Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê
- Rojane
- |
- 21 Adar 2026 08:51
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji bo pîrozkirina Newrozê çûn Şamê.
Waliyê Hesekê Nûredîn Ehmed û Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl li Şamê ne, tev li çalakiyên vêxistina agirê Newrozê ya li taxa Zorava bûn.
Çavkaniyên diyar kir ku Waliyê Hesekê Nûreddîn Mehmûd û Cîgirê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl wê li kêleka serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şara û hejmarek rayedarên hikûmetê di merasîma vêxistina agirê Newrozê ya li Şamê de amade bibin.
Nûçeyên Têkildar
Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin
Li Hesekê û Qamişloyê agirê ewil ê Newroza 2026'an hat vêxistin.
- Rojane
- 15:36 17/3
Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li cem kurê xwe Şervan Muslim ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin.
- Rojane
- 12:52 15/3
Li Kobanê ji ber dorpêçê pirsgirêka tendurustiyê zêde bûye
Ji ber ku dorpêça li ser Kobanê bi tevahî nehatiye rakirin, gihîştina tenduristiyê zehmet dibe. Tê gotin ku heke dorpêç neyê rakirin, dê pirsgirêkên girantir rû bidin.
- Rojane
- 09:05 15/3
Ji bo Salih Muslim merasîm hat lidarxistin: Em soza xwedîderketina li têkoşîna wî didin
Ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li bajarê Qamişloyê merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de soz domandina têkoşîna Muslim hate dayin.
- Rojane
- 11:47 13/3
Avahiya Ronahî TV’yê bi temamî şewitî
Li navenda Ronahî TV’yê ya li Qamişloyê şewat derket û avahî bi temamî şewitî.
- Rojane
- 09:31 12/3