AMED - Endamê Meclisa DBP’ê Bunyamîn Şeker diyar kir ku di navbera gotinên Devlet Bahçelî yên der barê “mafê hêviyê” û kiryarên dewletê de nakokî hene û got: “Divê mirov bibîne ku dema azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan pêk bê û derfeta wî çêbibe ku bi aliyan re rû bi rû bicive, dê hemû nîqaş bi lez bi encam bibin.”
Di ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê binpêkirina “mafê hêviyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 12 sal derbas bûn. Tevî ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) gelek caran hişyarî dane jî, Tirkiyeyê di vê mijarê de tu gavekî şênber neavêtiye. Endamê PM’a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parêzer Bunyamîn Şeker der barê mijarê de axivî.
‘EM BERSIVA JIDILBÛNÊ NABÎNIN’
Şeker diyar kir ku biryara DMME’yê 12 sal in di şexsê Abdullah Ocalan de nayê sepandin û geşedanên piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên Cotmeha 2024’an bi bîr xist û ev tişt got: “Rêzdar Ocalan bi van gavan nîşan da ku ew ji bo gihandina encamê jidil û bi biryar e. Lêbelê em di bangên Bahçelî de heman jidilbûnê nabînin. Bahçelî di civînên koma xwe de dibêje em bibiryar in lê di pratîkê de bersiva vê tune ye. Di meseleya pêkanîna ‘mafê hêviyê’ de gotin û kiryar li hev nakin.”
‘DIVÊ DI RAPORÊ DE NAVEROKA GOTINAN WERE DAGIRTIN’
Şeker gotinên Bahçelî yên wekî “Heta ku Anadolu bigihîje aramiyê, Ocalan bigihîje hêviyê, her du Ahmet vegerin ser erka xwe û Demirtaş vegere hêlina xwe, dê biryardariya me berdewam bike” bi bîr xist û wiha axivî: “Piştî vê gotinê, Ahmet Ozer 6 sal û 3 meh ceza xwar; rêzdar Ahmet Turk tevî ku beraet kiribû jî qeyûm hîn li ser kar e. Rêzdar Ocalan bi derfetên xwe yên kêm ên li Îmraliyê çi ji destê wî hat kir, lê ji aliyê hikûmetê ve gavên pêwîst ên ji bo ‘mafê hêviyê’ nehatin avêtin. Gotinên Fethî Yildiz hene ku dibêje dê di rapora komîsyonê de ‘mafê hêviyê’ cî bigire, lê daxuyaniyekî fermî nehat dayîn. Em hemû bi fikar li bendê ne. Gelo dê di vê raporê de li gorî ruhê pêvajoyê verastkirinekî zelal a ‘mafê hêviyê’ hebe? Em hêvî dikin ku di pêvajoya nivîsandina raporê de naveroka van gotinan were dagirtin. Ji niha û pê ve pêvajoya muzakereyê dê bi şert û mercên Birêz Ocalan ve girêdayî be. Peyam tenê bi rêya şandeyan werin ragihandin, birêvebirina pêvajoyê dê kêm bimîne. Ji ber wê em di çarçoveya pêvajoyê de ‘mafê hêviyê’ wekî meseleyekî diyarker dinirxînin.”
‘GOTINA ABDULLAH OCALAN HÎN JÎ DERBASDAR E’
Şeker bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn jî û diyar kir ku gotina Abdullah Ocalan a “Heke şert û merc werin dabînkirin, ez dikarim vê meseleyê di xeta siyaseta demokratîk de çareser bikim” hîn jî derbasdar e. Şeker anî ziman ku heke azadiya fîzîkî pêk bê, tu gumanên wan tune ne ku dê pêvajo bi lez bi encam bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê mirov bibîne ku dema azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan pêk bê û derfeta wî ya hevdîtina rû bi rû ya bi aliyan re çêbe, dê hemû nîqaş bi lez bi encam bin.”
‘DIVÊ EM DEWLETÊ NEÇARÎ GAVAVÊTINÊ BIKIN’
Şeker diyar kir ku têkoşîna demokratîk û rêxistinkirî ya gel dewletan neçar dike ku gavan biavêjin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê em dewletê neçarî gavavêtinê bikin. Rojava şênberbûna paradîgmaya rêzdar Ocalan e û me dît ku çawa xwedî lê derdikevin. Ev refleks çi qas bilind bibe, gavavêtina dewletê jî dê ewqas bi lez be. Ji ber wê divê her kes dengê xwe bilind bike.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel