ÎZMÎR - Endama Koordînasyona Navendî ya Jinan a DEM Partiyê Berna Çelîkê diyar kir ku jiyana li Rojava hatî avakirin ji bo jinên Rojhilata Navîn alternatîfek e û got: "Li wir berxwedan her roj geştir dibe û li dijî êrişên giran, avakirina jiyana alternatîf hîn jî berdewam dike."
Li Rojhilata Navîn ku şer û pevçûn lê naqedin, kesên herî zêde dibin hedef jin in. Di êrişên dawî yên komên wekî HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê rewşê carekî din derket holê. Avêtina cenazeyê jineke şervan ji cihê bilind û birîna keziyên jinekê şervan tenê du mînakên van êrişan in.
Li welatên wekî Îran û Efxanistanê jî rewşa jinan û destkeftiyên wan heman e. Li Efxanistan a ku di bin desthilatdariya Talîbanê de ye, jin bi qanûnên nû ji qada civakî tên vederkirin û maf û azadiyên wan ên bingehîn tên sînordarkirin. Li hemberî van hemû êrişan, Rojava ji bo jinan jiyanekî nû pênase dike.
Endama Koordînasyona Navendî ya Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berna Çelîkê girîngiya jiyana ku jinan li Rojava ava kiriye nirxand.
'NAV CUDA NE LÊ HIŞMENDÎ HEMAN E'
Berna Çelîkê destnîşan kir ku di şerên parvekirinê de herî pêşî jin dibin hedef û diyar kir ku navê kesên jinan dikin hedef cuda bin jî, hişmendiya wan heman e û ev tişt got: "Ev di eslê xwe de ne tenê êrişek li ser laşê jinê ye, şerekî li dijî jinê ye. Şerekî li dijî hişmendî û têkoşîna jinê tê kirin. Nêzîkatiyek heye ku jinê di malê de hefs dike û jina ku ji bo jiyaneke wekhev û azad têdikoşe, bênasname dihêle. Rê û rêbazên me jinan ên ji bo rawestandina vê rewşa şer her dem hene. Bi Şoreşa Rojava re, jinan ev şoreş ji bo xwe kirin mînak. Têkoşîna jinan a li Rojava, hewldana avakirina jiyaneke nû ye. Ji ber ku avakirina civakekî exlaqî û polîtîk bi pêşengiya jinê pêkan e. Kirdeya civaka exlaqî û polîtîk jin e. Şoreşa Rojava jî pêvajoyeke ku bi wan tecrubeyan û bi tora têkoşînê heye. Têkoşîna li Rojava, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê, ji bo hemû jinan bû moral û motîvasyon. Her êrişekî li dijî destkeftiyên jinan a li wir, li vê erdnîgariya ku em lê dijîn jî hat kirin. Li Rojava polîtîkaya tepisandinê li ser jinan hat birêvebirin. Me ev li Kobanê dît, lê li wir bi pêşengiya jinên berxwedêr jiyanekê nû hat avakirin."
'AVAKIRINA JIYANA ALTERNATÎF BERDEWAM DIKE'
Berna Çelîkê êrişên mîlîtarîst ên dawî yên li ser Rojava bi bîr xistin û wiha pê de çû: "Keziya hatî birîn ne tenê meseleya por e. Mesajek taybet bû ku dan jinê. Gotin ku ‘Têkoşîn û lêşê te di bin serweriya min de ye’. Daliqandina alên DAIŞ’ê li cihên hatine valakirin, nîşaneya wê ye ku êrişkar xwedî hişmendiya DAIŞ’ê ne. Rêya derketina ji vê cîhana tarî, cihgirtina di her qada têkoşînê de ye. Li Rojava zemîna têkoşîna azad û wekhev heye. Ew der qadek e ku têkoşîna demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê geş bûye. Divê em êrişên li ser jinan ên li Rojava, wekî êrişên li ser paradîgmayê bibînin."
'DIVÊ EM BI DOSTAN RE TÊKOŞÎNÊ XURT BIKIN'
Berna Çelîkê destnîşan kir ku êrişên li ser Rojava "êrişên hişmendiya mêr ê rêxistinkirî" ne, lê dirûşma "Jin, jiyan, azadî" li Rojhilata Navîn têkoşîn û jiyana jinên Kurd derxistiye holê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li Rojava êrişekî li ser laşê jinê, nayê wê wateyê ku dê li vir jî pêk neyê. Piştî ku li şaredariyên me pankartên dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ û wêneyên keziyan lê bûn hatin daliqandin, hevşaredarên me hatin binçavkirin. Em van êrişan wekî tepisandina têkoşînê dibînin. Lê îro Rojava bûye cihê ku jinên femînîst û Kurd li ser zemînekî hevpar digihîjin hev. Êrişên li Rojhilata Navîn nîşan didin ku divê têkoşîna me hîn xurtir be. Ev jî bi têkoşîneke hevpar û yekbûyî pêkan e. Bi taybetî têkoşînek ku jinên Kurd pêşengiyê dikin heye, lê divê em bi dostên xwe re têkoşînê xurt bikin. Li Rojava xwestin profîla ‘jina mexdûr’ biafirînin. Lê têkoşînê carekî din nîşanî me da ku li wir profîla ‘jina mexdûr’ tune ye, li wir profîla jina şoreşger, pêşeng û jina ku xwedî li destkeftiyên xwe derdikeve heye."
MA / Ugurcan Boztaş