Îlham Ehmed û Mazlum Ebdî ji bo konferansa ‘ewlehiyê’ dê biçin Almanyayê
- Rojane
- |
- 13 Sibat 2026 10:28
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed dê tev li Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bibin û li vir bi Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê re hevdîtinê bikin.
Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji bo tev li Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bibin dê biçin Almanyayê. Hat diyarkirin ku Ebdî û Îlham Ehmed dê li vir bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî re hevdîtinê bikin.
Konferans, dê di navbera 13-15’ê Sibatê de bê lidarxistin.
Konferansa Ewlehiyê ya Munihê ku gelek lîderên cîhanê û pisporên ewlehiyê tev li dibin, yek ji platforma herî xwedî prestîj a cîhanê tê qebûlkirin û polîtîkayên ewlehiyê tê de tên nîqaşkirin.
Nûçeyên Têkildar
400 malbatên Efrînî ber bi warê xwe ve bi rê ketin
400 malbatên Efrînî yên ji ber êrişên Tirkiyeyê ji neçarî koçeber bûn, di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê de ber bi warê xwe ve bi rê ketin.
- Rojane
- 14:23
Li Rojava piştî Peymana 29’ê Çileyê çi gav hatin avêtin?
Rojnameger Dogan Cîhan diyar kir ku Peymana 29’ê Çileyê hêj tam bandor li qadê nekiriye û got: “Hinek gavên ewlehî, îdarî û teknîkî hatine avêtin lê ji ber nêzikatiya hikûmeta demkî, pêvajoya entegrasyonê temam nebûye.”
- Rojane
- 11:50 06
HTŞ’ê 74 gundên Kobanê talan kir
Komên girêdayî HTŞ’ê yên xwe ji 74 gundên Kobanê vekişandin, li van gundan talan û dizî kir.
- Rojane
- 11:59 05
Dorpêça li ser Kobanê di roja 41’an de didome: Krîza insanî giran dibe
Dorpêça li ser Kobanê di roja 41’an de didome. Nifûsa bajar 600 hezar kes derbas kiriye û krîzeke insanî rû daye.
- Rojane
- 14:09 02
Malbatên dîlgirtiyan li Qamişloyê çalakî li dar xistin: Zarokên me berdin
Malbatên dîlgirtiyan ji bo berdana zarokên xwe li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo kom bûn û banga berdana dîlgirtiyan kirin.
- Rojane
- 16:33 25/2