ŞIRNEX - Hat tespîtkirin ku polîsê tevgera taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez ku zarokê bi navê Nîhat Kazanhan qetil kiribû, li derveyî welat e. Serokê dadgehê tu agahiyên din parve nekir.
Zarokê bi navê Nîhat Kazanhan ê 12 salî, di 14’ê Çileya sala 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji hêla polîsê tevgera taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez ve hate qetilkirin. Danişîna 15’an a doza polîsê kujer ku 2 sal û 7 meh in bi bultena sor lêgerîna wî heye, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate hat lidarxistin. Malbata Kazanhan û parêzerê wan tev li danişînê bû. Di danişînên berê de biryar hatibû dayin ku Serkan Kizildemîr ê ji qeydên HTS’ê hatibû tespîbkirin ku telefona faîl Mehmet Nûrbakî Goçmez bi kar aniye, bînin dadgehê û lê were guhdarîkirin. Lê hêzên ewlekariyê ev kes ne anîn dadgehê.
Serokê dadgehê, diyar kir ku bultena sor didome û got ku îfadeyên malbatê yên di danişînên berê de dubare ne û bi heman awayî bên tomarkirin. Parêzer Osman Cîngoz li dijî vê îtîraz kir û li ser vê yekê careke din li malbatê hate guhdarîkirin.
Dayika Nîhat Kazanhan, Ayşe Kazanhanê xwest bersûc were girtin û got: “Bila kujer were girtin, hûn kujer nas dikin, hûn dewlet in. Heke hûn bixwazin hûn dikarin vî kujerî bibînin. Kujerî bibînin.”
Bav Mehmet Emîn Kazanhan jî xwest ku bersûc were dîtin û girtin û ji bo vê tişta pêwîst were kirin. Serokê dadgehê jî dengê xwe bilind kir û ev îdiaye kir: “Mehmet Emîn beg, her tiştek tê kirin.”
Parêzer Osman Cîngoz, parastina xwe ya di danişînên berê de dubare kir û xwest bersûc were girtin.
'BERSÛC LI DERVEYÎ WELATE E’
Serokê dadgehê, diyar kir ku hatiye tespîtkirin ku bersûc li derveyî welat e û wiha domand: “Dema bersûc hate girtin em ê biryarê bidin. Her tişta pêwîst hate kirin. Bersûc li derveyî welat e. Ev yek hate tespîtkirin. Ji vir şûnde êdî çi hewce bike dê li derveyî welat were kirin.”
Serokê dadgehê têkildarî welatê bersûc lê dimîne û geşedanên têkildarî vê tu agahî parve nekir.
Dadgehê, bi daxwaza temamkirina kêmasiyên di dosyayê de doz taloqî 13’ê Hezîranê kir.
ÇI BÛBÛ?
Zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan, dema di 14’ê Çileya 2015’an de li Taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê di qadekê vala de ji xwe re dilîst, di encama gulebarana polîsê tevgera taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez de hate qetilkirin. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê cezayê muebbedê da polîsê bersûc. Lêbelê bi îdiayên “tehrîka neheq” û “başhaliyê”, cezayê bersûc daxist 13 sal û 4 mehan. Biryar, ji hêla dadgeha îstînafê û Dadgeha Bilind ve jî hate erêkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), bi sedema “daxistina cezayê ya ji ber tehrîkkirina neheq”, biryara “binpêkirina mafê jiyanê” da û ji bo encamên binpêkirinê rê li ber vekiriye ji holê rake, dosye dîsa şand 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê. Dadgehê, doz jinûve li dar xist û ji bo faîl Mehmet Nûrbakî Goçmez biryara girtinê da. Lêbelê tevî ewqas dem ser re derbas bû jî faîl hêj nehatiye girtin.