WAN - Di ser tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re salek derbas bû. Hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan gotin: "Duh ew biryardariya civakî ya ku mazbeta bi paş ve da girtin çi be, îro jî têkoşîna li dijî qeyûm bi heman sekna bi rûmet mezin dibe."
Piştî ku di danişîna Dadgeha 5'emîn a Cezayê Giran a Amedê de 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hat birîn, di ser tayînkirina qeyûm a şaredariyê re salek derbas bû. Gelê Wanê yê ku 5 rojan li ber şaredariyê bi şev û roja li ber xwe da, siba 15’ê Sibatê bi darbeyekê şiyar bû. Di sibeha roja ku dê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bihata şermezarkirin de, bi hezaran leşker, polîs û tîmên taybet bi ser avahiya şaredariyê de girtin. Bi sedan kes, tevî dayikên kal û pîr, zarok, ciwan û nûnerên hilbijartî bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Di wê sibehê de nêzî hezar kesî ku hevşaredar jî di nav de bûn hatin binçavkirin û bi sedan kes hatin girtin. Piştî ku Wezareta Karên Hundir Walî Ozan Balci wek qeyûm li ser şaredariyê hate tayînkirin û cara duyemîn derbe li îradeya gel hate xistin.
BERXWEDAN U SERKEFTINA DÎROKÎ
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de li Tirkiye û Kurdistanê, DEM Partiyê li Wanê serkeftinekî mezin bi dest xist û bi girtina 14 şaredariyan rekorek bi dest xist. Namzedên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan bi 245 hezar û 573 dangan hilbijartin qezenc kirin, lê rojek şûnda hewildana xespkirina mazbetayê dest pê kir. Derket holê ku rojek beriya hilbijartinê bi telîmata Wezareta Dadê û 5 deqe beriya bidawîbûna dema xebatê, mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan hatine desteserkirin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr, mazbetaya Zeydan betal kir û biryar da ku bidin namzedê AKP’ê yê ku herî zêde deng girtibûn. Li dijî vê biryarê, di 2’yê Nîsanê de protesto dest pê kirin û di nav du rojan de li tevahiya bajêr belav bûn. Kolan û cade hemû hatin girtin, bajar veguherî qada şer. Di berxwedana du rojan de zêdetirî 600 kes hatin binçavkirin û zêdetirî sed kes hatin girtin. Piştî ku protesto berfireh bûn, Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) di 3’yê Nîsanê de mazbetaya ku dabûn namzedê AKP’ê betal kir û careke din da Zeydan. Welatiyên Wanê herikîn kolanan û heta sibehê serkeftina berxwedana xwe pîroz kirin.

PÎROZBAHIYA ABDULLAH OCALAN
Piştî demekê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê re silav ji gelê Wanê re şandin û got: "Ez wê îradeya ku we ji 14 şaredariyan 14 bi dest xistiye kiriye, silav dikim."
Hevşaredarên ku tevî hemû texrîbatên qeyûmên 8 salan û bêderfetiyê, şaredariyekê li ser esasê paradigmaya azadiya jinê û xizmeta civakî ava kirin, gelek xebat meşandin. Lêbelê 10 meh şûnda (11’ê Sibatê) di doza ku Zeydan lê dihat darizandin de 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Piştî birîna cezayê, bi hezaran Wanî hatin ber şaredariyê û dest bi nobedê kirin. Ji hemû taxên bajêr bi hezaran welatiyan li ber avahiya şaredariyê dirûşmên “Abdullah Zeydan rûmeta me ye”, “Neslîhan Şedal rûmeta me ye” berz kirin. Li bajêrê ku pileya germê daketibû binê sifrê 10 pileyî, gel 4 rojan heta sibehê nobet girt. Ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê hilbijartî hatin Wanê û li her derê mitîngên piştgiriyê hatin lidarxistin.
AVAHIYA ŞAREDARIYÊ DORPÊÇ KIRIN
Di roja 5’emîn a çalakiya nobedê de, polîsan di sibeha 15’ê Sibatê de saet dora 04.00’an avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Bi sedan polîs, TOMA û wesayîtên zirxî hewl dan bikevin hundir. Piştî ku bi sedan bombeyên gazê avêtin hundirê şaredariyê, deriyên şaredariyê şikandin û ketin hundur. Di hundirê şaredariyê de kal, pîr, ciwan, zarok, hilbijartî, parlamenter û hevşaredar bi îşkenceyê hatin derbkirin. Di serdegirtinê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî di nav de, zêdetirî 500 kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Polîsan xwest biryara Wezareta Karên Hundir a ji bo dûrxistina ji wezîfeyê bi Abdullah Zeydan bidin îmzakirin, lê Zeydan diyar kir ku ew vê biryarê nas nake û biryar îmza nekir. Di vê navberê de polîsan beriya her tiştî ew pankarta ku deynê qeyûm nîşan dida daxistin. Li ber şaredariyê dirûşmên "Diz hene" hatin berzkirin.
Saet di 07.00’an de Wezareta Karên Hundir ragihand ku ji ber cezayê girtîgehê yê li Abdullah Zeydan hatî birîn, qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin. Di biryara wezaretê de hat gotin ku Walî Ozan Balci wekî "Wekîlê Şaredar" hatiye tayînkirin. Piştî daxuyaniyê, qedroyên qeyûm ên ku berê hatibûn amadekirin yek bi yek hatin şaredariyê. Saet di 08.00’an de qeyûm Ozan Balci ket şaredariyê. Qeyûm gava pêşî malpera şaredariyê girt, hesabên medya civakî sekinand û hemû rêveberên şaredariyê ji kar dûrxistin.
PROTESTO CAREKÎ DIN DEST PÊ KIRIN
Piştî tayînkirina qeyûm, gelê ku ji her aliyê bajêr hatibû navendê, ev biryar protesto kir. Polîsan di roja yekem de midaxele kir, gelek kes birîndar bûn û bi sedan kes hatin binçavkirin. Li her kolanê berxwedan û pevçûn heta derengiya şevê berdewam kirin. Di van midaxaleyan de Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun dîsa hat binçavkirin û Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal birîndar bû.
BINÇAVKIRIN, GIRTIN Û ÎŞKENCE
Piştî çalakiyên ku bi rojan li Wanê berdewam kirin, nêzî hezar kes hatin binçavkirin û di nav wan de nêzî 100 zarok hebûn. Derket holê ku 16 zarok û 90 kesên mezin di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyekî giran hatine. Di serî, mil û destên kesên hatine îşkencekirin de şikestin û li laşê wan şopên giran ên derbkirinê hatin tespîtkirin. Di nava mehekê de gel kolan neterikandin û nêzî 100 kesî hatin girtin.
QEYÛM DÎSA ŞAREDARÎ TALAN KIR
Di nava sala derbasbûyî de, qeyûm dîsa şaredarî xist bin deynên bi mîlyaran. Qeyûm 223 karker ji kar derxistin, zarokistan û navendên jiyana jinan girt. Mîna serdemên berê dest bi firotina erdên şaredariyê kir, tenê di 7 mehan de 100 milkên şaredariyê yên ku bihayê wan 2 mîlyar TL bû, derxistin firotanê û piraniya wan firotin. Li bajêr daxwaza sereke ew e ku qeyûm werin vekişandin û îradeya gel were naskirin.
PEYAMA HEVŞAREDARAN
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan di salvegera tayînkirina qeyûm de ev peyam ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şandin: “Sekna bibiryar û bênavber a gelê Wanê ya li dijî komploya navneteweyî, êrişên li ser Rojava û qeyûmê li ser şaredariya me carekî din nîşan da ku îradeya gel teslîm nabe. Komploya li ser Abdullah Ocalan, êrişên li ser Rojava û polîtîkayên qeyûm ên li Kurdistanê ji hev ne serbixwe ne. Her yek ji wan parçeyekî înkar û tasfiyeyê ne. Ji ber wê, berteka we ne parçe ye, îfadeya hişmendiyek hevpar û têkoşînekî yekbûyî ye.”
‘XWEDÎ LI PAŞEROJA HEVPAR DERKETIN’
Hevşaredaran di berdewamiya peyama xwe de wiha gotin: “Piştî hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an, vîna we ya ku li dijî xespkirina mazbetayê kolan neterikandin, nîşan da ku mafên demokratîk bi biryarên ser masê nayên tunekirin. Ew biryardariya ku duh mazbeta bi paş ve da girtin, îro jî bi heman berdewamiyê di nobeda li dijî qeyûm de heye. Piştgiriya ji her derê Tirkiyeyê nîşan da ku ev mesele ne tenê meseleya rêveberiyekî xwecihî ye, meseleya demokrasiyê ye. Tayînkirina qeyûm ne karekî îdarî ye midaxaleyekî aşkera ya li ser mafê hilbijartinê ye. Ev biryara ku xebatên jinan, xizmetên pirzimanî û şaredariya gelparêz dike hedef, dixwaze destkeftiyên civakî tune bike. Daxwaza aştiyê wekî sûc nîşan dan û kirina hinceta qeyûm tu bingeheke hiqûqî tune ye. Îradeya gel ne duh hat xespkirin ne jî dê îro teslîm were girtin. Berxwedana îro, ne tenê xwedîderketina li şaredariyekê ye, xwedîderketina li nasname, ziman, çand û paşeroja hevpar e. Ew biryardariya civakî ya ku duh mazbeta bi paş ve da girtin çi be, îro jî têkoşîna li dijî qeyûm bi heman hişmendî û sekna bi rûmet mezin dibe.”
MA / Adnan Bîlen