Banga ji bo meşa 15’ê Sibatê: Aştî bi Rêbertiyê ve pêkan e

Parve bike:

MÊRSÎN - Li Mersînê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Mersînê, di 15’ê Sibatê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê meşê bê lidarxistin. Platformê ji bo meşa ku dê li navçeya Akdenîzê bê lidarxistin hemû welatî vexwend. 

 
Hate diyarkirin ku Platforma Saziyên Demokratîk di 27’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 15’ê Sibatê de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên meşê li dar bixin. Li Mersînê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Mersînê dê roja Yekşemê li navçeya Akdenîzê saet di 18.00’an de li Parka Barişê meşê bê lidarxistin. Platformê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, piştgiriya Rojava û xwedîderketina pêvajoya aştiyê banga tevlibûnê kir. 
 
DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE
 
Hevserokê Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUHAY-DER) Mahsûn Geçer, diyar kir ku ew her kesî vedixwînin meşa 15’ê Sibatê û ev tişt got: “Ji bo bi dawîkirina tecrîda 27 salan a li dijî rêzdar Ocalan û teşhîra erişên li ser Rojava divê em li qadan bin. Ev meş, dê giringiya aştiyê nîşan bide.”
 
 ‘JI BO PIŞTGIRIYA GELÊ ROJAVA BEŞDARÎ GIRÎNG E’
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mersînê Bedriye Kuşê diyar ku Abdullah Ocalan di sala 1999’an de bi komploya navneteweyî anîne Tirkiyeyê û bibîr xist ku li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de yê û ev tişt got: “Di salvegra 27’emîn a koployê de li Rojava gelê me bi êrişên HTŞ û DAIŞ’ê rû bir û ma. Ev êriş berdewama komploya 15’ê Sibatê ye. Ji bo bidawîkirina tecrîdê û piştigiriya gelê me yê li Rojava em bangî her kesê dikin ku tev li meşê bibin.”
 
‘AŞTÎ BI RÊBERTIYÊ PÊKAN E’
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Adîle Bakrak wiha axivî: “Ji bo aştî, xwişk û biratiyê û bi dawîbûna mirinan ev meş girîng e. Ev 27 sal in Rêberê me ji bo gelên Kurd û Tirk piraya aştiyê ava kir. Em xwedî li Rêberê xwe derkevin; ew heta azad nebe aştî ne pêkan e. Ji ber vê yekê divê roja Yekşemê her kes li qadan be.”  
 
 
Nûçeyên Têkildar
Xelkê Wanê: Heya êriş hebin em ê li kolanan bin
Xelkê Wanê: Heya êriş hebin em ê li kolanan bin

Welatiyên Wanê diyar kirin ku peymana di navbera HSD û rêveberiya Şamê de bi saya berxwedana gel pêk hatiye û heta ku êriş bi dawî bibin û dorpêça li ser Kobanê were rakirin, ew ê li kolanan bimînin.

Kurdên li Stenbolê: Divê berxwedan bidome
Kurdên li Stenbolê: Divê berxwedan bidome

Welatiyên ku der heqê êrişên li ser Rojava axivîn, gotin divê yekitiya neteweyî ya Kurdan pêk were.

Welatiyên Cizîrê: Yekitiya me bi ser ket
Welatiyên Cizîrê: Yekitiya me bi ser ket

Welatiyên Cizîrê diyar kirin ku yekitiya gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê û seranserî cîhanê bi xwe re serkeftin aniye û gotin: "Em Kurd yek in, em ê bi ser bikevin."

Senator Andrews: Gelê Kurd çarenûsa xwe diyar dike
Senator Andrews: Gelê Kurd çarenûsa xwe diyar dike

Endamê Seen Feinê yê Senatoya Komara Îrlandayê Senator Chris Andrews, got: “Ez ji ber piştevaniya bi Rojava re serbilind im. Gelê Kurd heq dike ku çarenûsa xwe diyar bike.”

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dê dev ji Rojava bernede
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dê dev ji Rojava bernede

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, di çalakiya li Sêweregê de axivî û got: “Çi dikin bila bikin dê gelê Kurd dev ji Rojava bernede.”