ROJEVA 13'YÊ SIBATA 2026'AN

Parve bike:

* Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku piştî 27 salan bi rêya komployekî mîna komploya navneteweyî li Rojava paradîgmaya "Neteweya Demokratîk" kirin hedef û got: "Xwestin Kurd û Ereban berdin hev. Heke ev lîstik bi ser biketa, dê şerekî 100 salan dest pê bikira."

* Akademîsyenê Zanîngeha Cambridge Thomas Jeffrey Miley, destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku bi komploya navneteweyî ev 27 salan in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin "parçeyekî esasî yê aştiyê ye."
 
* Welatiyên Wanê bal kişandin ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: "Abdullah Ocalan sembola hebûna me ye û em dixwazin ew bi awayekî azad rêbertiya me bike."
 
* Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku di qonaxa niha de komplo nagihîjin tu encaman û Rojhilata Navîn bê Kurd ne pêkan e û got: “Ji bo ku pêvajo bi awayekî demokratîk û aştiyane pêş bikeve, divê Rêber Apo azad bibe.”
 
* Serokê Baroya Agiriyê û Cîgirê Serokê Lijneya Çavdêriya Girtîgehan a Wezareta Dadê Serdar Gunakin, diyar kir ku heke "mafê hêviyê" bikeve meriyetê, ne tenê Abdullah Ocalan, zêdetirî hezar girtî dê ji vî mafî sûd werbigirin.
 
* Maryam Hosseini ya ku di xwepêşandanên Îranê de kurê xwe Alîreza winda kir, bal kişand ser êşa dayikên din ên ku aqûbeta zarokên xwe nizanin û got: "Qet nebe min zarokê xwe veşart, ez dikarim herim ser gora wî û bigirîm. Nexwe ew dayikên bêçare ên ku nizanin zarokên wan li ku ne, çi dikin?"
 
* Rojnamevan Şahla Mihemedî diyar kir ku Beluc û Kurdên li Îranê ne ji bo piştgiriya bi kurê Şah tev li çalakiyan bûne û got: "Ne diyar e ka çi cure demokrasiyê dixwazin. Kurd û Beluc naxwazin vegerin serdema Şah."
 
* Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mersînê daxwaza rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan kirin û ji bo pêvajoya didome banga gavavêtinê kirin. 
 
* Di roja ewil a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de li Wanê 8 jinan xwe bi bariyeran ve zincîr kiribû. Ji wan jinan Hanîfe Koçar û Kewê Işik, ji wê rojê heta niha ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin. 
 
* Komeleya Şêx Seîd dê bi boneya salvegtera 101'emîn a serhildanê, li avahiya komeleyê daxuyaniyê bide. (11.00)
 
* ÎHD dê li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş û parastvana mafên mirovan Hatîce Oranê daxuyaniyê bide.  (12.00)
 
* Saziyên Zimanê Kurdî dê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Amedê daxuyaniyê bidin. (12.00) ZINDÎ
 
* Li Wanê dê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk civîna gel bê lidarxistin.  (13.30)
 
*Rapora komxebata "Birêvebirina xwe û bajarên xwe: Li bajêr demokrasî û aştiya civakî" dê li Baroya Rihayê bê aşkerakirin. (13.00)