Giliyê polîsên dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê hate kirin

Parve bike:
ANTALYA - Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Antalyayê, der heqê polîsên ku dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê serlêdana sûc kir.
 
Di mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya ji aliyê Platforma Jinan a Antalyayê ve hate lidarxistin de, polîsan dest danî ser pankarta 8’ê Adarê. Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Antalyayê der heqê polîsan de serlêdana sûc kir. Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Antalyayê diyar kir ku bêyî nîşandana belgeya fermî polîsan dest danîne ser pankartê û serlêdana sûc ji bo Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê kir.
 
‘MUDAXILEYA KEYFÎ’
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Antalyayê Vahîde Dogan beriya serlêdanê li pêşberêi Edliyeya Antalyayê axivî û got hejmara “8” a li ser pankartê wek “propagandaya rêxistinê” hatiye nîşandan û heman dîmen li gelek çalakiyên li bajarên din hatine bikaranîn û ev mudaxileyekî keyfî ye. Vahîde Doganê anî ziman ku keziyên hûnandî sembola jina ku li Sûriyeyê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye qetilkirin îfade dike û destnîşan kir ku dê li dijî dijminatiya jinan têbikoşin.
Piştî daxuyaniyê Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Antalyayê diyar kir ku bêyî nîşandana belgeyek fermî polîsan dest danîne ser pankartê û der heqê polîsan de serlêdana sûc kir. 
Nûçeyên Têkildar
Rojnamegera îranî Leila Kari Khamaneh: Em ji bo rejîmê nagirîn, li şûna şînê direqisin
Rojnamegera îranî Leila Kari Khamaneh: Em ji bo rejîmê nagirîn, li şûna şînê direqisin

Rojnameger Leila Kari Khamaneh ku ji ber zextên rejîma Îranê koç kiriye, diyar kir ku rejîm dijminê jina ye û got: “Hikûmet li bendê ye xelkê Îranê bigirî lê em êdî şînê nagirin, direqisin.”

Kovara Jinê bi manşeta ‘Şer û berxwedan’ derket
Kovara Jinê bi manşeta ‘Şer û berxwedan’ derket

Hejmara 159’an a kovara Jinê bi manşeta “Şer û Berxwedan: Bîr, Têkoşîn û Pêşeroj” derket.

Peyama jinên serhedî ya 8'ê Adarê: Ev sedsal sedsala azadiya me ye
Peyama jinên serhedî ya 8'ê Adarê: Ev sedsal sedsala azadiya me ye

Jinên Serhedî yên ku tevli şahiya 8'ê Adarê bûn diyar kirin ku daxwaza wan ew ê ku azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û gotin: "Heke em li berxwe bidin em ê azad bibin û azad bikin."

Jinên li gelek bajaran daketin qadên 8’ê Adarê: Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin
Jinên li gelek bajaran daketin qadên 8’ê Adarê: Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin

Jinên bi boneya 8’ê Adarê li gelek bajaran daketin qadan, peyama “Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin” dan.

Di mitînga Kadikoyê de ji bo jinên îranî peyam: Em bi we re ne
Di mitînga Kadikoyê de ji bo jinên îranî peyam: Em bi we re ne

Di mitînga 8’ê Adarê ya li Kadikoyê de ku bi hezaran jin tev li bûn, îşaret bi êrişên ser Îranê hate kirin û wiha hate gotin: “Jinên îranî bi sala ye li dijî rejîma molayan û hêzên emperyal-siyonîst têdikoşin û em bi têkoşîna wan re ne.”