MÊRSÎN - Hevseroka GOÇ-DER’ê Remziye Saîtoglû, diyar kir ku divê astengiyên li pêşiya vegera li gundan were rakirin, dosyayên şewitandina gundan, binpêkirina mafan û cînayetên dosyayên kiryarnediyar dîsa bên lêpirsîn.
Hevseroka Komeleya Şopandina Koç û Penaberan (GOÇ-DER) a Çukurovayê Remziye Saîtoglû, îşaret bi gavên hewce dike di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bên avêtin kir. Remziye Saîtoglûyê diyar kir ku rêbazên di salên 1990'î de li dijî gelê Kurdistanê dihatin ceribandin û yên niha li Rojava dişibin hev. Remziye Saîtoglûyê, da zanîn ku di salên 90’î de di bin navê “alîkariya rêxistinê” de gund dihatin şewitandin û koçberî dihat ferzkirin û di encama vê de jî koçberî û binpêkirinên din bi salan hatin înkarkirin.
Di berdewamê Remziye Saîtoglûyê anî ziman ku niha li Rojava jî polîtîkayeke hêj berfirehtir di meriyetê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aktorên navneteweyî jî di nava pêvajoyê de ne. Di bin navê cîhadê de, şerê îdeolojîk û olî hate ragihandin û sivîlên ji etnîk û mezhebên cuda hedef tên girtin. Armanca wan, tunekirin e. Di koçberiyên bi darê zorê yên salên 90’î de jî yên niha li Rojava de jî şerekî li dijî etnîkan hebû. Encamên wê yên insanî piranî dişibin hev.”
PEYMANA CIVAKÎ
Bi domdarî Remziye Saîtoglûyê bi lêv kir ku koçberiya bi darê zorê barê civakî yê jinan girantir dike û got: “Ziman û çandên cuda û pêşdaraziyên li dijî Kurdan, rê li ber pirsgirêkên cidî yên guncaniyê vedike. Koçberî, bi xwe re pirsgirêkên aborî, xwarinê, cihê mayinê, tenduristiyê û perwerdeyê jî tîne. Nikarin perwerdeya xwe bidomînin, di temenên biçûk de dixebitin, ji eslê xwe dûr dikevin û bişaftineke sîstematîk çêdibe. Divê dewlet dev ji înkara tiştên hatine qewimîn bede û xwedî cisareta hevrûbûnê be. Divê ev hevrûbûn hem di asta civakî hem jî di ya dewletê de be.”
'DIVÊ EM BIKARIN AŞTIYÊ JI GEL RE VEBÊJIN’
Remziye Saîtoglûyê, da zanîn ku ji bo çareseriyeke mayinde divê yasayên xwe dispêrin rûmeta mirovahiyê, demokrasî, maf û azadiyan bên derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewceye nûnerên saziyên civakî, ol û mezheban jî tev li vê pêvajoyê bibin. Divê lez bidin pêvajoya li Meclisê û yasayên pêwîst tavilê bikevin meriyetê. Dema yasayan çêdikin, divê rêxistinên civaka sivîl, sazî û dezgeh, komîsyonên baweriyan û rûspiyên civakê jî destê xwe deynin bin kevir. Weke GOÇ-DER’ê em amade ne peywira dikeve ser milê xwe bicih bînin. Ji bo pêvajo li her çar aliyên welat belav bibe, divê em gund bi gund, tax bi tax bigerin û aştiyê ji gel re vebêjin.”
JI BO KOÇBERIYÊ BANG LI MEKANÎZMAYÊN NAVNETEWEYÎ KIR
Remziye Saîtoglûyê, anî ziman ku divê hêzên navdewletî li dijî komkujî û koçberiya bi darê zorê bêdeng nemîne û axaftina xwe wiha qedand: “Mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî divê li dijî koçberiyên bi darê zorê yên li Tirkiye û Rojava bi lezgînî bikevin nava tevgerê. Ji bo heman binpêkirin neyên dubarekirin, hewceye di asta Komîteya Mafên Mirovan de verasetkirinên zagonî çêbibin, astengiyên li pêşiya vegera li gundan bên rakirin û dosyayên şewitandina gundan, binpêkirinên mafan û cînayetên kiryarnediyar dîsa bên lêpirsîn.”
MA / Abdulkadîr Ayten