Li Rûbarokê ji bo zerarên serayê tenê 15 hezar TL hate dayîn

Parve bike:
COLEMÊRG - Li navçeya Rûbarok a Colemêrgê ji ber berfê bi dehan sera hilweşiyan, welatiyan bi milyonan zerar kirin. Welatiyên ku serî li Qeymeqamtiyê dan, ji bo zerarên wan tenê 15 hezar TL hate dayîn. 
 
Li Colemêrgê ji ber berfa zêde ku hinek deveran gihîşt 2 metreyî, di 2’yê Çileyê de li navçeya Rûbarokê bi dehan sera hilweşiyan û welatiyan bi milyonan TL zarar kirin. Hate zanîn ku beşekî mezin ê serayên hilweşiyane bi bexşên Mudiriyeta Çandiniyê hatine çêkirin. Welatiyan diyar kirin ku piştî hilweşanê li saziyên têkildar geriyane û daxwazname pêşkêş kirine lê Qeymeqamtiyê ji bo zerara wan tenê 15 hezar TL dane wan, lêbelê ev heqê zerara wan dernaxe û ji bo telafiya zerarê bang kirin.
 
 ‘TENÊ 15 HEZAR TL DANE ME’
 
Welatiyê bi navê Leşkerî Elîkirik ê ku ji ber berfê 5 serayên wî hilweşiyan, diyar kir ku tu sazî piştigiya wî nekiriye û ev tişt got: “Serayên me di 2’yê Çileyê de ji ber berfa zêde hilweşiyan, zerara me ji 200 TL derbas dike. Me ji bo alîkariyê daxwazname dan lê Qeymeqamtiyê tenê 15 hezar TL piştgirî dane me. Tu saziyê dewletê alîkarî nade me em mexdûr in. Qeymeqamtiyê em aresteyî AFAD’ê kirin, lê komên AFAD’ê ji ber ku sîgortayên serayên me nebûn alîkarî nedan. Em piştgiriyê dixwazin. Me daxwazname pêşkêşî Qeymeqamtiyê û Miduriyeta Çandiniyê kir, lê bersiva me nedan.”
 
Hurşît Ustundag ê ku li Rûbarokê 6 serayên wî hilweşiyane û zerara wî zêde ye wiha axivî: “Di çarçoveya piştgiriyên Miduriyeta Çandiniyê me ev sera çêkir lê ne li gorî mercên zivistanê hatibûn avakirin. Me di serayên xwe sebze çandibû û me debara xwe bi wan dikir. Lêçûna serayekî 150 hezar TL ye lê ji bo zerarê 15 hezar TL dane me. Di serayê de 3 hezar û 500 şitil hebûn û kirîna wan zehmet e.” 
 
‘ÇAVKANIYA DEBARA ME TUNE BÛ’
 
Tarkan Can jî diyar kir ku çavkaniya debara wan sera bûne û gelek zerar kirine û ev tişt got: “Ji ber berfê serayên me hilweşiyan. Çavkaniya debara me ev sera bûn. Me dîmen û belgeyên zerarê şande Qeymaqemtiyê lê bersiva me nedan. Xesteka me telafiya zerarên me ye.”
 
Welatî li bende bersivên daxwaznameyan in.