Girtîgeh li derveyî pêvajoyê hatine hiştin!

Parve bike:
WAN - Rêveberê ÎHD’ê Kemal Tîbelîk, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê zêde dibin, girtî nikarin bi malbatên xwe re têkiliyan deynin, bi destkelemçekirî dibin nexweşxaneyê û got: “Pêvajoyeke dimeşe heye lê mixabin girtîgeh li derve hatine hiştin.” 
 
Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê her ku diçe zêdetir dibin. Bi taybet jî li qawîşên girtiyên nexweş, jin û zarok lê dimînin şertên jiyanê her ku diçe girantir dibin. Hevdîtina girtiyan a bi malbatên xwe re tê astengkirin û di dema sewqkirina nexweşxaneyê de jî lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin û destên wan tên kelemçekirin. Hat diyarkirin ku ev sepan jî hem bandorê li tenduristiya girtiyan dike hem jî rûmeta mirovan binpê dike. 
 
Parêzer Kemal Tîbelîk ku di rêveberiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD9 a Wanê de cih digire, têkildarî rewşa girtiyan û binpêkirinan axivî. 
 
‘DIVÊ SEPANÊN RÛMETÊ BINPÊ DIKIN BÊN BINPÊKIRIN’ 
 
Tîmbelîk, anî ziman ku mafên girtiyan tên astengkirin û got: “Mafên weke xwarin, jiyan, ewlehî û xwepêşxistinê tên binpêkirin. Ev maf, mafên xwegihandina tenduristiya madî û manewî ne. Mixabin ev maf li girtîgehan tên binpêkirin. Li şûna ku girtiyan ji bo civakê amade bikin, ji civakê dûr dixin. Em dixwazin ku sepanên weke kêmdayîna xwarinê, binpêkirina mafê tenduristiyê û sepanên rûmeta girtiyan binpê dikin bên bidawîkirin. Bi taybet jî gilî hene ku dibêjin girtiyên zarok birçî tên hiştin. Dema girtiyan dibin revîrê jî bijîşk wan derman nakin, daxwazên wan vedihêlin û ji ber vê jî pirsgirêkên wan ên tenduristiyê giran dibin.” 
 
‘AQUBETA DAXWAZNAMEYAN NAYÊ ŞOPANDIN’ 
 
Bi domdarî Tîbelîk bi lêv kir ku bersiva serlêdanên girtiyan ên têkildarî binpêkirinên mafan nayê dayin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji me re gilî tên û dibêjin ku daxwaznameyên wan ên ji bo wezaret û dadgehê yan nayên şandin an jî tên windakirin. Di vir de kêmasiyeke mezin heye. Tevî ku hejmara tomarkirina daxwaznameyê heye jî van hejmaran nadin girtiyan. Lewma mirov nikare aqûbeta van daxwaznameyan bişopîne.” 
 
‘NAHÊLIN BI MALBATÊN XWE RE HEVDÎTINÊ BIKIN’ 
 
Di berdewamê de Tîbelîk anî ziman ku yek ji zextên din ên li girtîgehê jî astengkirina pêwendiyên bi malbatan re ye û wiha pê de çû: “Girtîbûna kesekî nayê wateya bêparhiştina wî/wê kesî/ê ya ji jiyanê. Mafên sosyal ên li girtîgehê pir tên astengkirin. Girtiyan ji me re got ku hevdîtina ser telefonê ya bi malbatê re, pirtûk, agahî û rojname bi awayekî keyfî tên astengkirin û cezayên keyfî tên dayin.” 
 
‘GIRTIYAN BI AWAYEKÎ KEYFÎ SIRGUN DIKIN’ 
 
Tîbelîk, got ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê biryarên keyfî dide û wiha axivî: “Cezayên disiplînê dide girtiyên siyasî û tehliyeyê wan asteng dike. Mijara din jî sirgunên keyfî ye. Li şûna ku girtiyan bişînin girtîgehên nêzî malbatên wan, dişînin girtîgehên dûr. Ev jî hem ji hêla aborî ve hem jî ji hêla psîkolojîk ve bandoreke neyînî li girtî û malbatan dike. Bi girtî re malbatê jî ceza dikin. Di vê çarçoveyê de em diçin serdana girtîgehan, bi girtiyan re hevdîtinan dikin û raporan amade dikin. Divê her kesî bibe dengê vê mijarê.” 
 
‘PÊVAJOYÊ BANDOR LI GIRTÎGEHAN NEKIR’
 
Parêzer Tîbelîk, bi lêv kir ku bi pêvajoya siyasî re li girtîgehan tu rewşekî erênî çênebûye û axaftina xwe wiha qedand: “Pêvajoyeke dimeşe heye lê em dibînin ku tu bandoreke erênî li girtîgehan nekiriye. Divê hemû derdor behsa pirsgirêkên li girtîgehan bikin. Divê em ne li bendê bin ku dewlet bi xwe gavan biavêje. Heke tenê bi qanûnên heyî jî bikin dê gelek pirsgirêk çareser bibin. Ji bo cîbicîkirina zagonan divê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne.”