MÊRDÎN - Fatma Aslan a 70 salî ku bi hêviya dîtina perçeyekî ji bîranîn şervanên PKK’ê yên beriya 32 salan li navçeya Dêrikê jiyana xwe ji dest dabûn bi rê ket, tevî şert û mercên giran gihîşt lûtkeya çiyê û got: "Ji bo serdana cihê şehîdan, ez xurt bûm."
Şer û pevçûn, îşkence û serhildanên salên 1990’î yên li Kurdistanê, ligel êşên mezin, çîrokên berxwedanê yên mezin jî li pey xwe hiştin. Tevî ku bi ser de bi salan derbas bûne jî, malbatên ku hîn negihîştine cenazeyên xwe, dayik, bav, xwişk û birayên ku li hestiyên xizmên xwe digerin, bi xwedîderketina li êş û çîrokên berxwedanê, dîrokekî nû ya berxwedanê dinivîsînin.
Nexasim hewildana gerîlayên PKK'ê yên ku zêdetirî 30 salan di girtîgehan de mane ji bo zindîkirina bîranînan û pêkanîna sozên ku dane hevalên xwe, dibe sedema vekirina rûpelekî nû di têkoşîna azadiya Kurd de. Cebraîl Vural ê ku piştî 30 salan hat berdan û cihê bûyeran nîşan da, malbatên ku bi salan e hesretê hestî û çîrokên zarokên xwe ne, piştî 32 salan derfet dîtin ku çîrokên wan li cihê berxwedanê guhdar bikin. Biryardariya malbatan a di vê rêyê de, dîmenên ku sînorên vîna mirov nîşan didin derxistin holê.
ÇÎROKA 3 GERÎLAYÊN PKK’Ê
Bi pêşengiya Cebrail Vural li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, piştî herêma Şikefta Şehîdan, vê carê serdana navendekî din a berxwedanê ya li herêma gundewarê Sadanê hate kirin. Li herêma Hûrikê Lata Şîn a li çiyayê Kêla Reş, di 12’yê Sibata 1994’an de di şerekî de Yilmaz Aslan (Sabrî) ê PKK'î jiyana xwe ji dest da. Li gorî îdiayan; Osman Çelîk (Mistefa) û şervanekî din ê bi nasnavê Davut birîndar bûn, lêbelê piştre bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Cenazeyên gerîlayan ji çiyê hatin avêtin û li Dêrikê di goristana bêkesan de hatin veşartin.
BI HÊVIYA DÎTINA BÎRANÎNEKÊ MEŞIYA
Tevî ku malbatan bi salan hewl dan cenazeyên xwe bigirin jî tu encam bi dest nexistin. Piştî 32 salan bi nîşandana Cebrail Vural, bi beşdariya malbata Yilmaz Aslan li cihê bûyerê merasîmekî bibîranînê hate lidarxistin. Yek ji kesên ku di nava zinaren asê, geliyên teng û zozanên bipal de bi saetan meşiya heta gihîşt herêma şikeftê, Fatma Aslan a 70 salî bû.
Fatma Aslan ku dotmama Yilmaz Aslan e, bi gotina "Ez jî dayika wî me" bi gopalê xwe bi saetan di nav şert û mercên giran de meşiya. Fatma Aslanê bi vîna xwe her kes heyirî hişt û ji kesên ku jê re digotin "neyê" re her carê digot: "Ez xurt im, hûn hay ji xwe hebin." Ew bi hêviya dîtina bîranînekê ji pismamê xwe gihîşt herêmê.
‘JI BO SERDANA CIHÊ ŞEHÎDAN VÎNA MIN XURT BÛ’
Fatma Aslanê diyar kir ku tevî serlêdanên wan jî cenaze radestî wan nehatiye kirin û wiha got: "Em li bendê man ku hestiyên wî werin tespîtkirin. Em bi vê armancê hatin vir ku dibe ku tiştek ji wî mabe û em bi xwe re bibin. Me li her derê nêrî, lê me tiştek nedît. Me got qey em ê perçeyekî kincên wî an jî kelûpelên wî bibînin, lê me nedît."
Fatma Aslanê bi van gotinan israra xwe ya ji bo serdanê anî ziman: "Min her çar gavan bêhna xwe veda û ez derketim vir. Ji bo serdana cihê şehîdan, dibe ku Xwedê hêz da min, vîna min xurt bû. Bi vê baweriyê ez hatim vir. Heta em hebin, em ê li pey doza wan bin û rêya wan bişopînin. Em ê wan tu carî ji bîr nekin. Ew şehîdên Kurdistanê û şehîdên me ne."
‘RÊYA WAN RÊYEKÎ RAST Û XWEŞ BÛ’
Fatma Aslanê anî ziman ku di dema serdanê de hestiyar bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema em derdiketin vir me zehmetiyên mezin dîtin. Lê ew li vir jiyan, di nava van zinaran de man. Vîna wan ewqas xurt bû ku heta şehadeta xwe li vir têkoşiyan. Wan bi xwe ev rê hilbijartin. Rêya wan rêyekî rast û xweş bû."
MA / Ahmet Kanbal