Strana Newroza 2026’an: Newroza Serfiraziyê

Parve bike:

AMED - Di daxuyaniya li Amedê de strana Newroza îsal û klîba wê jî hate danasîn. 

Newroza îsal dê li herî kêm 53 navendan bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” bê pîrozkirin. Strana Newroza îsal û klîba wê hate danasîn. Gotinên strana “Newroza Serfiraziyê” yên Heval Dilbihar in. 
 
Gotinên strana ji zaravayên cuda yên zimanê Kurdî hatiye nivîsandin wiha ne:
 
Dest û zendên xwe badane
Agirekî sor dadane
(Ala azad’yê hildane)
Govenda xwe digerînin
Roja me hemû Kurdan e
 
Newroz roja rizgariyê
Xeml û rewşa azadiyê
Li çar milên Kurdistanê
(Li her çar milên cîhanê)
Nîşana serfiraziyê
 
Newrozê tu xweş Newroz î
Tu ji bo me soz û doz î
Li ber bahoz û tofanan
(Agirê te gur û geş e)
Stargeha me ya pîroz î
 
Ruhê me yê neteweyî
Bi hezaran salan heyî
Heta ku yek ji me hebe
Tu her taca serê me yî
(Tu her agirê dilê me yî)
 
Çiya bi te serbilind in
Gund û bajar bi te rind in
Tu yî giyanê me Kurdan 
Em hene û dê her hebin
 
Newrozê tu xweş Newroz î
Tu ji bo me soz û doz î
Li ber bahoz û tofanan
(Agirê te gur û geş e)
Stargeha me ya pîroz î
 
Kirmanckî (Zazakî)
 
Newroz ti çi weş Newroz î
Ti seba ma soz û doz î
Verba tîpî û tofonan
(Adirê to girr û xidar o)
Setara ma ya bimbarek î
 
Soranî
 
Newroz tu xoş Newroz î
Tu bo ême soz û doz î
Le ber bahoz û tofanan
(Agirit gurr û geş e)
Boman penagey pîroz î
 
Kelhûrî
 
Newrûzegem xweş Newrûz î
Ti hem peyman hemîş sûz î 
Le niway her wahêllanê
(Agireged germ û gurr e)
Penagay berz û pîrûz î
 
Hewramî
 
Newroz to weş newroznî
Pey ême soz û doznî
Werû bahoz û demeyne
Killpew ayirî geşîtne
Peyma dalde û pîroznî    
 
 
Nûçeyên Têkildar
Li Şirnexê piştî Newrozê meşeke girseyî hat lidarxistin
Li Şirnexê piştî Newrozê meşeke girseyî hat lidarxistin

Pîrozbahiya Newrozê ya Şirnexê ku bi deh hezaran kes tev li bû, bi gerandina govendê bi dawî bû. Piştî pîrozbahiyê jî meşeke girseyî hat lidarxistin û dirûşm hatin berzkirin.

Newroza Wanê bi dawî bû
Newroza Wanê bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Wanê ku tevî hewayê sar û baranê jî bi beşdariya sed hezaran hat lidarxistin, bi dawî bû.

Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Wanê
Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Wanê

Wanê, îsal şahidiya yek ji Newrozên herî qelebalix kir. Tevî hewayê sar û baranê jî bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Qad tije bû û coşa Newrozê zêde bû.

Newroza Stenbolê bi konsera Koma Amed bi dawî bû
Newroza Stenbolê bi konsera Koma Amed bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Stenbolê ku bi sed hezaran kes tev li bû, bi stranên Koma Amedê bi dawî bû.

Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Kurdên li Konyayê ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê kom bûn, Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz kir. Li qada Newrozê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.