Ji bo Salih Muslim merasîm hat lidarxistin: Em soza xwedîderketina li têkoşîna wî didin

Parve bike:

RIHA - Ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li bajarê Qamişloyê merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de soz domandina têkoşîna Muslim hate dayin.

Ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, li Stadyuma 12’ê Adarê ya Qamişloyê merasîma cenazeyê hat lidarxistin. Bi hezaran kes tev li merasîmê bûn. 
 
Endama Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif di merasîmê de axivî û got: “Em sersaxiyê ji bo tevahiya gelê Kurd dixwazin. Em ji Rojava silavên xwe ji tevahiya gelê me yê li Silêmaniyeyê re dişînin. Ji Hewlêrê heta Amed, Mahabad û Qamişloyê, gelê me bi vê êşê ser pêya ye. Hevrêyê me Salih Muslim, mirovekî têkoşînê bû. Di her şert û mercan de di têkoşîna azadiyê ya gelê xwe de cih girt û ji bo mafên gelê xwe xebitî. Bêyî dudil bimîne, di hemû qadên têkoşînê de cih girt û bû rûpelek ji dîrokê. Salih Muslim, ji salên 80’ê heta niha bi fikr û ramanên Rêber Apo, bi hêviyeke mezin ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya. Dema li dijî Partiya Baasê têdikoşiya hate girtin lê tu caran paşvegav neavêt û di her şert û mercan de mafên gelê xwe parast. Hem bi xwe tev li têkoşînê bû hem jî malbata wî weke malbateke şoreşger di nava têkoşînê de cih girt. Ji ber vê jî li ser navê we tevan sersaxiyê ji bo Eyşe Efendiyê dixwazim.” 
 
YNK: DÊ TÊKOŞÎNA WÎ TU CARAN NEYÊ JIBÎRKIRIN 
 
Di merasîmê de peyama Serokê YNK’ê Bafil Talabanî jî hate xwendin. Peyam, ji hêla Lokman Werdî yê YNK’ê ve hate xwendin. Peyam wiha ye: “Salih Muslim sembolek Kurdayetiyê li Rojava, hevalê têkoşer, hevalek nemir e. Gelê me serkirdeyekî mezin ê wekî Salih Muslim Salih ku jiyana xwe ji bo têkoşîna gelê xwe daye, oxir dike. Ew bavê şehîd, têkoşer û pêşengekî gelê me bû. Ev têkoşîna wî nayê jibîrkirin. Em wek YNK Salih Muslim weke serkideyekî hêja dibînin, ne tenê serkirdeyek, dostek û hevalekê hêja yê Mam Celal Talabanî bû.
 
Em sersaxiyê ji malbat, hevalên wî, gelê rojavayê Kurdistanê û çar parçeyên Kurdistanê dixwazin. Salih Muslim li Kobanê hatiye dinê, lê ji bo Bakur, Başûr û Rojhilat jî têkoşîn kir. Lewma em di heman demê de serkirdeyekî netewî ye. Di nava Kurdan de gelek kayesetên jêhatÎ hene. Yek ji wan Salih Musilm e ku jiyana xwe ji bo azadî, gel û xaka xwe daye. Em dilsozê gelê xwe bû. Em şehîdê serfirazî û azadiya Kurdistanê bû.”
 
MALBATA MUSLIM: EM SOZA XWEDÎDERKETINA LI TÊKOŞÎNA WÎ DIDIN 
 
Keça Salih Muslim, Perwîn Muslim jî wiha got: “Li ser navê malbatê em spasiya başûrê Kurdistanê û rêveberiya wê dikin. Heke bavê min niha ev bidîta, dê çavên wî tije hesir bûbûna. Dê gelek keyfxweş bûbûya. Dîsa weke malbat em soz didin; ev çend sale bi malbatî me ji bo vî welatî her çi têkoşîn dabe, dê ji vir şûnde jî bidomînin. Em ê xwedî li keda wî derkevin, xwedî li têkoşîna wî derkevin.” 
 
 
Nûçeyên Têkildar
Xwendekar û mamoste li Rojava ji bo Kurdî meşiyan
Xwendekar û mamoste li Rojava ji bo Kurdî meşiyan

Li bajarên Dêrik û Tirbespiyê yên Rojava mamoste, xwendekar û bi sedan ji şêniyên herêmê ji bo zimanê Kurdî meşiyan ku di destûra bingehîn de bê misogerkirin.

Koma 5'emîn a koçberên Efrînî bi rê ket
Koma 5'emîn a koçberên Efrînî bi rê ket

Îro di danê sibehê de komeke din a koçberên Efrînî ji Qamişloyê ber bi warên xwe ve bi rê ket.

Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê
Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê

Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji bo pîrozkirina Newrozê çûn Şamê.

Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin
Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin

Li Hesekê û Qamişloyê agirê ewil ê Newroza 2026'an hat vêxistin.

Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin
Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li cem kurê xwe Şervan Muslim ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin.