Mehmûd Xelîl: Xelkê Efrînê gihişt zeytûnên xwe

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandare Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl, anî ziman ku welatiyên Efrînê piştî bi salan gihiştine baxçeyên xwe yên zeytûnan. 

 
Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl nivîsek li ser hesabê xwe yê X'ê parve kir. Mehmûd Xelîl, diyar kir k di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29'ê Çileyê de, Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) gihişt bajarê Efrînê da ku qonaxa yekemîn a vegera koçberan li herêmên xwe temam bike.
 
Mehmûd Xelîl, destnîşan kir ku malbatên koçber bi silametî gihiştin cihê xwe û ewlehiya herêmên Cindirêsê, Şiyê û hejmarek gund û navçeyên girêdayî wan jî hatiye misogerkirin. Xelîl, her wiha îşaret pê kir ku hewldanên temamkirina aliyê mirovî yê girêdayî dosyaya dîlgirtî û windayan jî dewam dikin.
 
Xelîl, da zanîn ku biryare îro êvarî koma nû ya dîlgirtiyan bigihêje bajarê Hesekê û destnîşan kir ku aliyên têkildar dê ji Efrînê biçin Hesekê da ku çavdêriyê li pêşwazîkirina koma nû ya dîlgirtiyan bike. Xelîl diyar kir ku xebatên pêkanîna bendên peymanê, çareserkirina dosyayên asêmayî, di serî de dosyaya dîlgirtî û vegera koçberan, her wiha misogerkirina vegerandina mafan li xwediyên wan, di asta bilind de dewam dikin.  
 
Nûçeyên Têkildar
Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê
Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê

Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji bo pîrozkirina Newrozê çûn Şamê.

Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin
Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin

Li Hesekê û Qamişloyê agirê ewil ê Newroza 2026'an hat vêxistin.

Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin
Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li cem kurê xwe Şervan Muslim ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin.

Li Kobanê ji ber dorpêçê pirsgirêka tendurustiyê zêde bûye
Li Kobanê ji ber dorpêçê pirsgirêka tendurustiyê zêde bûye

Ji ber ku dorpêça li ser Kobanê bi tevahî nehatiye rakirin, gihîştina tenduristiyê zehmet dibe. Tê gotin ku heke dorpêç neyê rakirin, dê pirsgirêkên girantir rû bidin.

Ji bo Salih Muslim merasîm hat lidarxistin: Em soza xwedîderketina li têkoşîna wî didin
Ji bo Salih Muslim merasîm hat lidarxistin: Em soza xwedîderketina li têkoşîna wî didin

Ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li bajarê Qamişloyê merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de soz domandina têkoşîna Muslim hate dayin.