Biryara îmarê ya têkildarî Newala Qesabayê hate betalkirin
- Rojane
- |
- 9 Adar 2026 11:18
- |
SÊRT - Dadgeha Îdareyê ya Sêrtê, biryara betalkirina biryara qeyûmê Şaredariya Sêrtê ku destûra îmara li Newala Qesabayê dida, betal kir.
Biryara qeyûmê Şaredariya Sêrtê ku rê dida li Newala Qesabayê ya gorên komî lê hene avahî bên çêkirin, hate betalkirin. Dadgeha Îdareyê ya Sêrtê ku di 11’ê Nîsana 2025’an de biryara sekinandina biryarê dabû, vê carê biryar da ku bi temamî were betalkirin. Dadgeha Îdareyê ya Sêrtê, biryara xwe ya têkildarî selêdana Odeya Plangerên Bajar a Amedê da û got ku biryara îmarê ya li Newala Qesaban derhiqûqî ye.