NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Têkiliyên Karên Derve yê PAK’ê û Berpirsyarê Rêxistinkirinê Şemal Pîran, da zanîn ku piştî protestoyên li Îranê, Rojhilat weke “herêma leşkerî” hatiye ragihandin û got ku parastina yekitiya partiyên Kurd û xurtkirina wê ji her tiştekî girîngtir e.
Gelên li Îran û rojhilatê Kurdistanê bi dehan roja ye bi daxwaza maf û azadiyê li kolanan e. Ev pêvajoya ku gelê Rojhilat pêşengtiya wê dike, her wiha partiyên siyasî yên Kurdistanî jî xist nava tevgerê. Navenda Diyalog û Hevkariyê ya Partiyên Rojhilat ku ji hêla 7 partiyên siyasî ve salek berê hatibû avakirin, ragihand ku dê di 6’ê Çileyê de bi awayekî çalak dest bi xebatên xwe bike. Partiyên ku hêj avakirina xwe bi awayekî fermî ne ragihandine, amadekariyên xwe yên bi vî rengî didomînin.
Nûnerê Têkiliyên Karên Derve yê Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK) û Berpirsyarê Rêxistinkirinê Şemal Pîran, diyar kir ku gelê Rojhilat bi zextekî xwînî rû bi rû ye. Pîran, anî ziman ku bi qasî hatiye tespîtkirin li Rojhilat zêdetirî hezar kes hatine qetilkirin, bi hezaran kes birîndar bûne û li bajarên Pîran, Îlam, Kirmaşan û Loristanê bi hezaran kes hatine girtin û li ser malbatan zextekî giran heye. Pîran, got ku hêzên PAK’ê li van herêman li dijî Muhafizên Şoreşê li ber xwe didin.
‘ROJHILAT WEKE HERÊMA LEŞKERÎ HATIYE RAGIHANDIN’
Di berdewamê de Pîran bi lêv kir ku têkoşîna gelê Rojhilat berdewam dike û wiha pê de çû: “Rejîma Îranê ev 50 sal in sûc dike. Rojhilat bi temamî milîtarîze dike û weke ‘qada leşkerî’ hatiye îlankirin. Zextekî giran ê ewlehiyê li ser Kurdan heye. Rejîm, hewl dide kolanan bi komkujî û girtinan bêdeng bike. Dewletên Kurdistan dagir kirin, ev sedsal in Kurdan her tim weke gef dibînin. Lewma jî polîtîkayên Îranê yên li dijî Rojhilat ji cihên din cuda ye.”
‘ÎRAN LI ROJHILAT DAGIRKER E’
Bi domdarî Pîran bi lêv kir ku rejîma Îranê li dijî Kurdistanê polîtîkayeke cihêkar a ewlehî, aborî û çandî dimeşîne û ev nirxandin kir: “Sedema vê jî ew e ku Kurdan di tevahiya dîrokê de serî li ber dagirkeran netewandiye. Kurd, dewleta Îranê weke dagirker dibîne û dewleta Îranê jî Kurdistanê weke herêmeke hatiye mêtingehkirin dibîne. Lewma polîtîkayên wê yên li dijî gelê me dijminane ye.”
ÎŞARET BI XURTKIRINA YEKITIYÊ KIR
Pîran, bi lêv kir ku piştî peymana di sala 2023’yan di navbera Îran û Iraqê de hatiye îmzekirin heta niha zextên li ser Rojava giran bûne û got: “Weke PAK’ê em teslîm nebûn. Di 21’ê Çileya 2013’an de baregehên Artêşa Niştimanî ya Kurdistanê (ANK) hatin bombebarankirin lê dîsa jî berxwedan domiya. Yekitiya di navbera hêzên siyasî yên rojhilatî de, berhema kedeke mezin, têkoşîn û mecbûriyeteke dîrokî ye. Îro 7 partiyên li Rojhilat tên naskirin, di bin sîwana Navenda Diyalogê de civiyan û ev yek hem ji bo partiyan hem jî j bo gelê me destkeftiyeke mezin e. Weke PAK’ê em dixwazin ev yekitî were parastin û xurtkirin û ev ji her tiştekî girîngtir e. Divê yekitî were parastin û xurtkirin.”
FIKARÊN HÊZÊN NAVDEWLETÎ
Pîran, daxuyand ku dewletên rojavayî berjewendiyên xwe esas digirin û paşguhkirina mafê diyarkirina çarenûsê yê gelê Kurd nayê qebûlkirin. Pîran, axaftina xwe wiha qedand: “Fikarên hêzên navdewletî hene. Heke rejîm hilweşiya ditirsin ku pevçûnên navneteweyî dest pê bikin, ji rageşiya navbera gelan, jinûvederketina avadaniyên mîna DAIŞ’ê û pêleke mezin a koçberiyê ditirsin. Lewma di halê hazir de statukoya heyî qebûl dikin. Lêbelê êdî ewropî dibêjin ku Îran welatekî pirnetewe e û divê hemû gel esas bên girtin.”
MA / Ceylan Şahînlî