AGIRÎ - Serokê Baroya Agiriyê û Cîgirê Serokê Lijneya Çavdêriya Girtîgehan a Wezareta Dadê Serdar Gunakin, diyar kir ku heke "mafê hêviyê" bikeve meriyetê, ne tenê Abdullah Ocalan, zêdetirî hezar girtî dê ji vî mafî sûd werbigirin.
Ev 12 sal in biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê "mafê hêviyê" de nayê sepandin û nediyariya rapora komisyona Meclisê berdewam dike. Serokê Baroya Agiriyê û Cîgirê Serokê Lijneya Çavdêriya Girtîgehan a Wezareta Dadê Serdar Gunakin destnîşan kir ku divê ev maf tavilê bikeve meriyetê.
‘MAFÊ HÊVIYÊ BI ŞAŞÎ TÊ NIRXANDIN’
Gunakin destnîşan kir ku mafê hêviyê ne mijarekî şexsî ye û ev tişt got: "Li Tirkiyeyê li dijî kesên vî mafî diparêzin helwestekî siyasî heye. Lêbelê ev mijar cara pêşîn di Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal a Almanyayê de hatiye rojevê û piştre çarçoveya wê ji aliyê DMME’yê ve hatî diyarkirin. Em wek hiqûqnas, beriya her tiştî li ser cewhera mafî disekinin, ne li ser hejmara kesên ku dê sûdê jê werbigirin. Sedema rakirina cezayê darvekirinê çi be, mafê hêviyê jî li ser heman bingehê, wekî pêdiviya mafê jiyanê yê ji hiqûqa xwezayî tê, tê qebûlkirin. Mixabin li Tirkiyeyê ev mijar wekî ku tenê ji bo kesekî be tê nîqaşkirin, lê ev nêzîkatî ne rast e."
‘ZÊDETIRÎ HEZAR KES DÊ JÊ SÛD WERBIGIRIN’
Gunakin bal kişand ser rewşa girtîgehên Tirkiyeyê û daneyên dawî parve kir û got: "Îro di 403 girtîgehan de 300 hezar hikûmxwar û nêzî 50 hezar girtî hene, kapasîteya girtîgehan ji sînorê xwe 50 hezar kes derbas kiriye. Mafê hêviyê li Tirkiyeyê zêdetirî hezar girtiyan eleqedar dike. Jiyan, wekhevî û rûmeta mirovahiyê mafên bingehîn in. Divê mirov karibin mafên xwe yên ji xwezayê tên bi kar bînin. "
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ LI TIRKIYEYÊ WERE SEPANDIN’
Gunakin cezayê darvekirinê wekî mirina fîzîkî, nebûna mafê hêviyê jî wekî mirina derûnî pênase kir û wiha berdewam kir: "Heke hûn mirovekî bêhêvî bihêlin, hûn wî bêrûmet dihêlin. Pergala edaletê ya bêrûmet nayê qebûlkirin. Li gorî fikra me divê mafê hêviyê li Tirkiyeyê were sepandin û rojekê ev yek pêk were. Em qala mafekî taybet ê ji bo hin kesan nakin. Abdullah Ocalan jî welatiyek e û divê ew jî ji vî mafî sûd werbigire, lê ev maf divê ne razber be, divê bibe rêgezekî hiqûqî yê giştî."
‘DIVÊ TAVILÊ DERIYÊ SÎNOR Ê MURŞÎTPINARÊ WERE VEKIRIN’
Gunakin polîtîkaya Tirkiyeyê ya li dijî Rojava rexne kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em li vir zilma li ser xizmên xwe temaşe dikin. Heke li Kobanê zarok ji sermayan dimirin, heke li Rojava mirov ji pêdiviyên bingehîn bêpar bin, para me jî di vê de heye. Divê dewletê di warê alîkariya mirovî de tavilê mudaxale bikira. Divê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bihata vekirin. Bêdengiya me ya li hemberî vê krîza mirovî, hem zirarê dide pêvajoyêhem jî wijdana me birîndar dike."