Rojnameger Ozdemîr: Di vê qonaxê de DYA di êrişa ser Îranê de negihîşt armanca xwe

Parve bike:

ÎZMÎR - Rojnameger Yucel Ozdemîr diyar kir ku DYA di êrişa ser Îranê de negihîşt armanca xwe û rejîm neket û got: “Bala xwe da ser Kurdan, lê Kurd jî êdî wekî berê nîn in. Di encamê de heke guherînek di rejîmê de çênebe, Kurd çima xwe bixin xetereyê.”

 
Şerê di navbera Îran û DYA-Îsraîlê de ket roja 16’emîn û bandora şer li seranserê cîhanê dest pê kir. Ji ber ku Îranê destûr neda derbasbûna keştiyan a di Tengava Hurmuzê de û ji ber rageşiya zêde, bazarên enerjiyê bi giranî bandor bûn, bihayê warîla petrola Brentê 100 dolar derbas kir. Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku wan li Girava Harkê ya ku ji bo hinardekirina petrola Îranê cihekî girîng e, erişî hedefên leşkerî kirine. Bandora şer li gelek welatên herêmê tê dîtin û ji aliyê din ve hin moşekên ku ji Îranê hatin avêtin, li Tirkiyeyê ketin.
 
Rojnameger Yucel Ozdemîr şerê di navbera Îran û DYA-Îsraîlê de nirxand û diyar kir ku di vê qonaxê de DYA’yê tiştê dixwest bi dest nexist. Ozdemîr anî ziman ku guherîna rejîmê ya ku DYA li Îranê dixwest pêk nehatiye û ev tişt got: “Zirar didin Îranê, lê di encamê yên ku dê rejîma li Îranê biguherînin hêzên hundirîn in. Hêzekî bejayî ya di hundir de li ber çavan nayê girtin. Tevgerekî civakî ya ku rejîmê biguherîne jî tune ye. Hinekî bala xwe zivirandin ser Kurdan, lê Kurd jî êdî wekî berê nîn in, Kurd xwedan hesab û tehlîl in. Di encamê de heke guherînek di rejîmê de çênebe, Kurd çima xwe bixin xetereyê?”
 
ÎXTÎMALA ŞERÊ HERÊMÎ
 
Ozdemîr destnîşan kir ku îxtîmalekî din a cidî jî şerekî herêmî yê li dijî Îranê ye ku welatên kendavê jî tê de bin. Ozdemîr diyar kir ku berdewamiya geşedanên li Tengava Hurmuzê dê şerê di navbera welatên Kendavê û Îranê de bike "mecbûrî" û wiha pê de çû: “Ji ber ku çavkaniya herî girîng a dahata Îmarat, Qeter, Uman û Erebistana Siûdî firotina petrol û gaza xwezayî ye. Niha dema petrol û gazê nefiroşin, wê demê aboriya wan dê hilweşe û ew qraliyetên dewlemend ên berê nemînin. Ji ber vê ji bo vekirina Tengava Hurmuzê dê hemû vebijêrkan deynin ser maseyê. Yek ji van vebijêrkan dibe ku lihevkirina bi Îranê re be. Yek jî ew e ku bi Amerîkayê re rasterast bikevin nava şer û Tengavê bixin bin kontrola xwe. Ev wekî îxtîmaleke xurt xuya dike. Amerîka jî wan bi vî alî de dikişîne. Bi vê dikişandinê dixwaze eniyekê veke. Ji bo Amerîkayê ev nabe windahiyek mezin. Jixwe şerkirina van welatan ji bo Amerîkayê di heman demê de fersendekî mezin e ji aboriya şer û endustriya çekan. Planên bidestxistina bazarek fireh û kontrolkirina zêdetir a enerjiyê bi kontrolkirina Îranê li ser maseyê tên çêkirin, lê me dît ku piraniya planên emperyalîst ên li ser maseyê li qadê li hev nayên.”
 
Ozdemîr destnîşan kir ku pergala kapîtalîst dema di hilberînê de qelsî çêbibe pîşesaziya şer zêde dike û got: “Berî demekî kurt Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI) raporek weşand. Di vê raporê de jî hat diyarkirin ku firotina çekan li cîhanê zêde bûye, rêjeya firotina çekan a Amerîkayê di 10 salên dawî de ji sedî 31 zêde bûye. Heman tişt ji bo Îsraîlê jî derbasdar e ku veguherî hêzekê leşkerî û kompleksekê pîşesaziyê.”
 
ÎXTÎMALA DESTWERDANA BI RÊYA AZERBAYCANÊ
 
Ozdemîr anî ziman ku stratejiya DYA’yê ya qelskirina hêzên girêdayî Îranê dê di serdema pêş de jî berdewam bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dizanin ku nifûsa Azerî li Îranê pir zêde ye. Heke Kurd statuyekê bi dest bixin an jî ji bo bidestxistinê hemleyekê bikin, îxtîmalek heye ku Azerî tezên Tirkiyeyê biparêzin û ji bo Kurd destkeftiyên nû bi dest nexiin hemleyan bikin û ji wir eniyekê vekin. Di 8’ê Tebaxa 2025’an de Azerbaycan û Ermenistanê li Qesra Spî peymanek îmze kirin û diyar kirin ku dê bi hev re bixebitin. Amerîkayê ew Korîdora Zengezurê ya ku girîngiya wê ya dîrokî heye, kirê kir. Bi vî rengî vebijêrkek heye ku ji aliyê Bakur ve zextê li Îranê bikin. Kurd bigihîje astekî ku çeperan bi dest bixe, dibe ku Tirkiye rasterast mîna Sûriyeyê mudaxileyê Îranê neke, lê dikare bi rêya Azerbaycanê hemleyan bike.”
 
‘TIRKIYE DIKARE BIBE PARÇEYEKÎ ŞER’
 
Ozdemir diyar kir ku Tirkiye dikare bibe parçeyekî şer û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di pêvajoya li pêşiya me de heke vebijêrka Îranekê ku tenê Amerîka û Îsraîl kontrol dikin derkeve pêş, em dikarin bibêjin ku Tirkiye jî dê ji bo ji bazarê para xwe werbigire hemleyan bike. Di gelek analîzan de wiha tê gotin. Di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de di gelek qadan de pevçûn heye. Di gelek qadan de têkoşîna hêzê heye. Mijara bûyîna serdestê herêmê heye. Heke Îsraîl bibe yek ji welatên avakar ên Îranê, Tirkiye li gorî serdema berê di mijara aktorekî herêmî de dê hêzê winda bike. Ji ber vê yekê Tirkiye ji bo parastina pozîsyona heyî dikare derbasî vebijarkêk çalak bibe. Yek ji van vebijêrkan jixwe welatên NATO’yê li benda fersendê ne. NATO dibêje: ‘Ji bo xala 5’emîn bixin dewrê, heke moşekek li Tirkiyeyê bikeve, em ê tavilê vê bixin dewrê.’ Wê demê welatên Yekitiya Ewropayê vebijêrka ketina pêvajoya parvekirina Îranê ya bi rêya NATO’yê di rojevê de digirin. Lê heke sibe şert û merc biguherin, Fransa û Almanya dikarin ji bo parvekirina herêmê bibin parçeyekî pêvajoyê. Li vir bê guman dê Tirkiyeyê li ber çavan bigirin. Ji ber ku têkiliyên aborî û leşkerî yên her du welatan bi Tirkiyeya endama NATO’yê re zêde ne. Planên wan ên niha ew e ku Tirkiyeyê ji bo mudaxileya herêmê bikar bînin.”
 
MA / Ugurcan Boztaş
Nûçeyên Têkildar
Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 20’an de ye: Trump dîsa gef xwar
Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 20’an de ye: Trump dîsa gef xwar

Şerê Îran û DYA-Îsraîlê di roja 20’an de didome. Îsraîlê dîsa li dijî rayedarên payebilind ên Îranê êrişên suîqestê kir. Îranê jî êrişên xwe yên li dijî welatên Kendavê domand.

Şerê Îran, Îsraîl û DYA’yê di roja 19’emîn de ye
Şerê Îran, Îsraîl û DYA’yê di roja 19’emîn de ye

Êrişên di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê dest pê kir, di roja 19’emîn de didome û li Îranê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibin. Di heman demê êrişên Îranê yên li dijî Îsraîl û welatên Kendavê bi xwe re xetereya şerê herêmî roj bi roj zêde dike.

Li Îranê şer di roja 17’an de ye
Li Îranê şer di roja 17’an de ye

Şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de di roja 17’an de didome. Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê bi daxuyaniyekê banga têkoşîna hevpar li hemû gelan kir.

Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 16’an de didome
Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 16’an de didome

Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 16’an de didome û ji duh ve her du aliyan gelek noqteyên leşkerî û aborî hedef hatin girtin.

Êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê di roja 14’an de didomin
Êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê di roja 14’an de didomin

Êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê di roja 14’an de didomin. Êriş, her ku diçe li welatên herêmê belav dibe û windahiyên leşkerî û sivîl zêde dibin.