STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî eşkerekirina Deklarasyona Newrozê ya li Stenbolê axivî û got ku Newroza îsal dê bibe Newroza aştiyeke birûmet, azadî, demokrasî û yekitiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn.
Newroza îsal dê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” bê pîrozkirin. Deklarasyona Newrozê ya li Stenbolê, li hotêleke navçeya Kuçukçekmeceyê hat aşkerakirin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan tev li bûn. Piştî eşkerekirina deklarasyonê, nûneriyên partiyan axivîn.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku Newroza 2026’an Newroza azadî û demokrasiyê ye û ev tişt anî ziman: “Kawayê Hesinkar, agirê Newrozê li dijî Dehaqê zalim vêist. Gelê Kurd, bi rêya tevgera azadiyê ku tevahiya herêmê ronî kir re dîrok nivîsand. Bi paradîgmaya xwe ya ya azadiya jinê, demokratîk û aştiyeke birûmet têkoşîna xwe heta vê rojê anî. Bi vê yekê re bû parçeyeke girîng a têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiye û Rojhilata Navîn. Heta Tirkiye demokratîk nebe, ne pirsgirêka Kurd ne jî ya Elewî û gel û baweriyên din çareser dibe.”
TULAY HATIMOGÛLLARI: DÊ BIBE NEWROZA YEKITIYÊ
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari şerê li Rûsya, Ûkrayna, Filistîn, Efxanistan, Îran û li gelek deverên din ên cîhanê bi bîr xist û got ku Newroza îsal dê li dijî vê tarîtiyê bibe çiraya azadî û demokrasiyê. Tulay Hatîmogûllariyê got ku Newroza îsal dê bibe aştiyeke birûmet, azadî, demokrasî û yekitiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn. Di berdewamiya axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllariyê îşaret bi Banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û anî ziman ku Newroza îsal dê ji bo avakirina civaka demokratîk bibe gaveke girîng. Tulay Hatîmogûllariyê, çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî bi bîr xist û got ku jin dê bi ruh û rengê 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin. Herî dawî jî Tulay Hatîmogûllari bang li hemû karker, kedkar, xizan, teqawid, Kurd, Tirk, Ereb, Elewî û welatiyan kir ku li dora têkoşîneke hevpar xwe birêxistin bikin, vê têkoşînê bi agirê Newrozê mezintir bikin û biherikin qadên Newrozê.
ESP Û SODAP: DIVÊ BIBE NEWROZA BERXWEDANÊ
Endama MYK’a Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mediha Kayaci jî got ku Newroza îsal divê bibe Newroza berxwedanê.
Wekîla DEM Partiyê û Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezbn Konukçu jî got ku divê ji bo daxwazên gelê Kurd, karker û kedkaran bi hev re dakevin qadên Newrozê.
EHP: HEWCEYE GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk jî anî ziman ku divê bi Newrozê re azadî û aştî were welat û wiha axivî: “Ocalan û tevgera Kurd tişta pêwîst kir. Niha dora dewletê ye û divê gavên şênber biavêje. Divê qeyûm bi dawî bibin, biryarên DMME’yê bên bicihanîn, şert û mercên Ocalan biguherin. Dema ev bûn, wê demê dê aştiyeke mayinde bibe. Li gorî me Newroz jî wiha dê watedar bibe.”
TOP: ALIYÊ ME EV DER E
Endama Lijneya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozelê jî şerê li Rojhilata Navîn û cîhanê bi bîr xist û got ku dîrok tenê li gorî daxwaza serdestan pêş nakeve. Juliana Gomezê got ku li Filistînê, Rojava û her derê jin daketin qadan û gelê kurd bi sala ye ji bo aştiyeke birûmet têdikoşe, bi domdarî got: “Aliyê me ev der e. Agirê Newrozê dê dê ji bo civakeke nû geş bibe. Weke ciwan, jin û kedkaran em ê Newrozê pîroz bikin.”
EMEP Û SYKP: HEWCEYE HER KES LI QADA NEWROZÊ BE
Ji Partiya Kedê (EMEP) Levent Gokçek jî îşaret bi şerê li dinyayê kir û got emperyalîzma DYA’yê ji gelan re demokrasiyê nabe û divê baregehên DYA’yê bên girtin. Gokçek, xwest ku dewlet ji bo çareseseriya pirsgirêka Kurd jî gavên şênber ên weke perwerdeya zimanê dayikê, rakirina TMK’ê biavêje.
Hevseroka Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû jî bal kişand ser girîngiya Newrozê û got ku ji bo dewlet gavên şênber biavêje ew ê Newrozê pîroz bikin. Her wiha xwest ku şertên Abdullah Ocalan bên başkirin, girtiyên nexweş bên berdan, TMK were rakirin û bang kir ku her kes dakeve qadên Newrozê.
‘NEWROZ BERXWEDAN E’
Nûnerê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olê ya Stenbolê (ÎAYDER) Naîf Tuna, ji Partiya Çep a Kesk Dîdem Goçer, endama PM’a Partiya Şoreşger Mediha Yuksel jî anîn ziman ku Newroz berxwedane û bang li her kesî kirin ku tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin.
Herî dawî jî endamê Komîteya Amadekar a Newrozê û Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan jî têkildarî Newrozê agahî da.