Li Îdir, Qers û Semsûrê Newroz hat pîrozkirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îdir, Qers û Semsûrê bi dirûşma “Newroza azadî û yekitiya demokratîk”, pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. 

Li Îdir, Qers û Semsûrê bi dirûşma “Newroza azadî û yekitiya demokratîk”, pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Welatiyên li Îdirê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne, cil û bergên Kurdî û herêmî li xwe kirin. Welatiyên hatin qadê, li ber stranan govend gerandin û dirûşm berz kirin. Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Îbrahîm Akin di pîrozbahiyê de axivin. 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya li Qersê jî tevî hewayê sar jî bi hatina gel re dest pê kir. Pîrozbahî, li Gara Trenê hat lidarxistin. Welatî, li ber muzîkê govendê gerandin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di pîrozbahiyê de axivîn. 
 
Li Semsûrê jî pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Welatiyên hatin qada Nwrozê ya bajar, bi dirûşmên “Bijî Newroz" û "Jin, jiyan, azadî" derbasî qadê bûn. Bi sedan welatiyên ciwan, jin, kal û pîr ên cilûbergên Kurdî li xwe kirin beşdarî pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer xemilî. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û wekîl Celal Firat di pîrozbahiyê de axivîn. Piştre jî hunermend Suavî, Berfîn Işik û Mem Sîdar derketin ser dikê.
 
Nûçeyên Têkildar
Li Şirnexê piştî Newrozê meşeke girseyî hat lidarxistin
Li Şirnexê piştî Newrozê meşeke girseyî hat lidarxistin

Pîrozbahiya Newrozê ya Şirnexê ku bi deh hezaran kes tev li bû, bi gerandina govendê bi dawî bû. Piştî pîrozbahiyê jî meşeke girseyî hat lidarxistin û dirûşm hatin berzkirin.

Newroza Wanê bi dawî bû
Newroza Wanê bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Wanê ku tevî hewayê sar û baranê jî bi beşdariya sed hezaran hat lidarxistin, bi dawî bû.

Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Wanê
Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Wanê

Wanê, îsal şahidiya yek ji Newrozên herî qelebalix kir. Tevî hewayê sar û baranê jî bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Qad tije bû û coşa Newrozê zêde bû.

Newroza Stenbolê bi konsera Koma Amed bi dawî bû
Newroza Stenbolê bi konsera Koma Amed bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Stenbolê ku bi sed hezaran kes tev li bû, bi stranên Koma Amedê bi dawî bû.

Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Kurdên li Konyayê ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê kom bûn, Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz kir. Li qada Newrozê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.