Kurê xwe di protestoyan de winda kir: Min zarokê xwe defin kir, lê dayikên bêçare çi dikin?

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Maryam Hosseini ya ku di xwepêşandanên Îranê de kurê xwe Alîreza winda kir, bal kişand ser êşa dayikên din ên ku aqûbeta zarokên xwe nizanin û got: "Qet nebe min zarokê xwe veşart, ez dikarim herim ser gora wî û bigirîm. Nexwe ew dayikên bêçare ên ku nizanin zarokên wan li ku ne, çi dikin?"
 
Li Îranê çalakî berdewam dikin, her ku leza bûyeran kêm dibe, çîrokên trajîk jî derdikevin holê. Ji ber qutkirina înternetê yên li seranserê welat, mirov tenê piştî çend rojan dikare bigihîje şahidiyan. Notên Maryam Hosseini ya ku kurê xwe di çalakiyan de winda kir, nêzî hefteyek piştî bûyerê gihîştin me. Kurê Maryam Hosseini ya ku me ji ber sedemên ewlehiyê navê wê guhertiye, di dema çalakiyan de li hinda dayika xwe birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Maryam rexmê êşa xwe ya mezin, dema hêrsa wê li ser xemgîniya wê dikeve,beşdarî çalakiyan dibe.
 
‘ROJEK A ÎNÊ MELAYAN EW JI MIN GIRTIN’
 
Hinek ji notên Maryam Hosseini wiha ne: "Beriya 25 salan rojekî înê hatibû dinyayê, piştî 25 salan dîsa rojekî înê melayan ew ji min girtin. Kurê min Alîreza hîn 25 salî bû. Ev birîna çaremîn e ku di jiyana min de vedibe. Êdî ne paşerojek, ne jî tiştekî min maye. Xwedê birînên min temam kir, tîra xelasiyê li min ket.
 
Jiyana min tarî bû, her tiştê min çû. Ew xortê bejndirêj ji jiyana min çû û her tişt qediya. Ew roj li cem min bû, bi hêsir û axînan dixwest biaxive. Ji min re got, 'Dayê, di vê cîhanê de kesê min ê tenê tu yî. Ez dizanim tu qîmetê didî min, min bibe cihêkî ewle.'
 
Min eniya wî maç kir û got, 'Neçe'. Ew qas zarokekî wêrek, pak û bi esil bû ku... Wisa xuya dikir ku dizanibû dê bimire. Dengê wî yê girî kêliyekî sekinî û got, 'Du kurên te yên din hene'.
 
Xwedayê min, hikûmet çima zarokên xelkê dikuje? Ew dayikên ku nikarin zarokên xwe wergirin an nizanin li ku ne, çi dikin? Qet nebe min zarokê xwe defin kir. Nexwe ew dayikên bêçare? Her roja ku derbas dibe, ez hîn xerabtir dibim. Alîreza ne li vir e... Ez kêliyekî jî nikarim wî ji bîr bikim. Ji çûyîna wî bawer nabim.
 
DESTÛRÊ BIDIN EZ ZAROKÊ XWE BIBIM MALÊ
 
Em hatibûn Kolana Rûdakî (Salsabîl). Salsabîl, Xoş, Karûn û Cîcûn; hemû kolan tije mirov bûn. 8'ê Çileyê roja Pêncşemê saet dor 20.00'an bûyeran dest pê kir, kurê min saet 22.00'an ji hêta xwe ve hat birîndarkirin. Pir xwîn jê diçû.
 
Hêzên ewlehiyê gule dibarandin ser girseyê. Alîreza dema gihîşt xaçerê, dikuliya û ber bi min ve dihat, ji nişka ve ket erdê. Got, 'Dayê, gule bera çonga min dan'. Min li ber hêzên ewlehiyê destên xwe hildan û qêriyam: 'Zarokê min nekujin, min bikujin!' Min lavayî çend kesan kir: 'Zarokê min birîndar bûye, alîkariya me bikin em wî bibin malê.'
 
Dest û lingên wî di nava xwînê de bûn. Sekvan û çekên bi lazer ji her alî ve gule dibarandin. Komên bi motorsîklet her tim digeriyan. Tevî kurê min sê kesên din jî birîndar bûbûn; Alîreza ketibû û nedikarî bimeşe.
 
BI SER EMELIYATXANEYÊ DE GIRTIN
 
Şeva ku birîndar bû, ji saet 10.00'an heta 12.30'an em asê man. Min kincên wî çirandin û birîna hêta wî pêçand. Me ew da ser pişta birayê wî û bi motorsîkletekê sê teker bir mala bavê wî. Zavayê min ew gîhand Nexweşxaneya Emîr el-Mumînîn. Li wir xwîn danê û bi oksîjenê ve girê dan.
 
Kurê min nedikarî nefesê bistîne, dinaliya û digot 'Dayê, ez nikarim nefesê bistînim'. Ew birin beşa lênihêrîna awarte. Rayedaran got divê wî sewqî nexweşxaneyekî din bikin. Li nexweşxaneya din ew birin emeliyatê, lê hişê wî nehat serê wî. Roja Înê saet 09.00'an gotin ku jiyana xwe ji dest daye.
 
Her tişt ji bo min cihê pirsê ye. Wan bênamûsan (hêzên ewlehiyê) bi çekan bi ser nexweşxaneyê û emeliyatxaneyê de digirtin, birîndar dibirin. Cenazeyê kurê min ji morga Nexweşxaneya Şerîetî birin Kahrîzakê. Li ser kefenê wî etîketekî ku li ser '601 - Alîreza' nivîsandî hebû."
 
JI BO PEREYAN LI MIN GERIYAN
 
Weqfa Şehîdan li min geriya û pirsin: 'Hûn dixwazin em kurê we wek şehîdê Besîc (mîlîsên alîgirê hikûmetê) qeyd bikin?' Min pirsî ka wê mûçe bidin an na û min got bila ew wî pereyî bi xwe bixwin. Destên xwe bi xwîna zarokên me şûştin, niha jî vê yekê pêşniyar dikin? Kurê min tevlî Besîcan nebû, berovajî vê, di dema şer de li dijî wan têkoşiya. Kurê min dema bi Besîcan re şer dikir hat kuştin."
 
HER TIM DI XEWNÊN MIN DE YE
 
Piştî mirina wî, ez her tim wî di xewnên xwe de dibînim. Di xewnên min de min ji nava şer derdixe û rizgar dike. Dibêje, 'Dayê, heta em bi hev re neçin, ez naçim malê'. Heke wê rojê ez ne li cem bûma, min ê tu carî nizanibûya cenazeyê wî li ku ye. Carinan di xewnên xwe de ez li cenazeyê wî digerim, ji hêzên ewlehiyê re dibêjim 'Min nekujin, we jixwe zarokê min kuşt', vê carê gule bernadin.
 
Alîreza xwendekarê endezyariya elektronîkê bû û di heman demê de dixebitî jî. Hefteyek beriya bimire gotibû, 'Dayê, ez xemgîn im ku tu kirêciyî, ez dixwazim te ji vî barî rizgar bikim'. Ez her şev ji Xwedê re lava dikim ku min jî bibe cem wî, lê dengê min nayê bihîstin."
 
MA / Bêrîvan Kutlu
Nûçeyên Têkildar
PJAK: Guherîna ku li Îranê tê xwestin bêyî Kurdan nabe, ew jî vê dizanin <font color=#ff0000> HEVPEYVIN </font>
PJAK: Guherîna ku li Îranê tê xwestin bêyî Kurdan nabe, ew jî vê dizanin HEVPEYVIN

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAK’ê Zagros Enderyarî bal kişand ser lêgerîna DYA û Îsraîlê ya ji bo tifaqa bi Kurdan re li Îranê û got: "Guherîna ku li Îranê tê xwestin bê kirin an jî tê plankirin, bêyî Kurdan nabe, ew jî bi vê yekê dizanin."

Rapora êrişan a HRANA’yê: 183 jê zarok bi giştî hezar û 114 sivîl hatin kuştin
Rapora êrişan a HRANA’yê: 183 jê zarok bi giştî hezar û 114 sivîl hatin kuştin

HRANA’yê, ragihand ku di êrişên Îsraîl-DYA’yê yên li dijî Îranê de 183 jê zarok bi giştî hezar û 114 sivîl hatine qetilkirin.

Îranê derî girt bi sedan wesayît asê man
Îranê derî girt bi sedan wesayît asê man

Piştî ku Îranê deriyên sînor girt, bi hezaran wesayîtên li deriyên Başmaxê asê man.

Wezaret: Moşeka kete qada Tirkiyeyê hate îmhakirin
Wezaret: Moşeka kete qada Tirkiyeyê hate îmhakirin

Wezareta Parastinê têkildarî moşeka balîstîk a ji Îranê ber bi Tirkiyeyê ve hatiye avêtin daxuyanî da.

Îran dê girtiyên siyasî sirgunî girtîgehên din bike
Îran dê girtiyên siyasî sirgunî girtîgehên din bike

Piştî êrişên li ser Îranê, rejîmê biryar da ku girtiyên li Girtîgeha Evînê têne ragirtin veguhezîne girtîgehên Tehranê ya Mezinî û Qûmê.