RIHA - Salih Muslim diyar kir ku komploya li dijî Abdullah Ocalan û êrişên li ser Rojava yek in, her du komplo jî bi ser neketine lê hîn berdewam dikin û got: “Heta ku Rêberti li Îmraliyê be, ev tê wê wateyê ku komplo didome.”
Di ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 27 sal derbas bûn. Abdullah Ocalan, civîna li Parîsê ya bi pêşengiya DYAyê ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, Îsraîl, Tirkiye û welatên Ereban tê de cih girtin, wekî "Komploya duyemîn a 15’ê Sibatê" pênase kir.
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, têkildarî komployê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Muslim diyar kir ku beriya komployê têkoşîna PKK û Kurdan li tevahiya Kurdistan û cîhanê belav bûbû û bandor li Rojhilata Navîn kiriye. Muslim bi bîr xist ku di wê demê de êriş û hewildanên sûîqestê bi ser neketine û ev tişt got: “Wê demê hêzên kûrewî û herêmî li pey dîzaynek nû ya li Rojhilata Navîn bûn. Di vir de hinek asteng didîtin. Yek ji wan astengan jî Tevgera Azadiya Kurd bû. Dixwestin vê tevgerê tasfiye bikin. Ji bo vê jî Rêber Apo yê ku rêberê tevgerê bû kirin hedef. Dixwestin piştî wî, tevgerê parçe bikin. Fikra wan wiha bû.”
GLADYOYA NATOYÊ
Muslim destnîşan kir ku Gladyoya NATO'yê komplo bi rêxistin kiriye û welatên Ereb jî di nav de cih girtine û wiha pê de çû: “Di encamê de Rêber Apo anîn û xisrin Îmraliyê. Piştî wê jixwe li Îmraliyê pêvajoya îşkenceyê dest pê kir. Armanca wan ev bû; tevgerê bê serok bihêlin. Lêbelê bi ser neketin. Rêber Apo li wir li ber xwe da.”
‘LI DIJÎ BERJEWENDIYÊN WAN BÛ’
Muslim anî ziman naxwazin pergalekî alternatîf a li dijî emperyalîzmê hebe loma paradîgmaya Abdullah Ocalan a ku çareseriyê tîne Rojhilata Navîn wekî asteng dîtine û wiha pê de çû: “Ji partiyekî şoreşger û nûnertiya neteweya Kurd dike ditirsiyan. Beriya ku PKK were avakirin jî ditirsiyan. Berjewendiyên van hêzan hemûyan li Rojhilata Navîn hene. Ji bo ku van berjewendiyan ji dest nedin, hemû bûn yek. Ji ber wê digotin ‘em xwe ji vî rizgar bikin û Kurdan vegerînin rewşa wan a berê’. Tirkiye çi qas hewl dabe jî bi ser neket. Herî dawî NATO-Gladio ket dewrê.”
‘GEL LI SER PÊYAN BÛ’
Muslim bal kişand ser helwesta gelê Kurd a li dijî komployê û diyar kir ku Kurdên Rojava di destpêkê de pir fikar bûn lêbelê paşê Kurdan di her qadê de dest bi berxwedanê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gel li ser pêyan bû, paşê çalakî hêdî hêdî berfireh bûn. Lê gelê Kurd bi tenê bû. Kes li kêleka wî nebû. Hêzên siyasî bêdeng man an jî nexwestin tiştekî bikin.”
AMERÎKIYAN ÇI GOT, RASTÎ ÇI BÛ?
Muslim wiha berdewam kir: “Di nava 27 salên piştî komployê de Rêbertî her tim li ber xwe da. Amerîkiyan piştî komployê digotin ‘Ocalan dê bibe mîna Îsa. Mîna Îsa hat çarmixkirin. Dê di dîrokê de wekî bîranînekê bimîne’. Lê di rastiyê de ne wisa bû. Berxwedana Rêbertiya li wir û bi têkiliya bi gelê xwe re, gel heta niha li ser pêyan hişt. Pêşî berxwedana Rêbertiyê û paşê venegerîna gel a ji berxwedanê, pêvajo anî heta van rojan. Wê demê hinek siyasetmedarên me hebûn lê derew dikirin. Soz didan gel lê bi cih neanîn. Lê vê tevgerê hem cesaret da hem jî soza xwe bi cî anî. Ruhê hevaltî û yekitiyê ji bo gel bû hêvî. Rêbertiyê ev hêvî mezin kir.”
‘KOMPLO DIDOME’
Muslim anî ziman ku komplo bi ser neket lê bi dawî jî nebûye û got: “Komplo bi ser neket lê neqediya. Heta ku Rêberti li Îmraliyê be, ev tê wê wateyê ku komplo didome. Heta ku Rêberti girtî be, komplo berdewam dike.”
‘RÊBERTIYÊ KOMPLO RAWESTAND’
Muslim diyar kir ku qonaxên komployê hene û êrişên li ser Rojava jî parçeyekî ji wê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî komploya 1999’an midaxeleyî gelek welatan kirin. Lê tiştê dixwestin bi dest nexistin. Niha dîzaynek nû dixwazin pêk bînin. Piştî meseleya Parîsê hinek êriş kirin, hinekan piştgirî dan û hinek jî bêdeng man. Kesên ku komploya yekemîn kirin û yên niha dikin heman kes in. Dixwazin vê li ser Başûr jî bikin. Ev komplo piralî bû. Ji ber wê berxwedan jî berfireh bû. Kurdan bi dostên xwe re bandor kir. Ev jî qonaxeke din a komployê ye. Bi vê komploya nû dixwazin dîzaynekê bikin. Ez bawer dikim ku ev komplo jî têk çûye. Rêbertiyê pêşiya wê girt. Bi vê peymana hatî kirin pêşiya wê girt. Rêbertiyê digot ‘divê em bi taybetî li Rojava bi tevdîr bin’. Hişyariyên wî yên wiha hebûn. Herî dawî komplo dest pê kir. Rêbertiyê ji ber êrişên li ser Rojava, heta bidawîkirina pêvajoya li Tirkiyeyê jî daniye ser masê. Lê em nikarin bi zelalî bêjin ku komplo bi dawî bûye an na.”
‘BERXWEDANA BERFIREH DESTÊ ME LI SER MASÊ XURT DIKE’
Muslim diyar kir ku hedef şerê Kurd û Ereb bû lê bi peymanê pêşiya vê hat girtin. Müslim bal kişand ser metirsiya şerekî wiha ji bo Şengal û Başûr û gotinên Hakan Fîdan ên li ser Iraqê û got: “Bi xwe hûrguliyên komployê aşkera dikin. Gelê Kurd her tim bi komployan re rû bi rû maye. Berxwedana gelê Kurd her tim berdewam kiriye. Divê em hinekî li dîroka xwe vegerin. Divê em ji van komployan ders bigirin. Berxwedan bi ser dixe. Ji Qazî Mihemed heta Şêx Seîd, Dêrsim û Barzanî, berxwedan her tim hatin tepisandin. Hinek dibêjin ‘Kurd wêrek in lê li ser masê winda dikin’. Ew berxwedanên me behs kirin tu carî negihîştin ser masê, nehiştin bigihîjin. Lê tevgera îro êdî anî ser masê. Ev peymana me behs kir li ser masê çêbû. Hevdîtinên bi Rêbertiyê re li ser masê dibin. Divê em bi fikrekî berfireh û bi berxwedana gel xwe li ser vê masê nîşan bidin. Gelê Kurd êdî pêşengiya demokrasiya Rojhilata Navîn dike. Divê her Kurd erka xwe zanibe.”
‘RASTIYÊ DIZANIN LÊ TIŞTEKÎ NABÊJIN’
Muslim diyar kir ku li hemberî wan rêxistinekî wekî HTŞ’ê heye ku ji herî kêm 17 komî pêk tê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bi taybetî çeteyên li ser sînorê me, zêde guh nadin Şamê. Li gorî serê xwe tevdigerin. Ev komên girêdayî Tirkiyeyê ne. Ev kom bi navê xwe ve girêdayî Şamê ne lê rêxistinbûna xwe ya taybet parastine. DYA û dewletên din jî vê dibînin lê tiştekî nabêjin. Rastiyê dizanin. Nexwe çima van DAIŞ’iyên cem me birin Iraqê? Ji ber ku baweriya wan bi van nayê.”
MA / Mehmet Aslan