ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî DEM Partiyê Ruştu Tîryakî diyar kir ku Abdullah Ocalan di têkbirina Komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî de rêbertiyekî mezin nîşan daye û got: “Tevî ku bi komploya navneteweyî dîl hat girtin jî, li hemberî vê yekê dîsa zimanekî aştiyê, çareseriyê û bidawîkirina şer bi kar anî û siyasetekî kir.”
Komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Tirkiyeyê bi dawî bû, îro bi êrişên li ser Rojava berdewam dike. Dîplomasiya xurt a ku Abdullah Ocalan têkildarî êrişan bi rêve bir, di raya giştî de deng veda. Di encama hevdîtinên dîplomatîk de, Abdullah Ocalan êrişên li ser Rojava û nîqaşên li Sûriyeyê yên ku wekî komployekî mezin û berfireh bi nav kiribûn careke din anîn ser masê. Ev rewş wekî têkbirina "komploya duyemîn" hat nirxandin.
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Mehmet Ruştu Tîryakî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.
Tîryakî diyar kir ku li ser Komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî 27 sal derbas bû û komplo bi her alî ve ronî bûye û ev tişt got: “Beriya her tiştî ez dixwazim bi şermezarkirina vê komployê dest bi axaftina xwe bikim. Di eslê xwe de der barê komploya 15’ê Sibatê de her tişt hat gotin. Hema bêje hemû hûrgulî derketine holê ka kîjan hêzên navneteweyî, kîjan rêxistinên îstîxbaratê û kîjan şebekeyên berjewendiyan li pişt vê komployê ne. Mimkun e mirov bêje ev mijar ronî bûye. Lê meseleya sereke ev e; divê em bêjin ku hêzên li pişt vê komployê de ne, negihiştin armanca xwe. Tiştê ku bi vê komployê dixwestin; vekirina deriyê şer û pevçûnan di navbera gelê Kurd û Tirk de, di navbera gelê Tirk û Ereb de û di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bû. Dixwestin siyasetekî wiha bi rêve bibin. Komplo negihîşt armanca xwe.”
'ABDULLAH OCALAN KOMPLO TÊK BIR'
Tîryakî bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo têkbirina komployê û wiha pê de çû: “Rêzdar Ocalan di mijara têkbirina vê komployê de rêbertiyek nîşan da. Tevî ku bi komploya navneteweyî dîl hat girtin jî, li hemberî vê yekê dîsa zimanekî aştiyê, çareseriyê û bidawîkirina şer hilbijart û siyasetekî bi rêve bir. Li gorî fikra me ev yek pir girîng e. Ji ber vê yekê dema mirov ji vî alî ve lê dinêre, komplo negihiştiye armanca xwe.”
‘LI DIJÎ KOMPLOYÊ YEK DENG Û YEK DIL’
Tîryakî bal kişand ser helwesta civakê ya li dijî komployê û wiha pê da çû: “Xelakekî mezin çêbibû. Heke em pêvajoya ji Cotmeha 1998’an heta Sibata 99’an binirxînin, em ê bibînin ku Kurdên ji çar aliyên cîhanê çawa herikîn paytexta Îtalyayê Romaya, çawa li dora rêzdar Ocalan bûn yek û li dijî vê komployê çawa bi yek deng û yek dil tevgeriyan. Di esasê xwe de gelê Kurd ev peyam da ku ew şopdarên Ocalan in û dê ji bo têkbirina vê komployê têbikoşin. Di wê demê de mirovan bi şewitandina bedenên xwe nîşan dan ku ew li dijî vê komployê ne. Divê neyê jibîrkirin ku di wê demê de li her çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê hemû Kurd li ser pêyan bûn.”
‘GELÊ KURD HEBÛNA XWE NÎŞAN DA’
Tîryakî anî ziman ku hêzên navneteweyî bi komployê negihiştine armanca xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha piştî 27 salan, em qala têkoşîna gelê Kurd a li dijî rêxistinekî wekî DAIŞ’ê dikin ku yek ji rêxistinên herî hov û tarî yên cîhanê ye. Li Rojava têkoşînekê wiha hat kirin û gelê Kurd carekî din nîşan da ku di vê cîhanê de heye. Di tevahiya şerê navxweyî yê Sûriyeyê de tenê hewl dan warê xwe bikin cihê jiyanê. Hewl dan bikin erdnîgariyekî ku mirovên ji her bawerî û her etnîkê lê dijîn.”
‘RÊYA AŞTIYÊ HILBIJARTIN’
Tîryakî destnîşan kir ku êrişên li ser Rojava komploya duyemîn a li dijî gelê Kurd e û ev yek bi berxwedanekî xurt hat tekbirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hêzên li pişt komploya 15’ê Sibatê, carekî din ji bo ku gelê Ereb û gelê Kurd, gelê Kurd û gelên li Tirkiyeyê bînin beramberî hev, komployek dan destpêkirin. Lêbelê gelê Kurd, wekî 15’ê Sibata 1999’an, carekî din komployekî navneteweyî têk bir. Ji gefa şer û pêşniyara şer a ku li ser wan dihat ferzkirin re gotin ‘na’. Heta dawiya vê pêvajoyê rêya aştiyê hilbijartin. Heta dawiyê rêya diyalogê hilbijartin.”
‘MÎNEKA RÊBERTIYEKÎ MEZIN’
Tîryakî bal kişand ser girîngiya xebata Abdullah Ocalan a ji bo sekinandina êrişên li ser Rojava û vekirina rêyên diyalogê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke komploya li Rojava û Sûriyeyê ya wekî ‘15’ê Sibata duyemîn’ tê binavkirin bigihîştina armanca xwe, ne tenê Sûriye dê Rojhilata Navîn bûbûya gola xwînê. Li gel vê yekê dê hêviya aştiyê ya li Tirkiyeyê jî nema. Rêzdar Ocalan carekî din mîneka rêberiyekî mezin nîşan da, ji bo bidawîkirina vê pevçûnê û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêya diyalogê, bi awayekî zêde xebitî.”
MA / Omer Gungor