Dorpêça li ser Kobanê 27 roj e didome: Zarokekî jiyana xwe ji dest da

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kobanê ku 27 roj in di dorpêçê de ye, zarokê 12 salî Dildar Rêzan Hiso ku tedawiya wî li Helebê dihat kirin, ji ber rê girtî ne jiyana xwe ji dest da. 
 
Dorpêça HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk a li ser bajarê Kobanê ya rojavayê Kurdistanê didome. Ji ber dorpêça li ser bajêr, xwegihandina xizmetên tenduristiyê ya li bajar her ku diçe zehmettir dibe. Gelek welatiyên ji ber nexweşiyên xwe divê li derveyî bajar tedawî bibin hene lê ji ber ku rê girtî ne, nikarin biçin tedawî bibin. Yek ji wan jî zarokê 12 salî Dildar Rêzan Hiso bû.
 
Malbata Dildar Hiso ew demeke dirêj bû li nexweşxaneya El Camiî ya Helebê ew tedawî dikir. Piştî 26 rojan ji dorpêçê laşê Dildar êdî nema tehemûl dikir, diviyabû derbasî Helebê bûbane. Duh Dildar Hiso ji ber nexweşiya xwe ya Breez li nexweşxaneya Kobanê jiyana xwe ji dest da.
 
Li gorî agahiyên malbata wî dan; bijîşkê tedawiya Dildar dike li Helebê ye, dikarîbû wî derman bike û ew wefat neke. Ji ber dorpêça li ser Kobanê û girtina rêya di navbera Kobanê û Helebê de, malbatê nikarîbû Dildar derbasî Helebê bike. Ji ber vê yekê jî jiyana xwe ji dest da. 
 
Nûçeyên Têkildar
Konvoya ewil a ber bi Efrînê ve dê bi rê keve: Dê bi girseyî bê pêşwazîkirin
Konvoya ewil a ber bi Efrînê ve dê bi rê keve: Dê bi girseyî bê pêşwazîkirin

Vegera biewle ya welatiyên ji cih û warên xwe hatine koçberkirin, bi awayekî fiîlî dest pê kir. Di roja duşemê de dê konvoyeke ji malbatan pêk tê ber bi Efrînê ve bi rê keve. Tê payin ku li 3 bajarokan bi coş bên pêşwazîkirin.

Li Şêxlêrê dê hêzên asayîşê ewlehiyê biparêzin
Li Şêxlêrê dê hêzên asayîşê ewlehiyê biparêzin

HSD’ê di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê de xwe ji navçeya Şêxlêrê vekişand û ewlehiya navçeyê dê hêzên asayîşê biparêzin.

Gotin yekparebûna axa Sûriyeyê ye lê pratîk dagirkerî ye
Gotin yekparebûna axa Sûriyeyê ye lê pratîk dagirkerî ye

Tirkiyeya ku li ser bingeha dijberiya Kurdan polîtîkaya yekparebûna axa Sûriyeyê wekî hincet nîşan dide, li 7 bajarên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya wê de ne, saziyên perwerdehiya Tirkî yên bi mufredata Enqereyê û pergalekî îdarî ava kir. Ev gav wekî nîşaneya mayindebûnê têne nirxandin.

Ji bo Kurd vegerin Reqayê komîte hate avakirin
Ji bo Kurd vegerin Reqayê komîte hate avakirin

Şandeya Ewlekariya Hundirîn, ji bo kesên ji cih û warên xwe hatine kirin bi awayekî ewle vegerin, bi waliyê Reqayê re hevdîtin kir.

Ziad El-Ayeş ê HTŞ’î ji hêla MÎT’ê ve hatiye perwerdekirin
Ziad El-Ayeş ê HTŞ’î ji hêla MÎT’ê ve hatiye perwerdekirin

Ji bo şopandina peymana 29’ê Çileyê ya di navbera HSD û hikûmeta demkî de Ziad El-Ayeş hate peywirdarkirin. Tê zanîn ku El-Ayeş, ji hêla MÎT’ê ve hatiye peywirdarkirin û leşkerekî berjewendiyên Tirkiyeyê diparêze ye.