Lengergeha li cihê hêlinên çûkan hatiye çêkirin bandoreke neyînî li populasyona çûkan dike

Parve bike:

WAN - Lengergeha li qeraxê Gola Wanê li herêma hêlînên çûkan hatiye çêkirin, bandoreke neyînî li ser populasyona çûkan dike. Ji ber çêkirina lengergehê hêlînên çûkan texrîb bûn û tê gotin ku vê jî kir ku populasyona çûkan kêm bibe. 

 
Sînan Aslan ê weke qeyûm li Şaredariya Artemêtê ya Wanê hatibû tayînkirin, di sala 2021’ê de li Taxa Buzhaneyê li qeraxê Gola Wanê lengergehek çêkir. Lengergeh, di nava qamirgehê li herêma hêlînên çûkan hate çêkirin. Ev lengergehe, bandoreke neyînî li ser zêdebûn û populasyona çûkên koçber ên her sal tên herêmê dike. Lengergeha ku li ser erdekî biqasî 116 hezar donimên qamirgehê hate çêkirin, di sala 2023’yan de hate temamkirin. Biqasî kîlometreyekê dirêj e û firehiya wê jî 5 metre ye. Bi çêkirina lengergehê re qamirgeha li dora hêlînên çûkan jî tune bû. Vê jî bandoreke neyînî li ser zêdebûna çûkan û populasyona li herêmê kir. 
 
Gola Wanê û derdora wê, yek ji cihên herî biav ên herêmê tên zanîn û malovaniya nêzî 250 cureyên çûkan dike. Piraniya van cureyên çûkan, di demsalên koçê de tên qeraxa golê, qamirgeh û çiravan. Hinek cure jî di demsalên havînê de li vê herêmê hêlînên xwe çêdikin û hêkan dikin. 
 
QADA XWE YA XWEZAYÎ WINDA KIRIN
 
Bi taybet jî çûkên li qadên qamirgehê dijîn, hêlînên xwe yên biewle li vir çêdikin. Lêbelê piştî temambûna projeya banda qeraxê, çûkan jî qadên xwezayî yên jiyanê winda kir. Çûk, neçar dimînin ku dadin ser rûniştekên li seranserî rê û banda qeraxa golê hatine danîn. Ev rewş jî dike ku xwarin û vexwarina çûkan xerab bibe û hem jî dike ku gef li ser ewlehiya wan çêbibe. Çavdêr, dibêjin ku çûk di çêkirina hêlînan de zehmetiyê dikêşin û di dema koçê de cihê ku lê bimînin peyda nakin. 
 
CURBICURIYA BIYOLOJÎK KÊM DIBE 
 
Qamirgeh û çiravên li Gola Wanê ne tenê ji bo çûkan, her wiha ji bo ekosîstema herêmê jî xwedî cihekî girîng e. Ev qad, dikin ku cureyên gihayan jî berfireh bibin û qadên jiyanê yên masî û zindiyên avê ne. Li hêla din derfetê dide ku çûkên koçber rola xwe ya di zincîra ekolojîk de bidomînin. Tunekirina qamirgehan û neparastina cihên avî, hem zirarê dide cureyên çûkan hem jî dike ku curbicuriya biyolojîk a li herêmê kêm bibe. 
 
HEJMARA ÇÛKAN KÊM DIBE
 
Bi banda qeraxê re çûk dikevin stresê û ev jî dike ku hêkan nekin û cureyê wan zêde nebe. Rêjeya çûkên ciwan jî her ku diçe kêm dibe. Çûkên li vê herêmê dijîn, hem ji bo ekosîstema herêmê hem jî ji bo domdariya rêyên koçê xwedî cihekî krîtîk in. Neparastina qamirgeh û cihên avî, ne tenê ji bo çûkên li herêmê, her wiha li ser tevahiya ekosîstemê jî gefeke mezin e. 
 
PARASTINA QAMIRGEHAN 
 
Banda qeraxê ya li Artemêtê li qada jiyanê ya çûkên koçber hatiye çêkirin, hem qadên jiyanê yên çûkên koçber texrîb dike hem jî ji ber xerakirina hevsengiya ekosîstemê, ne tenê di asta herêmî de lê di astekî navneteweyî de weke pirsgirêkeke hawirdorî derdikeve pêş. Parastina qamirgeh û cihên avî, ji bo cureyên çûkên koçber nifşên xwe bidomînin pir girîng e.
 
MA / Zeynep Durgut
 
Nûçeyên Têkildar
Projeya GES’ê ya li gundê Êzidiyan hat erêkirin: Em vê biryarê qebûl nakin
Projeya GES’ê ya li gundê Êzidiyan hat erêkirin: Em vê biryarê qebûl nakin

Şêniyên gundê Êzidiyan Bacinê yê Midyadê bertek nîşanî hewldana projeya GES’ê dan û diyar kirin ku ev heqaretekî li baweriya Êzidiyan e û ew ê qebûl nekin.

Çemê Mûradê di dorpêça JES û madenan de ye
Çemê Mûradê di dorpêça JES û madenan de ye

Endezyara Zîraetê Întîzar Guzelçayê diyar kir ku Çemê Mûradê di bin gefa madena zêr û JES’ê de ye û got: “Gefeke mezin li ser tenduristiya gel heye.”

Qirkirina ekolojiyê dibe sedema zêdebûna penceşêrê
Qirkirina ekolojiyê dibe sedema zêdebûna penceşêrê

Pisporê Onkolojiya Tibbî Halîs Yerlîkaya, diyar kir ku di nava salekê de 260 hezar bûyerên penceşêrê hatine tesbîtkirin û got yek ji sedema zêdebûna penceşêrê jî qirkirina ekolojiyê ye. Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen jî got: “Siyanûr tê wateya jehrê.”

Li Gimgimê nobeta li dijî ‘JES’ê didome
Li Gimgimê nobeta li dijî ‘JES’ê didome

Çalakiya nobetê ya li qada projeya JES’ê ku tê plankirin li gundê Xwarikê yê Gimgimê bikeve meriyetê, di roja 3’yan de didome.

Ji Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê daxuyaniya der barê lehî û bahozê de
Ji Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê daxuyaniya der barê lehî û bahozê de

Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê, diyar kir ku karesatên xwezayî ne tesadufî ne û banga bi "planên çalakiyê yên herêmî yên li ser bingeha ekolojiyê, zanistî û beşdarbûniyê" kir.