AMED - Tehliyeya Yilmaz Ak ê li Girtîgeha Erzînganê tê ragirtin, bi hinceta “sûcên disiplînê yên li pey hev ên heta sala 2017’an” hate astengkirin û ji bo sala 2017’an jî îdiaya “ji bo biryara başhaliyê bigire dev ji sûcên disiplînê berdaye” hate kirin.
Yilmaz Ak ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê tê ragirtin, 31 sal in di girtîgehê de ye. Tehliyeya Ak, cara 2’yemîn ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hate astengkirin. Ak ku di 15’ê Tebaxa sala 1995’an de hate girtin, di 25’ê Adara 1996’an de cezayê muebbedê lê hate birîn. Diviyabû Ak di 31’ê Tîrmeha 2025’an de bihata berdan lêbelê bi hinceta “nebaşhaliyê” tehliyeya wî hate astengkirin. Ak, di 28’ê Çileyê de dîsa derket pêşberî lijneyê û vêcarê jî bi îdiaya “poşman nîne û nebaşhal e” tehliyeya wî hate astengkirin.
Di biryara taloqkirina tehliyeyê de gotinên weke “Tevî bi biryareke teqez a dadgehê cezayê lê hatiye birîn jî vê biryara darazê qebûl nake” û “dibêje ku bêsûc e” hatin kirin. Di berdewamê de jî ev îdiaye hate kirin: “Hat dîtin ku girtî ji ber sûcê xwe poşman nîne û em gihiştin wê qenaetê ku heke derve dê heman sûcî dîsa bike.”
NIRXANDINÊN ŞEXSÎ
Di berdewama biryarê de wiha hate gotin: “Di pêvajoya girtîgehê de xebatên xwe yên rêxistinî domand, bi hikûmxwarên din ên endamên rêxistinê re ji hêla fikrî û çalakiyan ve bi hev re tevgeriya, bi mebesta rêxistinî tev li çalakiyên greva birçîbûnê bûye.” Di biryarê de ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têgeha “qaşo tecrîd” hate bikaranîn û çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê weke hinceta biryarê hate nîşandan. Di berdewamê de wiha hate gotin: “(...) her çend cezayên disiplînê yên ji ber greva birçîbûnê lê hatine birîn hatibin rakirin jî, di cezayên disiplînê de hatiye gotin ku armanca çalakiyan weke çalakiyên rêxistinî hatine destnîşankirin, gelek hikûmxwarên di sala 1995’an de hatin girtin di çarçoveya armanca rêxistinî de gelek cezayên disiplînê lê hatiye birîn, ev cezayên disiplînê heta sala 2017’an jî bi awayekî rêk û pêk hatine kirin, lê tê fêmkirin ku piştî dema berdana bişert nêz bû, kesên ji sûcên rêxistinî hatine girtin ji bo ji başhaliyê sûd bigirin dev ji cezayên disiplînê berdane, hikûmxwar bi van kiryarên xwe qeydên bi armanca pergal û ewlehiya girtîgehê hatine destnîşankirin binpê kiriye.”
Lijneyê, di hincetên rêzkirî de ji bo Ak gotina “ji ber sûcê xwe poşman nîne” û îdiaya “nebaşhal e” dike. Lijneya ku tehliyeya Ak ji bo 6 mehan taloq kir, biryar da ku di 29’ê Tîrmehê de rewşa Ak jinûve binirxîne. Ak jî li dijî biryarê li Dadgeriya Înfazê ya Erzînganê îtîraz kir.
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel