NAVENDA NÛÇEYAN - Sema, Rahşan, Ronahî, Zekiye, Elefteria û Bêrîvan; her yek ji wan di Newrozekî de laşê xwe dan ber agir û li dijî zilm û zextê serî hildan. Agirê têkoşîna ku li dû xwe hiştin, roj bi roj geştir bû.
Newroz ku li Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn û gelek deverên cîhanê bi şêwazên cihêreng tê pîrozkirin, ji bo gelê Kurd xwedî wate û girîngiyekî taybet e. Kurd, ji dîrokê heta îro Newrozê wekî roja berxwedana li dijî zilm û zordariyê pîroz dikin. Yên ku meşaleya agirê Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaqê Zalim gihandin roja me ya îro, jinên Kurd bûn: Sema, Rahşan, Binevş, Ronahî, Zekiye, Elefteria, Bêrîvan...
BINEVŞ AGAL: PÊŞENGA BERXWEDANÊ
Binevş Agal ku Êzidî bû, di sala 1966’an de li navçeya Qubînê ya Êlihê ji dayik bû. Navê xwe ji destana Kurdî ya "Cembeliyê Mîrê Hekarî û Binevşa Narîn" wergirtibû. Malbata wê di sala 1984'an de ji ber zextên derbeya leşkerî ya 12’yê Îlonê koçî Ewropayê kir.
Binevş Agal hêj di 17 saliya xwe de, li dijî şehadeta Mehmet Karasungur û Îbrahim Bîlgîn, di Nîsana 1984'an de beşdarî meşa protestoyî ya li Ewropayê bû. Ew di heman demê de yekane jina çalakvan a vê çalakiya ku mehekê domand, bû. Wê nîşeyek ji malbata xwe re hişt û got: "Ji bo min xem nexwin, ez di ocaxa PKK’ê de me" û berê xwe da çiya. Di sala 1986'an de beşdarî Kongreya 3'yemîn a PKK'ê ya li Newala Beqayê bû. Demekê li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ma û perwerde dît. Piştre derbasî Botanê bû.
Li navçeya Cizîr a Botan bi navê "Bêrîvan" hat naskirin. Li vir pir hat hezkirin û her kesî rêz nîşanê wê dida. Bi xebatê û têkiliyên xwe li Botanê bandorekî mezin li ser gel kir. Mal bi mal, tax bi tax geriya û xwe gihand jinan. Bi îxbarê mala ku lê dima hat tespîtkirin. Di 16’ê Çileya 1989’an de li Cizîrê operasyon li ser mala ew lê dima hate kirin, lê wê teslîmiyet qebûl nekir û heta guleya xwe ya dawî şer kir.
Jinên ku Binevş Agal rêxistin kiribûn, di sala 1992’yan de pêşengiya Newroza Cizîrê kirin. Navê jina ku di wê Newrozê de bi rûyê xwe yê girtî pêşengiya berxwedanê dikir jî Bêrîvan bû. Abdullah Ocalan di nirxandinekî xwe de der barê Binevş Agalê de dibêje: "Dema gihîşt Cûdî, di nameya xwe de digot heybeta çiya û gel dikare bi dilgermî were girtin. Û wisa ket nava gel. Çawa ku li çiyayan dihat, wisa li gel jî dihat."
ZEKIYE ALKAN: NEWROZ BI AGIR TÊ PÎROZKIRIN
Yek ji jinên Kurd ên ku dema mirov dibêje Newroz tê bîra mirov, Zekiye Alkan e. Ew di sala 1965’an de li gundê Akdag ê navçeya Kelkît a Gumuşhaneyê ji dayik bû. Di sala 1987’an de Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê qezenc kir. Di 21’ê Adara 1989’an de li Parka Trafîkê dema bi hevalên xwe re li ser maseyê rûniştibû, hemû pereyên di berîka xwe de derxist û şewitand. Ji kesên ku jê pirsîn "Tu çi dikî?" re, wê got: "Ez Newroza xwe pîroz dikim. Newroz bi vêxistina agir tê pîroz kirin."
Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê di 14’ê Adara 1990’an de piştî 13 gerîlayên ARGK’ê jiyana xwe ji dest dan, Newroz hat qedexekirin. Lê Zekiye Alkan ev qedexe qebûl nekir. Di 21’ê Adara 1990’an de derket ser bircên dîrokî yên Amedê û laşê xwe da ber agir. Zekiye Alkan bi vî rengî di bîra gelê Kurd de wekî yek ji "jinên bûne Newroz" cih girt.
Abdullah Ocalan der barê Zekiye Alkan de wiha dibêje: "Çalakiya şewitandina laşê keça me ya qehreman Zekiye Alkan a ku di Newroza 1990’î de bi awayekî sînordar ji îdeolojiya partiya me bandor bûbû û gotibû 'Agirê Newrozê divê herî baş di laşê mirov de bişewite', mînakekî bêsînor a wêrekî û fedaîtiyê ye. Hewldana jinê ya pêvajoya rizgariyê ne wiha biçûk e. Şoreşa ku jin li cîhanê û bi taybetî li Kurdistanê tê de cih negire, şoreşekî kêm e, ji bo me jî şoreşekî nepêkan e. Ratiyekî girîng ew e ku jina Kurdistanî çi qas hişyar be, bi rêxistin û azad be dê Kurdistan jî ewqas hişyar û azad be."
RAHŞAN DEMÎREL: EV NEWROZ DÊ WERE PÎROZKIRIN
Rahşan Demîrel, yek ji wan jinan e ku hêj di temenê zarokatiyê de bi zextên dewletê re rû bi rû maye. Di sala 1975’an de li Nisêbîn a Mêrdînê ji dayik bû. Dema hêj yek salî bû, bi malbata xwe re koçî Îzmîrê kir. Rahşan ku gelek caran bi malbata xwe re diçû serdana welatê xwe, di her serdanê de ji nêz ve şahidiya zextên dewletê dikir.
Dema pêla berxwedanê ya ku di salên 1990’î de li Nisêbînê dest pê kiribû gav bi gav belav dibû, dengê vê berxwedanê li Îzmîrê jî bilind bû. Wê di çalakiyên li Kadîfekale ya Îzmîrê de di refên herî pêş de cih girt. Di her fersendê de ji diya xwe re digot ku ew dixwaze biçe çiyê. Di sala 1992’yan de ji berxwedana Cizîrê pir bandor bû.
Li ser gotinên Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Îsmet Sezgîn ku gotibû: "Îsal Newroz nayê pîroz kirin. Ger kesek pîroz bike, dê tiştê pêwîst were kirin", Rahşan pir hêrs bû. Di 22’yê Adara 1992’yan de li Kadifekaleyê, dema hêj 17 salî bû laşê xwe da ber agir. Li ser perçeyek kartonê ku li dû xwe hiştibû, ev nivîs nivîsandibû: "Ez li Kadifekaleyê xwe dikim Newroz. Divê ez bersiva Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê bidim. Xwedî li min derkevin. Ez ji Îsmet Sezgîn re dibêjim; Newroz dê were pîrozkirin... Bi lastîkan nebe em ê bi giyanê xwe pîroz bikin!"
Diya wê Emîne Demîrel, tiştên wê rojê qewimîn wiha vedibêje: "Me hêj bawer nedikir ku mirovek dikare xwe bişewitîne. Piştre me dît ku hemû gelê me yê welatparêz ê li Îzmîrê, derdora Kadifekaleyê bi alên kesk, sor û zer xemilandine. Polîsan her der girtibû. Ez bi zehmetî têketim hundir. Poşetek me yê nan hebû, min ew dît. Polîs nedihişt em nêz bibin. Min got 'Ev keç keça min e, berdin'. Polîs got 'Tu ji ku dizanî?'. Min kartonê di destê xwe de nîşanî wî da. Piştre ez çûm hinda Rahşanê. Laşê wê aliyê jorîn şewitîbû, lê bi her du destên xwe nîşana serkeftinê kiribû û wisa mabû."
RONAHÎ Û BÊRÎVAN
Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nîlgun Yildirim), di nava sembolên berxwedana Newrozê de ne. Ronahî ku di sala 1972’yan de li navçeya Elbistanê ya Mereşê wekî keça malbatekî welatparêz ji dayik bû, malbata wê di sala 1979’an de koçî Swîsreyê kir. Ronahî bi sê birayên xwe re li Swîsreyê komekê muzîkê ava kirin. Ronahî di xebatên ciwanan û çapemeniyê de cih girt.
Ronahî û Bêrîvan di xebatên ciwanan de hev nas kirin. Bêrîvan li Frankfurtê û Ronahî li Manheimê xebatên jinan dikirin. Her du hevalên ku hesreta Kurdistanê di dilê wan de bû, xwestin berê xwe bidin çiyê. Di heman demê de, li dijî êrişên li ser Kurdan ên li Kurdistan û Ewropayê, biryara çalakiye dan. Di 22’yê Adara 1993’yan de li Almanyayê laşê xwe dan ber agir û du name li dû xwe hiştin.
Çalakiya wan hem li Kurdistanê û hem jî li Almanyayê bandorekê mezin çêkir. Dewleta Alman xwest rê li ber merasîma cenaze bigire, lê nêzî 50 hezar kesî astengiyên polîsan derbas kirin û xwedî li her du hevalên xwe derketin.
Di nameya xwe de gotibûn: "Almanya piştgirî dide Demîrel-Çîller-Gureş da ku şerê qirêj bidome û gelê Kurd were tunekirin. Komkujiyên li Kurdistanê bi çekên Almanyayê pêk tên. Em Zekiye Alkanên ku li ser bircên Amedê laşê xwe dan ber agir, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bi îradeya xwe ya azad didin dû rêya Necmiyên ku digotin 'Agir netefînin'. Bersiva herî mezin a ji bo emperyalîzm û mêtingeran, bi şewitandina laş tê dayîn."
SEMA YUCE: AZADÎ JI BO ME HEMÛYAN E
Sema Yuce (Serhildan-Leyla), di sala 1971’an de li gundê Qerqeliya Jêrîn a navçeya Dutax a Agirîyê ji dayik bû. Di sala 1989’an de beşa Sosyolojiyê ya ODTU’yê qezenc kir û çû Enqereyê. Li vir tev li xebatên Yekitiya Ciwanên Kurdistanê (YCK) bû. Di sala 1991’an de dev ji zanîngehê berda û tevli PKK’ê bû. Piştî perwerdeya li Newala Beqayê, derbasî Serhedê bû. Di sala 1992’yan de hate girtin.
Wê di şeva Newroza 21’ê Adara 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê bi gotina "Ez dixwazim laşê xwe ji bo 8’ê Adarê û 21’ê Adarê bikim pire" laşê xwe da ber agir. Di 17’ê Hezîranê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Gotina wê ya dawî "Ez bûm Newroz, ez bûm Mazlûm" bû.
ELEFTERIA FORTULAKI: EZ KURDISTANÊ WEKÎ WELATÊ XWE HEZ DIKIM
Yek ji jinên ku laşê xwe da ber agir jî Elefteria Fortulaki ye. Di 24’ê Adara 2006’an de li payetxta Yewnanistanê Atînayê bedena xwe da ber agir. Çalakiya wê nîşan da ku Newroz gerdûnî bûye. Elefteria ku bi Yewnanî tê wateya "Azadî", di nameya xwe de got: "Azadiya gelê Kurd û ya Rêber Apo, azadiya hemû gelên cîhanê ye."
Di nameya xwe de ji diya xwe re got: "Dayê, ez ji Yewnanîstanê hez dikim, lê ez ji Kurdistanê jî wekî welatê xwe hez dikim. Ez ji zimanê Kurdî jî wekî zimanê xwe yê dayikê hez dikim. Dayê biratiya gelan tiştek pir baş e. Gelê Kurd jî ji bo biratiya gelan têdikoşin. Dewletên ku Kurdistan kirin çar parçe, Kurdan qetil dikin. Îsal ez Newrozê hinekî dereng pîroz dikim, mîna Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşan Demîrel."
MA / Bêrîvan Altan