Songul Fîdan bi dirûşma ‘Jiyan, jiyan, azadî’ ve hate definkirin

Parve bike:

MÊRSÎN - Li navçeya Akdenîzê Songul Fîdan a ku ji aliyê Selamî Aktekîn hatibû qetilkirin bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ve li Goristana Guneykentê hate definkirin.

 
Songul Aktekîn a ku diya 2 zarokan bû û li taxa Çîlekê ya li navçeya Akdenîz a Mêrsînê ji aliyê Selamî Aktekîn ve hate qetilkirin. Songul Fîdan ji aliyê jinan ve hate definkirin. Cenazeyê Songul Fîdanê li Goristana Guneyken a Toroslarê hate definkiirn. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Mîmoza ya Jinan tev li merasîma definkirinê bûn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Kuştina jinan polîtîk e” berz kirin.
 
Platforma Jinan a Mêrsînê, têkildarî qetilkirina Songul Fîdanê sibê saet di 18.00’an de dê li ber Pozcu Kotonê daxuyaniyê bide.