Ji bo tevlibûna pîrozbahiya Newroza Kopê bang hate kirin

Parve bike:
MÛŞ - Endamên Komîteya Amedekar a Newrozê ji bo Newroza dê sibe li Kopê û 15’ê Adarê de li navenda Mûşê bê pîrozkirin banga tevlibûnê kirin.
 
Newroz îsal dê bi dirûşma “Newroza azadî û demokrasiyê” dê zêdetirî 50 navendan bê pîrozkirin. Piştî startê li gelek bajar û navçeyan amadekariyên pîrozbahiyê dest pê kir. Îsal li Mûşê dê agirê Newrozê li naven û navçeya Kopê bê vêxistin. Di 14’ê Adarê de li Kopê û di 15’ê Adarê de li navenda Mûşê dê Newroz bê pîrozkirin. 
 
Komîteya Amedekar a Newrozê, ji bo gelê Mûşê banga tevlibûnê kir.
 
NEWROZ AZADIYÊ
 
Endamê Komîteyê Faîk Yasul, bal kişand ser dirûşma Newroza îsal û got Newroza îsal diyariyê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin û ev tişt got: “Bi hezaran hevalên me li girtîgehan in. Nexasim rakirina tecrîda li dijî Rêberê me û azadiya wî girîng e. Em ji bo bidawîbûna bêhiqûqiyên li Tirkiye û Kurdistanê agirê Newroza 2026’an vêdixin. Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllarî û Parlamenterê Mûşê Sezaî Temellî dê di 15’ê Adarê de li navenda Mûşê li Stasyona Trenê Newrozê bê pîrozkirin. Em hemû gelê xwe vedixwînin pîrozbahiyê.”
 
Endama Komîteyê Bîrcan Demîrê jî gor: “Sibê li Otogara Kopê û di 15’ê Adarê de jî li navenda Mûşê li Stasyona Trenê em ê agirê Newrozê vêxin. Em hemû gelê xwe vedixwînin.”