweyî, ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û cîbicîkirina “Mafê hêviyê”, dest bi kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî kir.

Abdullah Ocalan: Em ê bi xurtkirina hêza xwe çareseriyê pêş bixin
Abdullah Ocalan: Em ê bi xurtkirina hêza xwe çareseriyê pêş bixin

Partiyên sosyalîst ji bo guhertina mercên Ocalan bang kirin
Partiyên sosyalîst ji bo guhertina mercên Ocalan bang kirin

Nûnerên SOLDEP, YSP û SYKP’ê diyar kirin ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş ve biçe, gava ewil ew e ku ji bo Abdullah Ocalan mercên azad bên amadekirin.