DFG’ê rojnameger Egîd Roj bi bîr anî

Parve bike:

AMED - DFG’ê, rojnameger Egîd Roj ku ji hêla dewleta Tirk ve bi SÎHA’yan hatibû qetilkirin, di salvegera qetilkirina wî de bi bîr anî. 

 
Rojnameger Egîd Roj, di 15’ê Sibata sala 2025’an de li Bendava Tişrînê di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta Tirk de hate qetilkirin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), bi boneya salvegera qetilkirina rojnameger Egîd Roj, daxuyaniyek da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Bendava Tişrînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di êrişê de rojnamevan Egîd Roj jiyana xwe ji dest da. Niha salvegera yekemîn a qetilkirina wî ye. Egîd Roj, bi gotina xwe ya ‘Ez tenê rojnamevanek nebûm, di heman demê de ez şahidê dîrokê bûm û heta demê dawî ya jiyana xwe jî dê wisa bimînim’ di bîra gel de cih girt. Îro şagirt û şopdarên wî di rêya wî de i pey rastiyê digerin. 
 
Rojnamegerî ew e ku li dijî kesên dixwazin rastiyê tarî bikin, bibin dengê gel. Xwestin kameraya Egîd Roj bêdeng bikin lê şahidî, nivîs û şopa ku wî hişt, îro bi hêztir dijî. 
 
Armanca êrişan dibe ku hewldana tunekirina rastiyê be lê her yek ji van êrişan, dike ku rastî hêj bêhtir xuya bike. Li hemberî bîranîna Egîd Roj em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û em ê mîrateya wî mezintir bikin. 
 
Em e tu caran dev ji nivîsandina rastiyê, şahidiya xwe û parastina rastiyê bernedin.”