Rojnamevan Şahla Mihemedî: Kurd û Beluc naxwazin vegerin serdema Şah

Parve bike:

WAN - Rojnamevan Şahla Mihemedî diyar kir ku Beluc û Kurdên li Îranê ne ji bo piştgiriya bi kurê Şah tev li çalakiyan bûne û got: "Ne diyar e ka çi cure demokrasiyê dixwazin. Kurd û Beluc naxwazin vegerin serdema Şah."

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê gel, ji ber krîza aborî, zêdebûna lêçûnên jiyanê, girtin, binçavkirin, darvekirin û zexta rejîmê li seranserî welat daketin qadan. Çalakiyên protestoyî di roja 48’an de berdewam dikin. Kolanên bajarên Tehran, Meşhed, Îsfehan û hwd. bi dirûşmên wekî "Nan, azadî, edalet" olan didin. Hêzên rejîmê ku çalakiyên heyî ranegirt, bi guleyan êrişî çalakvanan kir. Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan, jin û zarok jî di nav de heta niha nêzî 7 hezar çalakvan hatine qetilkirin. Zêdetirî 12 hezar bûyerên kuştinê jî hêj li benda piştrastkirinê ne. Li hêla din 25 hezar kes birîndar bûne û herî kêm 52 hezar kes jî hatine girtin. Hêzên rejîmê li her derê bi ser malan de digire, cenazeyan radestî malbatan nake an jî bi pereyan dide. 
 
Mamoste, karker û pisporên tenduristiyê li bajarên cuda yên welêt çalakiyên hevgirtinê lidar xistin. Di çalakiyan de gelek kesên ku tên girtin bi îdiayên “gef li ser ewlehiya neteweyî xwarine” û "propagandaya li dijî rejîmê" têne darizandin. Îşkence û miameleya xerab a li navendên binçavkirinê û girtîgehan jî derketine lûtkeyê. Her wiha li seranserî welat nebûna ceyranê û înternetê bandoreke neyînî li ser jiyana gel dike. Li gelek bajaran xwepêşandanên şevê û xwepêşandanên taxan berdewam dikin, ku ev yek nîşan dide ku li Îranê krîzek kûr a siyasî û civakî heye.
 
Rojnameger Şahla Mihemedî ku li rojhilatê Kurdistanê dijî, têkildarî rewşa proestoyan û geşedanên dawî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'JI MALBATAN 300 MILYON RIYALAN DIXWAZIN’ 
 
Şahla Mihemedî diyar kir ku hêzên rejîmê li ser sepanên xwe yên dermirovî, ji malbatên binçavkiriyan 300 mîlyon Riyalan distîne. Şahla Mihemedî got: “Heta niha zanyarên ku gihiştine destê me 12 hezar zêdetir kes hatine qetilkirin. Lê li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan; 7 hezar kes hatine kuştin. Rejîma Îranê bi xwe jî piştrast dike ku zêdetirî 3 hezar kes hatine kuştin. Li gorî agahiyên ku di destê me de ne, hejmara girtiyan jî pir zêde ye. Rejîma ku her roj li ser malan de digire zext û gefan li malbatan dixwe. Li bajarê Şirazê ji her malbatekî zarokek hatiye girtin. Her wiha ji her malbateke ku zarokên wan tên girtin jî 300 milyon Riyalan distînin. Vê yekê jî bi ser navê şewitandina bajaran û zirardayina amûran dike. Lêbelê ev îdiaya rejime ne tespîtkiriye û ev kes tev li çalakiyan bûne nebûne ev jî tenê îdia ye. Ev bi temamî kiryarekî keyfî ye. Her wiha rejîm gelek kesên ku digire dikuje û şereke pir mezin li ser girtiyan dide meşandin. Gelek kesên ku piştre tên berdan jiyana xwe ji dest didin. Ev kesên ku mirîne jî pêşiya ku nemirin ji malbatên xwe re gotine derzî li me dane û dermanên cuda dane wan. Rejîm niha vê rêbazî pêk tîne."
 
BOYKOTA LI ZANÎNGEHAN
 
Di berdewamê de Şahla Mihemedî, bi lêv kir ku boykota li zanîngehan her ku diçe mezintir dibe û ev tişt anî ziman: Li seranserî welat ceyran û înternet qut kirine. Hejmara kesên ku înternetê bikar tînin pir kêm e. Platforma Xwendekarên Zanîngehê ragihand ku 50 jinên ku nasnameyê wan nehatiye naskirin cenazeyê wan di morgan de tê sekinandin. Malbat zarokên xwe digerin nabînin û rejim kesên ku dikuje jî agahiyê nade malbatên wan. Xemeke mezin li seranserî welat heye. Derûnasên herêmê diyar dikin ku gelek kesan ji ber vê zilma rejimê û îşkenceyê derûniya xwe winda kiriye. Ev rewşa heyî ya ku niha gelên Îranê derbas dike pir giran û awarte ye. Lêbelê li hemberî vê zilma rejîmê tekoşînek jî heye. Çalakiyên xwendekarên zanîngehê heta niha jî berdewam dikin. Ciwan bang dikin ku xwendekar zanîngeh û dibistanên rejîmê boykot bikin. Çalakiya boykotkirinê ya xwendekarên zanîngehê berdewam dike. Niha di zanîngehan de perwerdehî hatiye sekinandin. Çend bajarên cuda yê Îranê ciwan çalakiyên xwe didomînin û boykot dikin."
 
'GEL DI BIN ŞERTÊN ZEHMET DE TÊDIKOŞE'
 
Şahla Mihemedî, da zanîn ku nebûna ceyran û înternetê jiyana gel bi neyînî bandor dike û wiha domand: "22y'ê mehê roja avakirina komareya rejîmê ya Îranê ye. Niha gelek amadekariyên rejîmê hene ku gel tev li bibe. Lê di nava gel de li dijî rejîmê nerazîbûnek mezin heye û diyar dikin ku ew ê tev li nebin. Her aliyên civakê cihê ku lê dimîne bertek nîşan dide. Gelek kesên ku heta niha li dijî rejîmê bêdeng bûne niha ew bêdengiya xwe şikandine û rejîmê qebûl nake. Rejîm jî ji vê yekê ditirse. Ditirse ku ev bertek mezin bibe. Qutbûna ceyranê û înternetê bandoreke gelek mezin li ser gel dike. Heta niha jî înternet nîne yê ku bikar tînin jî pereyeke mezin dixwaze. Ev jî di aliyê aborî de bandoreke mezin a neyînî li gel dike. Gel êdî naxwaze ku pişta xwe bide rejîmê û ew bi xwe bi derfetên xwe tekoşîneke jiyanî didin. Bazarên rejîmê ji destê gel derxistin. Bazarên din jî pir giran danûstandinê dike. Ji her aliyê de gel dibêje,' em nikarîn weke berê bin, em nikarîn weke berê bifikirin, weke berê bijîn.’ Niha li Îranê jiyaneke asayî tune ye.”
 
'KURD Û BELUC NE JI BO KURÊ ŞAH LI QADAN E’
 
Di berdewama axaftina xwe de Şahla Mihemedî da zanîn ku Beluc û Kurd yekser di xwepeşandanan de cih nagirin û got:" Li Belucistanê, Kurdistanê û deverê Azeriyan her gelekî piştgiriya xwe dan van çalakiyan. Lê rastiyek heye ku gelê me yê Kurdistanê naxwaze ku di xwepeşandanan de cih bigire. Belucan biryar dane ku tev li xwepêşandanan nebin.  Lêbelê kuştinên herî zêde jî li Kurdistanê heye. Niha aloziya aborî jî destpê kir. Demokrasiya ku tê xwestin nexuyaye ka dê çawa be û ew piştgiriya ku hêzên derve didin ne diyare ku dilsoz in. Kurd dibêjin,' ev hêz dixwazin ku mafê gelên Îranê bidin yan ev Îraneke çawa dixwazin?' Vê dipirsin. 
 
GEL NAXWAZE VEGERA SERDEMA ŞAH
 
Kurê Şah ê ku navê wî ji bo birêvebirina Îranê tê nîqaşkirin,  nasnameyeke wî ya civakî, siyasî nîne. Gel jî xwedî tecrûbe ye û dizane ku malbata vî kesî li Îranê li ser gelên bindest zilmek da meşandin. Ji ber wê gel naxwazin ku careke din bizivirin wê serdemê. Li Tehranê û bajarên din ê metrepolên din ê Îranê piştgirî ji bo vî kesî tê kirin. Ev tirs di nava gel de çêbû û ji ber wê gel nexwest ku tev lii xwepeşandanan bibe. Hewl didin Kurdan weke ku piştgiriyê didin çalakiyên ji bo kurê Şah nîşan bidin. Lêbelê di rastiya xwe de ne wisa ye. Medyaya serdest jî rastiyê berevajî dike. Komên azadixwaz ên Îranê û yên bi çek jî rejîma niha ya Îranê weke emperyalîzma cîhanî dibînin. Lêbelê ew tifaqî di navbera van koman de çênebûye. Gel jî ji vê bêtifaqiya komên cuda bêhêvî ye.” 
 
'PERGAL GUHERTINÊ NAXWAZE'
 
Şahla Mihemedî, bal kişand ser polîtîkaya Serokê DYA'yê Trump a li ser Îranê û ev nirxandin kir: “Gel, li dijî hêzên navnetewî pir bi hêrs e. Di roja destpêke de Amerîkî û Trump gef li Îranê xwar û got; ‘Yek welatiyek jiyana xwe ji dest bide em ê êriş bikin.’ Lêbelê di hevpeyvîneke de rojnamegerek ji Trump dipirse û dibêje, 'gelek kesên ku hatine qetilkirin hene hûn dê êriş bikin an na?' Dibêje; ‘Wan ne di dema êrişan de jiyana xwe ji dest dane.’ Piştî pirseke din jî dibêje,'di nava şer de jiyana xwe ji dest dayin pir normale.’ Ewqas kesan jiyana xwe ji dest dan lêbelê tiştek nekirin. Amerîkî wisa nîşan da ku heke ku Îran li gel wan hevdîtin bike û daxwazên wan qebûl bike ew ê Îranê biparêze. Pergal di rastiya xwe de dixwaze vê rejîmê biparêze ji ber ku demokrasiyê naxwaze. Dixwazin ku cihên ku em lê jiyan dikin desthilatdarî hebe û nerazîbûn hebe û bi vê re dîktator hebe. Li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Niha ew petrola ku li Îranê difiroşin bi riya qacax difiroşin. Ev jî heta niha li gorî berjewendiyên wan bûne. Bazarê vê ne bi fermî dikin. Îran dewleta Şîaye, çend dewletên îslamî derdora wê hene û di navbera wan de hevrikiyek heye. Ev hêz jî dixwazin ku ev hevrikî hebe. Dixwazin ku rejîma Îranê teslîm bibe û li gorî daxwazên wan tevbigere. Herî dawî rejîma Îranê nêçar bû ku bi Amerîkayê re hevdîtinê bike. Lêbelê naveroka hevdîtinê hê nayê zanîn."
 
'GEL BAWERIYA XWE BI HÊZÊN DERVE NAYÎNE'
 
Rojnameger Şahla Mihemedî, bi lêv kir ku heke ku li ser Îranê operasyoneke leşkerî çêbibe dê dewletên derdorê hemû jê bi bandor bibin û got ku ev dê bi xwe re şereke navxweyî yê welatan bîne û axaftina xwe wiha qedand: “Pergalên giştî ne ji bo gelan in, ji bo dewletan kar dike. Ew dixwazin ku pergala dewletê berdewam be û pergala giştî bê parastin. Navendên cîhanî jî heta niha bertekên mezin nîşanî rejîmê nedane. Lê rastiyek heye ku hemû hêzên cîhanî li gorî berjewendiyên xwe gav avêtine. Gel qurbanî vê pergalê dikin. Heta niha jî xwepeşandan de çekên ku tên bikaranîn yên NATO'yê ne. Çekên Almanya û dewletên din in. Bi Îranê re danûstandina xwe didomînin, lêbelê gel di dorbêçê de ye. Lê rastiyek heye ku gel êdî naxwaze ku pişta xwe bide hêzên derve. Gel hemûyan dît ku Trump ew çawa tenê hiştin. Gel ji hemûyan aciz bûne. Berteke pir bi tund li dijî hemû hêzên navnetewî hene. Tirkiye jî dixwaze ku guhertinek Îranê çêbibe. Çimkî dizane li Rojhilat guhertinek çêbibe dê li perçeyên din ê Kurdistanê jî çêbibe. Şereke li Îranê dê Tirkiye jî bandor bibe, ew jî vê naxwazin. Heke ku şerek di Îranê de destpê bike dê welatên cîranê de jî şerên navxweyî rû bidin. Çimkî li Îranê komên cuda hene. Ji ber wê welatên derdorê naxwazin ku êrişeke leşkerî li ser Îranê çêbibe. Hevdîtina ku hatiye kirin encamê wê dê çêbin em ê pêşerojê de bibin. Gel guhertinê dixwazin. Lêbelê heta niha jî ew riya demokrasiyê nehatiye vekirin. Guhertin dê çêbibe lê ev guhertin dê çawa bibe em ê bi hevre bibinin." 
 
MA / Zeynep Durgut 
 
Nûçeyên Têkildar
HRW: Îsraîlê di êrişên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar anî
HRW: Îsraîlê di êrişên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar anî

HRW’ê ragihand ku Îsraîlê di êrişên 3’yê Adarê yên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar aniye û xwest mueyîde li Îsraîlê bên ferzkirin.

HRANA: Li Îranê û Rojhilat di rojekê de herî kêm 33 sivîl hatin kuştin
HRANA: Li Îranê û Rojhilat di rojekê de herî kêm 33 sivîl hatin kuştin

HRANA'yê rapora xwe ya têkildarî êrişên ser Îran û Rojhilat aşkera kir. HRANA’yê got ku di nava 24 saetan de herî kêm 33 sivîl hatine kuştin û 50 jî birîndar bûne.

Lîderê olî yê nû yê Îranê Mucteba Xamaney kî ye?
Lîderê olî yê nû yê Îranê Mucteba Xamaney kî ye?

Seyyed Mucteba Xamaney ku li şûna bavê xwe Alî Xamaney ê di 28’ê Sibatê de hate kuştin hat hilbijartin, bi xwe re nîqaşên “monarşiyê” anî. Tê gotin ku Mucteba Xamaney di nava hêzên rejîmê de “kesekî bihêz” e.

Îranê rêberê xwe yê nû hilbijart: Nav nehate aşkerakirin
Îranê rêberê xwe yê nû hilbijart: Nav nehate aşkerakirin

Rejîma Îranê, piştî kuştina Ayetullah Alî Xamaney, lîderê xwe yê nû hilbijart. Lêbelê bi hinceta ewlehiyê navê lîderê nû nehate aşkerakirin.

HRANA: Li Îranê 194 jê zarok, hezar û 205 sivîl hatin qetilkirin
HRANA: Li Îranê 194 jê zarok, hezar û 205 sivîl hatin qetilkirin

HRANA’yê da zanîn ku di êrişên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê de heta niha 194 jê zarok, bi giştî hezar û 205 sivîl hatine qetilkirin.