Girtiyê îranî: Amerîka me nakuje lê rejîm bibiryar e ku me bikuje

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyekî li Girtîgeha Tehranê ya Mezin tê ragirtin û bi malbata xwe re hevdîtin kr, got: “Ne DYA lê rejîm dê me bikuje.” 

 
Girtiyekî li Girtîgeha Tehranê ya Mezin tê ragirtin, bi rêya malbata xwe banga alîkariye li Navenda Şêwirmendiya Hiqûqî û Navenda Perwerdeyê ya Ji bo Aktivîstan (DADBAN) kir. Navendê, ji bo ewlehiya canê girtiyî, navê girtî neda û got ku girtî ev peyam parve kiriye: “Ev der Girtîgeha Tehranê ya Mezin e. Em di nava şertên giran de tên ragirtin. Dema axaftinê ya mafê me yê telefonê diqede û hêdî hêdî hemû telefon tên qutkirin. Têkiliya me ya bi dinyaya derve re hêdî hêdî qut dibe. Heta cigareyê jî nadin. Kantîna li girtîgehê hate girtin û em nikarin tu tiştekî bikirin. Deriyên hemû hucreyan bi makîneyên qeynaxê bi hev ve hatin girêdan. 
 
Li şûna ku canê me biparêzin, deriyan digirin ku heke moşekek were avêtin an jî teqînek çêbibe, em ê nekarin derkevin derve. Di van şertan de Amerîka me nakuje lê rejîm bibiryar e ku me bikuje. Çendek roj berê girtîgeh an jî cihekî nêzî girtîgehê hate bombebarankirin. Me hewl da derkevin derve. Gardiyanan bi çekan mudaxileyî me kir. Bi gazên îsotê mudaxile kirin. Di halê hazir de ne xwarina me heye ne jî ava vexwarinê. Heta xwarina girtîgehê jî nayê dayin. Pêwîstiyên me yên sereke yên jiyanî nayên dabînkirin. Car bi car ceyran diçe û em di şertên giran de dijîn. Beriya niha em li Evînê bûn û şert û merc bi qasî vir xerab nebûn. Em dixwazin gel alîkariyê bide me, daxwaza me piştevanî ye.”