NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 16’an de didome û ji duh ve her du aliyan gelek noqteyên leşkerî û aborî hedef hatin girtin.
Şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê di roja 16’an de didome. Bi taybet jî şevê din êrişên hewayî yên dijwar hatin kirin.
Bajarê herî zêde êriş li ser çêdibin jî Tehran e. Duh bi şev li Bulwara Abanê û Cadeya Racayî (pişta qereqola polîsan) li pey hev 5 teqîn çêbûn. Hat ragihandin ku li Bamdadê jî li pey hev teqîn çêbûne. Piştî Tehranê bajarê herî zêde hedef hatiye girtin Îsfehan e. Hat zanîn ku li vî bajarî jî bombebaranên dijwar hatine kirin. Li herêmên Hewaniroz û Şahînşehirê zêdetirî 20 teqîn çêbûn. Li Şîrazê jî li pey hev 17 teqîn çêbûn. Piranî jî herêma pîşewaziyê, balafirgeh, û baregehên leşkerî yên Havanîroz û Ahmedî bîn Mûsa hedef hatin girtin.
LI QADÊN PETROLÊ HATE XISTIN
Hat ragihandin ku DYA’yê, li hedefên leşkerî yên herî girîng ên li Girava Khargê ku yek ji noqteyên herî girîng ên îxrackirina petrolê ya Îranê ye xistiye. Hat gotin ku di êrişan de zêdetirî 90 noqteyên leşkerî hedef hatine girtin.
Li hêla din Îranê, keştî û tankerên dixwestin Tengava Hurmuzê derbas bikin hedef girt.
Komeke girêdayî Îranê ya li Bexdayê, êrişî kompleksa Seferatxaneya DYA’yê kir. Li baregehên DYA’yê yên li herêmê rêjeya alarmê hate bilind kirin.
Îranê, avahiya Citibank a Amerîkayê ya li Dubaiyê hedef girt. Ajansa Nûçeyan a Farsê ku ajansa fermî ya Îranê ye, lîsteyeke şîrketên pîşesazî, enerjî û darayî yên têkiliya wan bi Amerîkayê re hene parve kir û ragihand ku tevahiya van şîrketan hedefên rewa yên hêzên artêşa Îranê ne.
ÊRIŞÊN HER DU ALIYAN
Îranê jî li dijî êrişên DYA û Îsraîlê, bi moşekan êrişî navenda Îsraîlê kir. Gelek moşekên balîstîk ên ji hêla Îranê ve hatin avêtin, navenda Îsraîlê hedef girt. Li hêla din, Hîzbullahê jî di tevahiya şevê de êrişî Îsraîlê kir.
Malpera nûçeyan Semaforê ku navenda wê DYA ye, li gorî agahiyên ji rayedarên Amerîkayê girtiye, got ku di serdemeke şerê bi Îranê re didome de Îsraîlê di nava hefteyê de ji Washingtonê re ragihandiye ku stokên moşekên ku pêşiya moşekên balîstîk digire di astekî xeternak de kêm bûne. Hat îdiakirin ku ji Hezîrana 2025’an heta niha ev stoka moşekan pir kêm bûye û şerê 28’ê Sibatê jî bi stokeke bisînor tev li bûye.
KÊ ÇI GOT?
Serokê DYA’yê Donald Trump, bi daxuyaniyekê îdia kir ku DYA’yê Îran hem ji hêla leşkerî û aborî ve, hem jî ji aliyên din ve “têk biriye” û got: “Lêbelê divê welatên petrolê li ser Tengava Hurmuzê digirin, ewlehiya vê rêyê biparêzin. Em jî dê gelek alîkariyê bidin wan. Ji bo her tişt bilez, bêpirsgirêk û rast pêk were, em ê bi wan welatan re di nava koordînasyonekê de bin.”
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî, diyar kir ku Tengava Hurmuzê vekiriye lê tenê derbasbûna keştiyên “dijmin” ên girêdayî DYA û Îsraîlê tê astengkirin. Her wiha Arakçî, got ku hevkariya leşkerî ya bi Moskov û Pekînê re didome û got: “Ev hevkarî, di beşên îstîxbarî de jî didome.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî got: “Min, bi hempîşeyê xwe yê îranî re têkildarî bûyera dawî (moşekên balîstîk) hevdîtin kir. Dîsa bûyerê li xwe nagirin. Bêguman di destê me de daneyên teknîkî hene. Em, hevnegirtina di navbera gotin û rastiyê de bi Îranê re diaxivin.” Li hêla din, medyaya Îranê ragihand ku heke DYA û Îsraîl agirbesta yekalî ragihîne jî heta êrişên li ser Hîzbullahê bidomin dê şerê Îranê yê li dijî DYA û Îsraîlê bidome.