Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hesekê û Qamişloyê agirê ewil ê Newroza 2026'an hat vêxistin. 

Li bajarê Qamişlo û Hesekê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirê ewil ê Newroza 2026'an hat vêxistin. 
 
QAMIŞLO
 
Rêveberiya Dibistanan a bajarê Qamişloyê, bi boneya nêzîkbûna 21'ê Adarê, çalakiyek li dar xist û agirê Newroz dada. Mamoste û malbatên Şehîdan bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdarî çalakiyê bûn. Cihê çalakiyê jî bi al û sembolên Kurdî hat xemilandin.
 
Beriya ku meşaleya Newrozê were pêxistin, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê Ubeyd Etê axivî. Ubeyd Etê di axaftina xwe bal kişand ser berxwedana gelê Kurd a di 21'ê Adarê de û çawa li zulmê rizgar bûn. Piştre meşaleya Newrozê hat pêxxistin û li ber stranên şoreşgerî û gelêrî yên Kurdî govend hatin gerandin.
 
Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî li pêşiya avahiya xwe ya li bajarê Qamişloyê agirê Newrozê pêxistin û li dora agir govend gerandin.
 
HESEKÊ
 
Meclisa Bajarê Hesekê îro çalakiya pêxistina agirê Newrozê, li dar xist. Endamên meclisê, nûnerên partiyên siyasî û tevgerên civakî, her wiha rayedarên hikûmeta demkî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê meclisa bajêr Farûq Tozo axivî û diyar kir ku Newroz destpêkek nû, ji nû ve jidayikbûna jiyanê û bidawîkirina neheqiyê ye. Tozo bal kişand ser sembolîzma Newrozê ya dîrokî ji bo gelê Kurd û têkoşîna berdewam a ji bo domandina agirê Newrozê .
 
Tozo diyar kir ku pîrozkirina Newrozê tê wateya xurtkirina nirxên azadî û nûjenkirinê û girêdana wan a bi nasnameya wan a çandî û yekitiya civakî nîşan dide.
 
Piştî axaftinê agirê Newrozê dadan. Çalakiyên pîrozbahiya Newrozê dê heta 21`ê Adarê dewam bikin.
Nûçeyên Têkildar
Li Şirnexê piştî Newrozê meşeke girseyî hat lidarxistin
Li Şirnexê piştî Newrozê meşeke girseyî hat lidarxistin

Pîrozbahiya Newrozê ya Şirnexê ku bi deh hezaran kes tev li bû, bi gerandina govendê bi dawî bû. Piştî pîrozbahiyê jî meşeke girseyî hat lidarxistin û dirûşm hatin berzkirin.

Newroza Wanê bi dawî bû
Newroza Wanê bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Wanê ku tevî hewayê sar û baranê jî bi beşdariya sed hezaran hat lidarxistin, bi dawî bû.

Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Wanê
Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Wanê

Wanê, îsal şahidiya yek ji Newrozên herî qelebalix kir. Tevî hewayê sar û baranê jî bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Qad tije bû û coşa Newrozê zêde bû.

Newroza Stenbolê bi konsera Koma Amed bi dawî bû
Newroza Stenbolê bi konsera Koma Amed bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Stenbolê ku bi sed hezaran kes tev li bû, bi stranên Koma Amedê bi dawî bû.

Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Kurdên li Konyayê ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê kom bûn, Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz kir. Li qada Newrozê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.