DBP: Divê birêz Ocalan azad bibe

Parve bike:
AMED - DBP’ê, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Navnîşana çareseriyê diyar e, zelal e; divê birêz Ocalan azad bibe.” 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî salvegera 27'emîn a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi serenavê “Navnîşan û îradeya çareseriyê diyar e; divê birêz Ocalan azad bibe!” daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
DBP’ê, bi bîr xist ku komployê 27 sal li pey xwe hişt û da zanîn ku Abdullah Ocalan, bi biryara xwe ya çareseriyê û bi îradeya ku meşand, hesabên vê komployê bi her awayî vala derxist.
 
‘OCALAN SENARYOYÊN KAOSÊ VALA DERXIST’
 
Di berdewamê de DBP’ê destnîşan kir ku komploya navneteweyî encameke planên hêzên hegemon bû û wiha domand: “Hêzên hegemon hewl didan Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve saz bikin. Di vê pêvajoyê de, li dijî qeyranên Modernîteya Kapîtalîst, paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a ku birêz Ocalan bi nexşeya ‘Rêya Sêyemîn’ diyar kir, ji pêşeroja gelan re rêyên çareseriyê yên alternatîf vekir. Hêzên netew-dewlet bi komployê hewl dan daxwaza azadî û wekheviyê ya gelan bifetisînin û hewl dan, bi polîtîkayên şer û nijadperest pêşeroja erdnigariya Rojhilata Navîn tarî bikin. Lê, birêz Ocalan ê ku ji Sibata 1999’an vir ve di bin tecrîdeke giran de tê girtin, bi paradîgmaya ku pêş xist, planên ‘tesfiyekirina gelan’ û senaryoyên ‘kaosê’ pûç kir. Li hember hewldanên Modernîteya Kapîtalîst a ku dixwastin bi komployê 3’yemîn Şerê Cîhanê bidin destpêkirin, birêz Ocalan Girava Îmraliyê veguhest dibistana aştî û berxwedanê. Li hember senaryoyên qirêj bi ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk’ bersiva herî mezin da.”
 
ÇARESERÎ BI ESASGIRTINA ÎRADEYA OCALAN PÊKAN E 
 
Daxuyanî wiha domiya: “Di bingeha şer û qeyranên siyasî û civakî yên ku îro li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin, neçareserkirina pirsgirêka Kurd û rejîma tecrîda Îmraliyê ye. Li hember vê dorpêçê, feraseta çareseriyê ya birêz Ocalan îro ji tevahiya Rojhilata Navîn re çareseriyê pêşkeş dike. Rewşa Rojava jî di vî warî de mînaka herî şênber e ku weke navnîşana çareseriyê taybetiya xwe diparêze. Geşedanên siyasî û leşkerî yên ku di demên dawî de li Sûriyeyê û Rojava tên jiyîn, hevsengiyên herêmî yên ku her roj tên guherîn jî nîşan didin ku çareseriya ‘Neteweya Demokratîk’ a birêz Ocalan çima û çiqas girîng e û jêneger e. Di vî warî de car din derdikeve holê ku; pêşeroja herêmê û Sûriyeyê, naskirina statuya gelê Kurd bi naskirina îradeya birêz Ocalan, bi esasgirtina nexşerêya wî ya çareseriyê mumkun e.
 
DIVÊ BIRÊZ OCALAN DEMILDEST AZAD BIBE 
 
Ji ber vê yekê jî, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de ragihand, ji bo avakirina civakeke demokratîk û ji bo sazkirina jiyaneke bi rûmet û aştiyeke mayînde weke nexşerêyeke dîrokî, xwedî cihekî girîng e. Ya ku birêz Ocalan di vê bangê de tîne ziman; îradeya muzakereya demokratîk û hêviya aştiya civakî ya milyonan kesan e. Ji ber vê yekê jî, her hevdîtinên ku li Îmraliyê pêk tên, tê wateya bihêzkirina pêwendiyên dîrokî û pêşxistina tifaqên stratejîk ên gelan. Di vî warî de, divê nêzikatiya li dijî birêz Ocalan weke berjewendiyên siyasî neyên dîtin, divê wek mifteya çareseriyê îradeya wî esas bê girtin. Gava herî şênber a vê rastiyê jî; li ser esasên muzekereyên demokratîk û zagonî demildest azadiya birêz Ocalan e.
 
HÊZA ÇARESERIYÊ YA BIRÊZ OCALAN JI BO PÊŞEROJÊ FIRSEND E 
 
Divê neyê jibîrkirin ku; projeya ‘Aştî û civaka demokratîk’ a ku birêz Ocalan hewl dide têxe meriyetê, di heman demê de têkoşîna avakirina komara demokratîk e. Di vê pêvajoya xeternak de ku her diçe bandorê li Tirkiye û Kurdistanê jî dike, hêza çareseriyê ya birêz Ocalan, ji bo pêşeroja gelan firsenda herî mezin û dîrokî ye. Siyaseta înkar û îmhayê ya ku bi komploya 15ê Sibatê re hedef hat girtin, îro ji aliyê îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan ve yek bi yek têk diçin. Li hember feraseta komplogeran, xwedîderketina vê îradeya dîrokî û avakirina pêşerojeke azad divê bibin peywirên me yên sereke. Ji ber vê yekê jî em car din diyar dikin; navnîşan û îradeya çareseriyê diyar e; divê birêz Ocalan azad bibe!”
 
Nûçeyên Têkildar
Abdullah Ocalan: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e
Abdullah Ocalan: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e

Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, wiha got: "Birêz Ocalan got ‘Statuya min girîng e. Divê ev mijar bê zelalkirin. Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e.’”

Michael Lowy: ‘Mafê hêviyê’ ji bo gelê Kurd gava yekem a azadiyê ye
Michael Lowy: ‘Mafê hêviyê’ ji bo gelê Kurd gava yekem a azadiyê ye

Sosyologê navdar Michael Lowy ku yek ji wan 33 ramangêrên cîhanî ye ku ji bo sepandina "mafê hêviyê" bang li Tirkiyeyê kiribûn, got: "Mafê hêviyê, di rêya azadiya gelê Kurd de gava yekem e."

'Hûn nikarin mirovekî heta mirinê di girtîgehê de ragirin'
'Hûn nikarin mirovekî heta mirinê di girtîgehê de ragirin'

Serokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîmarê pêvajoya aştiyê ye û got: "Ji bo ku mîmarê pêvajoyê heta mirinê di girtîgehê de nemîne, divê pergala înfazê were guhertin. Hûn nikarin bi qanûnan mirovekî heta mirinê di girtîgehê de ragirin."

Nirxandinên Abdullah Ocalan ên têkildarî Rojhilata Navîn û Sûriyeyê
Nirxandinên Abdullah Ocalan ên têkildarî Rojhilata Navîn û Sûriyeyê

Abdullah Ocalan, çareseriya di navbera Kurd û Tirkan de weke “çareseriya Rojhilata Navîn” dinirxîne û têkildarî geşedanên dawî gelek caran balê dikişîne ser polîtîkayên Ingilîzan.

Temellî: Pêşaniya qonaxa duyem azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e
Temellî: Pêşaniya qonaxa duyem azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ku bal kişand ser banga 27'ê Sibatê ya Abdullah Ocalan, got: "Pêşaniya qonaxa duyemîn azadkirina şert û mercên jiyan û xebatê ya birêz Ocalan e."