Rejîma Îranê hevdîtina girtiyên siyasî ya bi malbatan re qedexe kir
- Rojane
- |
- 9 Adar 2026 13:43
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya Parastina Şerîfe Mihemedî ragihand ku rayedarên Girtîgeha Lakanê hevdîtina bi malbatan re li Şerîfe Mihemedî û girtiyên din ên siyasî qedexe kiriye.
Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ku di 28’ê Sibatê de dest pê kir, di roja 10’an de didome. Li gel vê, her diçe rewşa li girtîgehan jî xirabtir dibe. Bi taybet jî gef û zexta li ser girtiyên siyasî her diçe tundtir dibe.
Kampanyaya Parastinê ya Şerîfe Mihemedî têkildarî rewşa girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ku li girtîgeha Lakanê ya li bajarê Reşd a Îranê tê ragirtin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li girtîgeha Lakanê berpirsên girtîgehê hevdîtina Şerîfe Mihemedî û hejmarek girtiyên din ên siyasî ya li gel malbatên wan qedexe kiriye.
Kampanyaya Parastinê ya Şerîfe Mihemedî diyar kir ku ev yek li ser ewlehî û tenduristiya girtiyan, di nav malbatên wan û raya giştî de bûye sedema fikarên kûr, bi taybet piştî veguhestina hinek girtiyan beriya niha û wan wekî mertalên xwe bi kar anîn.