AMED - Li navçeya Sûrê li Birca Ben û Senê agirê Newrozê hat vêxistin.
Bi pêşengtiya Tevgerên Jinan Azad(TJA), jinan bi dirûşmeya “Agirê Newrozê ku me ji Zekiye û Rahşanan wergirtiye em ê bi dirûşmeya ‘azadî û demokrasiyê’ gur bikin” li Bircên Ben û Sen ên navçeya Sûr a Amedê agirê Newrozê vêxistin. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û hevşaredarên navçeyên Amedê, endam û rêveberên DBP û DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan kes tev li pîrozbahiya Newrozê bûn.
Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ey Serok Newroza te pîroz be”, “Jin Jiyan Azadî”, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” hatin berzkirin. Ciwanan Çarxa Şoreşê xwendin. Jin bi meşelayan derketin ser sûran û dîmenên reng bi reng derketin holê. Piştre bi stranên Kurdî ve govend gerandin.
Aktivîsta TJA'yê Xecê Şahîn di pîrozbahiyê de axivî. Xecê Şahînê Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû cangoriyên Kurdistanê pîroz kir û ev tişt gotin: “Sûr, warê berxwedanê ye. Sûr, warê têkoşînê ye. Sûr, cihê bilindkirina têkoşînê ye. Sûr, cihê Zekiye Alkanan e ku bedena xwe bi agirê Newrozê pêça û agirê Newrozê geş kir. Em jî îro li vir, wek jinên Kurd, wek dayikên Kurd, wek gelê Kurd dibêjin ku; li Sûrê, li cihê berxwedanê, keleha berxwedanê, ew agirê ku wê bi laşê xwe bilind kir, heta ku em bigihêjin azadiyê, heta ku em bigihêjin serkeftinê û em aştiyeke bi rûmet mayînde bikin, em ê têkoşîna xwe bilind bikin û em ê têkoşîna xwe bikin govenda gelan.”
Xecê Şahînê li ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin rawestiya û wiha domand: “Pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk wek jinên Kurd, heta ku vê pêvajoyê bigihînin serkeftinê û heta ku azadiya Rêberê Gelê Kurd a fîzîkî em mîsoger bikin têkoşîna xwe nadin sekinandin. Em ê her bimeşin ber bi azadiyê, heta ku em vî agirî bi têkoşînê, bi serkeftinê, bi azadiyê tacîdar bikin. Em bihara gelan, Newroza gelê xwe û careke din Newroza cangoriyan, a berxwedêran û ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din pîroz dikin. Ji bo azadiya fîzîkî em ê têbikoşin. Meşa me ya serkeftinê wê dewam bike.”
Pîrozbahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.